🏛 ❞ تجمع المعرفيين الأحرار ❝ دار نشر ونشر إلكتروني ودراسات وأبحاث ومجلّة
- 🏛 ❞ تجمع المعرفيين الأحرار ❝ دار نشر ونشر إلكتروني ودراسات وأبحاث ومجلّة
█ حصرياً جميع أعمال ❞ تجمع المعرفيين الأحرار ❝ أقوال ومأثورات 2024 ❰ ناشرين لمجموعة من المؤلفات أبرزها قراءة المشهد السياسي غربي كردستان آراء وقضايا أهازيج قلم نار نرجسة الأنات عفرين مقاومة العصر çîrokên civakî Di hembêza çiya de çanda Tirsê رداء بابل Ilham evîna bê dawî ومن أبرز المؤلفين : ريبر هبون بير رستم ليلى مقدسي وفاء فراج الشوفي سمير طحان بيشروج جوهري ديوران ماماني هند عبد الله رولا حسينات لاوند ميركو كلال كاساني ❱
التعريف : هو تجمع تنويري غير سياسي يسعى لجمع المعرفيين الأحرار (وليس مثقفي ومبدعي السلطة سواء سلطة دولة أو حزب) ضمن رؤية اتحادية تحقق طموحاتهم وتؤسس لمناخ إبداعي مستدام لاستمرار إبداعهم وتحقيق خصوصيتهم وتمايزهم عن غيرهم ، وتذيع أعمالهم وتنشرها بعيداً عن ضغط وإملاءات السلطة ومؤسساتها التي تزعم الاستقلالية لأجل خلق أجواء من التبادل الثقافي المعرفي فيما بين المبدعات والمبدعين، ممن لم يسقطوا في أحابيل، إغراءات وأوكار السلطة سواء سلطة
. الدولة أو الحزب
Danasîn : kombûneke ronakbîrî ye ne siyasî ye, hewild dide zanyarên azad bicivîne (û ne rewşenbîr û afrênerê desthilatê, desthilatê dewletê an partiyê) di çarçova nerîneke yekîtiyê xwestekên wan pêktîne û hewayeke afrênerî cîgir dadimezrîne ji bo berdewamkirina afrêneriya wan û pêkanîna taybetmendî û cudabûna wan ji bilî her kesî, û berhemên wan radighîne û weşan dike dûrî fişar û destwerdana desthilatê û saziyên wêna yên ku dibêjin ew serbixwe ne, ji bo afirandina hewayên ji pêguhertina rewşenbîrî zanyarî di navbera afrêneran, yên ku neketibûn di werîs, kaşkirin û kunên desthilatê çi desthilata dewletê yan partiyê.
المعرفي وفق الاصطلاح المتفق عليه هنا يشمل كل فنان/ة، باحث/ة، مفكر/ة، أديب/ة، مبتكر/ة يعمل في-
. مجالات العلوم الإنسانية الإبداعية و التقنية والفنية بكافة أشكاله
Zanyar li gor têgehê yê ku li ser hatiye lihevkirin li vir li xwe digere çi hunermendekî ê ramanyarekî/ ê wêjevanekî/ ê rêyekarekî/ê di warên zanista mirovî afrênerî an teknîkî û hunerî di hemî awayên wê de dixebite.
: الرؤية-
ينطلق التجمع في أدبياته من الأفكار التي وردت في كتاب الحب وجود والوجود معرفة للكاتب الكردي ريبر هبون الذي نظّر لهذا التصور ودعا لإحياء الرابطة العقلية واتحاد المعرفيين بغية تحقيق التبادل المعرفي وترسيخ الروابط المشتركة بين كافة المبدعات والمبدعين حيث يرى التجمع نفسه امتداداً لتضحيات وجهود المعرفيات و المعرفيين الذين لم يساوموا على مبادئهم ودفعوا ثمن مواقفهم ، ضد محاكم التفتيش المختلفة عبر التاريخ، أمثال سقراط، الحلاج، ابن المقفع، ابن رشد، غاليليو ، نيكولاس ،أبو العلاء المعري، نوال السعداوي ، حنا آرنت أحمدي خاني مروراً بمحمد شيخو وجكر خوين ،جينا أميني، وغيرهم الكثير ممن قضى نحبه على يد أعداء بلاده أو
. المنظومة التي اختلف معها ودفع ثمن مواقفه نتيجة لذلك
- Dîtin: kombûna di wêjeyên xwe de ji ramanên yên ku hatin di pirtûka Evîn hebûne û hebûn zanîn e de ji nivîskarê kurd Rêber Hebûn birêdikeve, yê li ser vê ramanê ramiya, û bang li vejînbûna komkara hişmendî û yekîtiya zanyaran kiribû, ji bo pêkanîna pêguhertina zanyarî û cîgirkirina pêwendiyên hevbeş di navbera hemî afrêneran, li gel wê kombûna xwe dibîne dirêjiyekê ji ked û gorîdana zanyaran çi jin û mêr yên koldanê nepejirandin û buhaya helwestên xwe dabûn li hember dadgeha peygeriyê bi derbasbûna dîrokê, mîna Suqrat, Lawê Muqefa, lawê Ruşd, Galîlio, Nîkolas, Lawê Elela Elmarî, Newal Essadawî, Hena Arint, Ehmedê Xanê, û derbas dibe bi Mehemed Şêxo, Ceger Xwîn û Cîna Emînî û ji bilî wan yên ku jiyana xwe ji dest dabûn an işkence bûn li ser destê dijminên xwe an bi rêxistina yê ji wan cuda bûn û buhayê helwestên xwe bi encamê vê yekê dabûn.
:مقر التجمع الرئيسي-
يقع المقر في مدينة دوسلدورف الألمانية الواقعة في ولاية شمال الراين،وشعار التجمع عبارة عن رمز لإنسان يفرد ذراعيه باتجاه الأعلى باللون الأزرق الفاتح نحو الآخرين ويرمز للآخرين بألوان مختلفة كالأحمر والأصفر والأخضر والزهري الفاتح والنهدي الغامق في إشارة إلى مبدأ الانفتاح وممارسة الاختلاف للتأكيد أن المعرفيين متعددي الألوان أي المواهب والمدركات من آداب ومعارف وفنون، أسفل الشخص هناك اسم المعرفي باللغة الكردية وفي الأسفل منها اسم تجمع المعرفيين الأحرار
. باللغتين الكردية والعربية في إشارة إلى الجمهور المستهدف
- Navenda kombûna ya bingehîn :
navend li bajarê Dûsseldorfa Elmanî li Eyaleta bakûrê Raynê dikeve , û slogana kombûna nîşana mirovekî çengên xwe berve jûr ve radike bi rengê şînê vekirî,û nîşana yên din bi gelek rengan diyar dibe mîna sor , zer , kesk, guliya vekirî,şîrkiya tarî û ev nîşana binema vebûnê ye û kirina cudabûnê ji bo piştrastkirina ku zanyar pirreng in ango bi raberî û berketîbûn in ji wêje û zanist û huneran, binê kes navê zanyar e bi zimanê kurdî û binê wê jî navê kombûna zanyarên azad bi herdû zimanan Erebî û kurdî mîna nîşanekê ye ji cemawerê armancbûyî.
:أهداف التجمع-
1
جمع المعرفيين على اختلاف مواهبهم، في رابطة عقلية إبداعية تؤكد على قوتهم واستمرار تأثرهم وتأثيرهم المتبادل على بعضهم بعضاً لتحقيق أعمال مشتركة تحقق للإنسان المبدع مناعته الداخلية وشعوره بالقوة حيث يقف مع أقرانه من المبدعين في مواجهة مثقفي السلطة وفضح ذلك التعاقد المريب فيما بينهم والذي هو استمرار لذلك التعاقد التاريخي الذي هدفه تشويه
. الإبداع وإفراغه من محتواه ودلالاته البعيدة
Armancên kombûnê :
1
komkirina zanyaran li ser heman cudahiyên wan di komkareke hişmendî afrênerî hêz wan piştrast dike û berdewambûna bandorkirin û bandûrbûna wanî pêguhertî li gel hevdû ji bo pêkanîna karên hevbeş ji mirovê afrêner re bergiriya wî ya hundirî û hestbûna wî bi hêzê ve pêktîne, li gel wê bi hevserê xwe re ji afrêneran di rûbirûbûna rewşenbîrê desthilatê radiweste û aşkerekirina ew hevpeymanê bi guman di nav wan de û ew berdewamkirineke ji wê hevpeymana dîrokî a armanca wê reşepêşkirina afirandinê û valakirina wê ji naverok û nîşanên wê yên dûr ve.
2
التأكيد على ضرورة بعث الأمة العقلية الأسمى من تلك الروابط التقليدية كرابطة الدم ، اللغة، الجغرافيا، وذلك من خلال ترسيخ
مفهوم يركز على التعاضد والتآلف بين كافة المبدعات و المبدعين بمعزل عن مكان تواجدهم الجغرافي وذلك خدمة
. للمجتمع على قاعدة أن تأثر أي بقعة في الوجود يعني تهديداً للجوار والعالم برمته
2
piştrastkirina li ser pêwîstiya vejînbûna netewa hişmendî a balatir ji wan pêwendiyên kevinşopî mîna pêwendiya xwîn, ziman û erdnîgariyê, bi rêya bicîkirina têgehekî ronî dide li ser hemdestî û hevjînbûna di navbera hemî afrêneran ji derveyî niştecîbûna wanî erdnîgarî ji bo wêzimkariya civakê li ser bîngeha ku bandûrbûna çi deverekî di li heyînê ango gefeke li ser kêlek û cîhanê teva ye.
3
تحقيق كل ما يستلزم لنشر أعمال ونتاجات كافة أعضاء التجمع على قدم المساواة وكذلك إبراز الفنان/ة عبر الترويج لموهبته
. وأعماله/ا والعمل على إيجاد منابر تمكّنهم من نشر رسالتهم الإبداعية إلى المجتمع بكافة الوسائل والسبل المتاحة
3
pêkanîna çi pêdivî ji bo weşankirina berhem û xebatên emî endamên kombûnê bi yeksanî û herwiha navdarkirina hunermend bi rêya belavkirina raberî û berhemên wî/ ê, û kar li ser dîtina peyvgehên yên bi rêyên wê karibin nameyên xwe yên afrênerî li civakê bi hemî destik û rêyên guncaw ve biweşînin.
:مبادئ التجمع-
1
.لكل معرفية أو معرفي مطلق الحق في إبداء رأيه، أفكاره دون قيود
2
كل معرفية أو معرفي قوة وامتداد لقرينه المعرفي ومبعث ارتياحه النفسي حيث يعمل الجميع على مكافحة مشاعر الغيرة،
. والصراع غير الأخلاقي للحيلولة دون ظهوره سراً أو علناً فيما بينهم ،بما يضمن بقاء المحبة والود بين الأعضاء كافة
3
لا يعنى المعرفيون بالسياسة ومشكلاتها وإنما هدف التجمع هو مواصلة الإبداع خدمة للمجتمع
. بضمان حماية المبدع والإبداع ونشره بكافة السبل
- binemayên kombûnê :
1
ji her zanyarekî / ê re hemî maf heye ku nerîn û ramanên xwe aşkere bike bê bend.
2
her zanyarekî/ ê hêz û dirêjiyek e ji hevserê xwe yê zanyar e û cihê vehesîna wî ya deronî ye, li gel wê hemî dixebitin li ser jinavbirina hestên zikêşiyê û girtinheviya ne rewiştî ta nepenî an aşkere di nav wan de dernekeve, bi rengekî ku hezkirin û dostanî di nav wan de hemî bihêle.
:العهد-
كل معرفية ومعرفي منخرط في التجمع يعني موافقته على مضمون النظام وأهدافه ومبادئه وتبنيه له في حياته وسلوكه ومواقفه وكذلك يسعى مع كافة المعرفيين/ات في نشر هذه الأفكار عبر استقطاب ممن يجد فيهم الرغبة الحقيقية في الانضمام
. لهذا التجمع
- Peyman :
her zanyarekî /ê di nav kombûnê de tê wate ku ew erê dike li ser naveroka vê sîstemê, armanc, binemayên wê û wê di jiyan , kiryar û helwestên xwe de bi cî dike, herwiha li gel hemî zanyaran hewil dide ji bo van ramanan belav bike bi rêya nêzikrina kesê ku di wan de xwestekek xurt dibîne ku tevî vê kombûnê bibin.
:شروط الانضمام للتجمع
كل مبدعة أو مبدع ثبت إبداعه، غير منتمٍ لأي حزب سياسي أو مرتبط عضوياً بأي مؤسسة تابعة لها-
غير مثبت عليه/ها ارتكابه/ا لأي جرم أو سلوك مريب يؤثر سلباً على أعضاء التجمع-
يؤمن/تؤمن بما أتى في النظام الداخلي للتجمع ويعمل/تعمل على نشر أفكاره واستقطاب كافة المبدعات والمبدعين إليه-
-Mercên tevlîbûna kombûnê:
- her efrênerkî/ê afirandina wî piştrast bû û ne bi partiyekî siyasî ve girêdayî an wek endam bi ti sayizêkê bi ser partiyekê ve.
- li ser piştrast e pêkanîna wî ji tewanekî an kiryarekî bi guman bandora xwe neyînî li ser endamên kombûnê dike.
- bawere bi tiştê hatî di sîstema hundirî, û li ser belavkirina ramanên wê dixebite û nêzikirina hemî afrêneran li kombûnê.
:انتهاء العضوية
.الانضمام لحزب سياسي أو مؤسسة ثقافية تابعة لحزب أو نظام سياسي-
يحق لكل عضو الاستقالة بطلب كتابي يبين فيها أسباب الإستقالة-
الوفاة أو وجود مرض يمنع العضو من مواصلة بقاءه داخل التجمع-
:يحق لمؤسسي التجمع فصل أي عضوة أو عضو إن ثبتت عليه المخالفات التالية-
الإساءة الشخصية المتعمدة لأي عضو داخل التجمع-
استخدام التجمع لمآربه الخاصة أو القيام بالإساءة إلى أفراد أو مؤسسات أو جمعيات ثقافية باسم التجمع-
ارتكاب العضو لجرم أو تصرف منافٍ للآداب العامة-
- Dawîkirina endamtiyê:
- tevlîbûna li partiyekî siyasî an saziyeke rewşenbîrî bi serve partiyekê an ricîmeke siyasî .
Maf e ji çi endamî/ê ku xwe ji kombûnê vekşîne bi xwesteke nivîskî diyar dike têde sedemên vekişandinê.
- mirin an hebûna nexweşiyekê dibe asteng li pêş endam ku xebata xwe di hundirê kombûnê de berdewam bike.
- mafe ji dameznerên kombûnê ku çi endamî/ê ji kombûnê derxînin eger li ser van binpêkirinan piştrastbûn:
- bedkariya bi mebest ji çi endamî/ê di hundirê kombûnê de.
- bikaranîna kombûnê ji aramncên taybet ve an pêkanîna bedkariyê di warê takekes an sazî an komeleyên rewşenbîrî bi navê kombûnê.
- pêkanîna endam ji tewanekî re an kiryarekî dijî reweştên giştî.
:الهيكل التنظيمي*
:يتألف الهيكل من
فريق التأسيس-
الأعضاء الإداريين-
الأعضاء-
- Endîza rêxistinî :
endîza rêxistinî pêktê ji:
- Koma damezrêner
- Endamên rêvebir
-Endam
1
فريق التأسيس : يضع الفريق نظام عمل التجمع ويقوم بالإشراف على كتابة النظام الداخلي وتعديل بنوده حسب الضرورة وكذلك وضع برامج تتضمن أنشطة ثقافية ، ندوات ، معارض ، حفلات فنية، ورشات عمل، رحلات ترفيهية وكذلك الإعداد
لمؤتمرات سنوية ومهرجات فصلية أو شهرية
Koma damezrêner : sîstema karê kombûnê datîne û li ser nivîsandina sîstema hundirî disekine û sererastkirina bendên wê li gor pêwîstiyê û herwiha danîna bernameyên çalakiyên rewşenbîrî, rûniştin, pêşengeh, ahengên hunerî, kargehên kar, seyranên vehesandinê, herwiha amadekirina konfiransên salane û festîvalên demsalî an mehane.
2
:الأعضاء الإداريين
يقومون وبالتنسيق مع فريق التأسيس على التواصل مع كافة الأعضاء وكذلك استقطاب الأعضاء الجدد ونشر مبادئ التجمع وكذلك طرح المبادرات والمقترحات على فريق التأسيس لمناقشتها وتحسين الأداء العام للتجمع وإزالة كافة النواقص والعقبات
للحيلولة من تفاقمها أو دوام وجودها
2
Endamên rêvebir : bi pêwendî bi koma damezrêner têkliyê bi hemî endaman re datînin û herwiha nêzkirina endamên nû û belavkirina binemayên kombûnê û herwiha berdana destpêşxerî û pêşniyaran li ser koma damezrêner ji bo gotûbêjkirina wan û rindkirina karê giştî a komûnê û jinavbirina hemî kêmanî û kelem ta nemînin û zêde nebin.
3
الأعضاء: يواصل العضو دوام مشاركته في كافة الأنشطة والتظاهرات الثقافية والتفاعل معها بصورة دائمة ويثبت حضوره في
. ساحة التجمع ما أمكن
3
Endam : endam beşdariya xwe di hemî çalakiyên rewşenbîr berdewam dike bi awayekî hertimî û hebûna xwe piştrast dike li meydana kombûnê bi qasî jê tê.
❞ ملامح الاغتراب في رواية "وشمس أطلت على ديارنا الغريبة" للكاتبة يارا وهبي
بدأت الرواية هادرة في حزنها، تقيم حراكها الصاخب في الأعماق لأول وهلة تجول به عين القارئ بعد إطالة نظره في العنوان، حيث الاغتراب الذي يلف الشمس أول بزوغها لتصادف المتاعب والأهوال في ظل بلاد أقام فيها شبح الاستبداد واتكأ على كرسي البؤس فوق جماجم حلمت بالوثوب وانتفضت حتى وجدت نفسها في نهاية المطاف بهيئة تلك ص10 :" مشت ومشت دون أن تدرك أنها تدوس على الجثث، ثم هبت رياح قوية فرفعتها عالياً إلى السماء، فرأت الشاطئ والبحر وحتى السماء مملوءة بالجثث، جثث شكلت الخريطة وما الخريطة إلا سوريا."
: تحول أهل الوطن الغريب إلى لاجئين وشرذمة متفرقة متعبة ومنهكة في البلد الجديد والكاتبة حولت روحها حبراً يستصرخ الكون الذي ألقى بها كرواية، فترويها ببطء الذي يتنفس بالكاد وقد خرج من غرق محتم، من خلال الرواية أمكن للقارئ الولوج لمعاناة الجماعة عبر بوصلة الفرد، والعلاقة بين الفرد والمجتمع توأمية تتسم بتعقدها ورحابتها بخاصة إذا لمسنا من الفرد المرهف ذلك الانفتاح الرحب على محيطه، طفولته ونشأته ، احتكاكه بالأخرين وتطوره العضوي والنفسي في ظل التنقلات والرواية تجعلنا نتعلم عندما تشعرنا بالألم عبر سماعنا لآلام الغير،حيث تنشغل الروائية يارا وهبي بالتفاصيل المتعلقة بنفسية الشخصيات وانطباعاتها والحنين الذي تشبعت به، كذلك صلة المهاجر الجديد بأبناء البلد الجديد الذي وفد إليه، تعرفه على تاريخهم ، حروبهم وقضاياهم، هذا الاندماج وضعه أمام عالم آخر رحل إليه هرباً بل تهرباً أحياناً من عالمه الموحش المقفر.
ما يؤرق الكاتبة هو مد الجسور بين الثقافات وتجارب الشعوب على مبدأ شعبي بسيط التعرف على مصائب الغير تجعل مصيبتك تهون في نظرك، ص 24 : " تركت جدتي المنزل وانطلقت عابرة الشارع إلى محل الألبان القديم، المحل الذي كافح زوجها للإبقاء عليه واضطر من أجل ذلك إلى إثبات آريته بكل الوسائل للمخابرات الألمانية قبل الحرب."
الاغتراب السوري يعبّر عن نفسه على هيئة مجتمعات منقسمة عانت الأمرين تحت ضغط تعاقب النظم الديكتاتورية القومية عليها فجعلت أفرادها، شرائحها ومكوناتها متباعدة متنافرة كالخرزات المتناثرة، لهذا تأخذنا الرواية إلى محطة من محطات ذلك الاغتراب الذي يلخص غربة الفرد داخل مجتمع مغترب نفسياً وجسدياً، من تجلياته رغبة أبو جابر بأسلمة توماس الألماني المتعاطف مع تلك العائلة السورية، ص58 : "فاللمرة الأولى قرر توماس أن يصوم رمضان مستأنساً بالمسلم الوحيد الذي يعرفه وقد خصص لهذا الرمضان الأول واجباً مقدساً وهو حفظ القرأن بين يديه، بينما يجلس توماس أمامه مغمضاً عينيه مردداً ما حفظ وفي كل مرة كان يحدث هذا كان توماس ينتظر أبا جابر كي يصحح له أخطائه في طريقة التلاوة أو تشكيل الحروف."
الإبنة تقول في سرها: " ليتنا مثل الألمان، يصادق الأب ابنته دون حرج أو عيب، كنت سأتجرأ على إخباره بما يسبب لي الحجاب من معاناة وألم."
هنا تنتقل يارا وهبي لموضوع الاندماج والتأثر بالمحيط الذي تحاول الإبنة أن تجاهر به لأبيها، الحالة التي تعتري ديالا الواقعة في غرام الشاب الألماني، أما أم جابر ص62 : " قررت أم جابر مغادرة المدينة الصغيرة بعد أن اعتادت ما يقدم لهم بالمجان، ولم تلفتها نظافة الطرق ولا انضباط الألمان."
تعاني الشخصيات من حالة الصراع الداخلي الذي يتجلى بشكل أو بآخر في الاحتكاك بالبعض أو الآخرين، ذلك التأثر والتأثير بات سجالاً عاماً إذ يتغير المجتمع الأصلي بوفود الآخرين على الهاربين من الحروب ومشاكل بلادهم الداخلية، ذلك جعل وسائل الإعلام الأوروبية وكذلك الساسة في حالة من تنافر أو انسجام بين من يرى الاندماج قوة للبلد أو خطراً على ثقافتها، حتى ذلك الوافد بات يخشى على أولاده ومحيطه الأسري من الضياع والانصهار والابتعاد عن الموروث الجمعي، مجتمع الحرب يعيش آثار القصف والدمار من خلال التفكك الأسري وتباعد الرجل والمرأة عن بعضيهما، ذلك التفكك قوبل بالمزيد من العنف والاحتقان، ناهيك عن ذلك التفكك السياسي وأزمات الاندماج التي يعانيها الوافد والمستقبل على حد سواء، تفصح الرواية عن تلك الأورام الاجتماعية وعدم التكيف والتأقلم بخاصة فئات كبار السن، الحوار في الرواية أخذ منحى درامياً عميقاً يغوص في النفسية التي تتم معالجتها من خلال جلسات طويلة يتخللها ذلك الحوار: ص107 : " بلى سنسرق لها ظلها كما سرقنا لك ظلك، فأجابه: لن تستطيع ، ظل حنين داكن وقوي."
إن عالم الرواية بالمجمل غائص في الدراما الإنسانية المشغولة بسبر الطبائع من وجهة نظر نفسية دون الدخول لأي حدث متعلق بالتشويق والإثارة وإنما بشخوص وفدوا إلى عالم مختلف وهم يعانون من تبعات الحرب الداخلية السورية وحالة الاحتراب والتنازع المزمنتين واللتين خلقتا شرخاً كبيراً من الصعب أن يلتئم، ص159 : "الشرق هو الشرق حروب ونزاع طوائف وديكتاتوريات."
-خلاصة:
رواية تخوض في الحياة من خلال نظرة اغترابية تتوسط السوداوية والأمل في حياة بديلة، إنها تلخص اغتراب كل مكونات بلد منكوب، انسلخ فيه إنسانه قسراً من منبته، حيث تنتقل يارا وهبي من اغتراب لآخر باحثة عن ذاتها الأساسية في خضم محيط مكتظ بالأحداث والأهوال والبؤس وسوء الطالع، لسان حالها حال كل الذين يحاولون جمع ما تكسر فيهم عنوة، هذا التكيف الذي ينشده الوافدون الجدد محفوف بالعثرات والمصاعب، وكلا الطرفين الوافد والمستقبل يتخوفان من عودة التنازع والقوموية اليمينية بمعناها الرافض للديمقراطية والحياة التشاركية.
إنها الرواية الأولى للكاتبة ولابد من تتمة لهذا الوجع الذي يلخص حال المجتمع المنقسم على نفسه والمتشظي في البلاد الجديدة، فأوروبا الحلم ليست كما ينشدها البعض على الواقع، حيث ذلك التغيير الديمغرافي خلق نمطاً جديداً من الحياة على وقع آثار الحروب والنزاعات المتفاقمة من بلد إلى بلد وهنا تقف الرواية بالمنتصف من كل شيء لتعاين تلك الحياة على طريقتها.
. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
ملامح الاغتراب في رواية "وشمس أطلت على ديارنا الغريبة" للكاتبة يارا وهبي
بدأت الرواية هادرة في حزنها، تقيم حراكها الصاخب في الأعماق لأول وهلة تجول به عين القارئ بعد إطالة نظره في العنوان، حيث الاغتراب الذي يلف الشمس أول بزوغها لتصادف المتاعب والأهوال في ظل بلاد أقام فيها شبح الاستبداد واتكأ على كرسي البؤس فوق جماجم حلمت بالوثوب وانتفضت حتى وجدت نفسها في نهاية المطاف بهيئة تلك ص10 :" مشت ومشت دون أن تدرك أنها تدوس على الجثث، ثم هبت رياح قوية فرفعتها عالياً إلى السماء، فرأت الشاطئ والبحر وحتى السماء مملوءة بالجثث، جثث شكلت الخريطة وما الخريطة إلا سوريا."
تحول أهل الوطن الغريب إلى لاجئين وشرذمة متفرقة متعبة ومنهكة في البلد الجديد والكاتبة حولت روحها حبراً يستصرخ الكون الذي ألقى بها كرواية، فترويها ببطء الذي يتنفس بالكاد وقد خرج من غرق محتم، من خلال الرواية أمكن للقارئ الولوج لمعاناة الجماعة عبر بوصلة الفرد، والعلاقة بين الفرد والمجتمع توأمية تتسم بتعقدها ورحابتها بخاصة إذا لمسنا من الفرد المرهف ذلك الانفتاح الرحب على محيطه، طفولته ونشأته ، احتكاكه بالأخرين وتطوره العضوي والنفسي في ظل التنقلات والرواية تجعلنا نتعلم عندما تشعرنا بالألم عبر سماعنا لآلام الغير،حيث تنشغل الروائية يارا وهبي بالتفاصيل المتعلقة بنفسية الشخصيات وانطباعاتها والحنين الذي تشبعت به، كذلك صلة المهاجر الجديد بأبناء البلد الجديد الذي وفد إليه، تعرفه على تاريخهم ، حروبهم وقضاياهم، هذا الاندماج وضعه أمام عالم آخر رحل إليه هرباً بل تهرباً أحياناً من عالمه الموحش المقفر.
ما يؤرق الكاتبة هو مد الجسور بين الثقافات وتجارب الشعوب على مبدأ شعبي بسيط التعرف على مصائب الغير تجعل مصيبتك تهون في نظرك، ص 24 : " تركت جدتي المنزل ....... [المزيد]
❞ Rêyên zanyarî ji tekoşîndariya
nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re Rêber Hebûn
ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînî
Rojhilata navîn di seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêş newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji şêweyên têgihiştina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha guhertinê tênegihîştin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêşiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piştî ketina Seddam Husên.)
Herwisa ev beza dijwar bê dunde û armanc dibe, li rex gêjbûna mêjî û koçberiya wî, taku ji encama vê yekê ve bibe êzingekî ji cengên navxweyî re
ew ceng tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran jinavdibin,ji ber vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya wê, ma ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber vê li hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin, ne kêm pepûkî ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ye, bingehekî ji kontirolkirina rêyên wê re çêkiribûn.
Ew cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman dibin têde husteya pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) ( Komkûjiya Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê ( Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina bayê gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê ( Ricîm û dijberiyê) dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de melevaniyê bikin, gunehên yên berve saman, desthilatî û gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna berdewam û rabûna li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî 3.)
--------------
1- Komkûjiya Helebçe: hêzên ricîma Îraqê li hember Kurdan li bajarê Helebçe ya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê 1988 pêkanîbûn.
2- Komkûjiya Hema: komkûjiyeke di Sibata 1982 de çêbû dema hêzên bejî a Erebî Sûrî û bêlûkên Piştevaniyê bajarê Hemayê dorpêçkirin li gor fermanên serokê welêt Hafiz Elesed 27 roj ew dorpêçkirin berdewam kir ji bo qirkirina raperîna Elixwan Elmuslimîn li hember dewletê.
3- Hevdûgirtina Sûrî ji hêzên şoreş û dijberiya Sûrî ew hemahengiyeke ji komên dijberiya Sûrî pêkhatibû.
Û di bin siha windabûna dîtina cûda de kom bê rêber diçin û ji hevdû ve mîna libên tizbiyê belavbûyî belav dibin,li benda kî wê bi rêve bibe, bê ku alavên rêveberkirinê binasin, di bin siha nediyariya guhertinê lê pala xwe dide li ser ramanê û çalakirina ji rêveberkirina wê ve bi rengekî kirdeyî ve bi rêya gotûbêja bi mêjiyan re û şiyarkirina wan ve bi rêya têgihiştina wê ji sirûştiya rewşa wê ve, li gel wê civak derbirîneke ji rengê sîstema desthilatî re ye dema di dîmenê wê de rewşekî diyar dibe têde maf û erkên takekesan tête daqurtandin, ji sedema bikaranîna tirsê mîna alavekî ji derbirînê li ser sertiyê ve, wê çawa mêjî rabibe û zo mezin bibe bin siha kêmanî û pêdiviyê, lê bê guman ku qonaxên mirov a yekem ta radeyekî mezin kesayeta wî ava dikin, ji ber ku fişara civakî û hestbûna bi sêwîbûnê ve û kêmaniya mezin ji nermiyê re dikare kesayeteke bê par têkçûyî ava bike , derdê êş û pêrewiya mezin berve tundiyê bikşîne û ev yeka dihêle hestekî ji tolhildanê ve diyar bibe û gera li ser mafa a windayî bi rêya xwestineke dijwar ve ji xwestina wê re bi rengekî nankor û çavbirçî ve.
Ew yeka dihêle kiryarê gunehbariyê carcaran durist bibe, û xwedîkirin dibe amana bingehîn e ji pêşwazîkirina hemî reftar û kiryarên yên zarok wêna dimêtê ji destpêka çêbûna wî ve, tewrîvanên çepgir dibêjin ku sermedarî ew tekbare yê divê li hemberê wê şer bête lidarxistin bê ku bibêjin ku totelîteriya navendî ew kargeh û bingeha sîstema hebûna wê ye û divê pêşî bête jinavbirin û guhertin, ji ber ku navendiya totelîter ew naveroka sermedarî a bingehîn e ji çi hilweşandineke civakî a hatî re . : 2- hewildanekî ji têgihiştina koçberîbûnê
Seyrbûna mirov ji tiştekî re ji derveyî tiştê ku di destê wî de ew dihêle ku zêde biêşe, ev yeka me dihêle em vegerin felsefa Hindî a banga têgeha ne girêdanê kiribû, dema gotibû ku derd çêdibe dema mirov bi tiştekî ne a xwe ve tê girêdan, em dikarin wisa rêwîtiya mirov di nav koman de bi derbasbûna xwe ve li qonaxên çêbûna wî vegerînin ,ku ew serpêhatiya girêdanê ye, û têkreçûna têgihiştina wî ku ewê din bi me ve ne girêdayî ye ew tiştekî ne diyar e ji derveyî refê takekes ve û çûna wî ya xweserî û xwesteka wî ji girêdan û pêketinê re, ji bo nîgarkirina rewşa têkiliyeke jiyankirinê armanc dike, ji ber ku di bin siha wê civakê de ,em azadiya biryarê dibînin ku ne diyar e ji henas re di bin siha ricîmeke nêrîtiyê de, xuristiya ramana a jiyanbûyî ew ê qelşanê kûr kiribû bi sedema harbûna hêmanên tirs û pêdiviya dijwar ve di navbera tofên civakî de, ji ber peywendiyên mirovî bi têkreçûn û qutbûnê ve bindest in,tirs ji şadiyê ve û dûrketin ji gera li wê , ev yeka wateya wê ketina di lawazî û hingemeya henas de ye, li gel wê zoreng natebite, û di vir de kêşeya azadiyê aşkere dibe,li gel wê yaseyên sert ên mêjiyên takekesan dişon û wan dihêlin bê can û mirî bin an mêrên rîbût bin, nikarin çi guhertinê pêkbînin,tenê têkreçûn û awanteya a ku hişên yên li ser her tiştî serdest aşkere û nehêne dike, li gel wê ramanvanê Rosî Nîqolay Eliksenderûftş Birdayif dibêje : ( Çi tiştê ku ji civakê ve dertê nêzî koletiyê dibe, lê çi tiştê ku ji giyan ve dertê banga azadî û derperînê dike.) û bi vî rengî ve em gotinê wî dibînin berztir dibe di rewşa vê civaka dorpêçûyî de bi bend û baskên xizanî û milhûriyê ve.
Bê guman ku wêjeya zîndanan (Şeytanok- Mistefa Xelîfe) nûnertiya diyarkirinekî ji rewşa zîndanî a deronî re dike, li pêş lêdan, işkence û kişkişandinê yê ku ew wan jiyan dikin û ew fêrîkirineke ji aliyê deroniya wî re ye, herwiha hestbûna xwestina mirinê bi sedema azarbûnê ve ye, an çi tiştê ku êş û bindestî û tirsa heyî radiwestîne, berhinde ji êş re qonax û çaxên berve bedkariyê li kirêtirînê radibin ta tiştê herî bi saw û bi dînbûn ve, li gel wê azarbûna pîroz heye a ku di deqên olî de diyar dibin bi rêya gotûbêja soz û gefdanê ve , li gel wê tiştekî ji hestbûna bi azadiya xwedayî bi saw ve nîne ji ber ku tê pesindan bi rengekî bi bandor ve dikeve di hest û hizrê kesê pêşwazker yê bawermend de ta li wî pêdivî bike ku bitirse ji bêzariya a di jiyanê û piştî mirinê de. (Azariya gorê û Dojehê.)
3-Bandora cîgeha nû li ser niştecî
Em peywendiya niştecî bi cîgeha nû re dibînin ku bi temamî ve cûda ye ligel cîgeha a ku lê nû penageh dibe, bi sedema bêhoşiya wî û xastina wî ji mîl û helwestên demborînê ve, ji ber ku guhertina têgeh û reftaran pêdiviya xwe bi demê ve heye,ev ji bo kesên bilyan in ên ezmûnên bi êş ve berî penaberiyê jiyabûn, lê ew nikarin bibin beşekî xuristî ji civaka nû di derbarê têkelbûnê de, eger em wan bi zarokan ve daneberhev bikin, zarok zo têkel dibin bi awayekî rehet û hêsan ve.
Reweşt fermandariyê dikin li ser wan kesên ên zehmetiyên têkelbûnê li cîgeha nû dikşînin, ev yeka ne bi pêwîstî ve mirov bighîne encamekê bi çêbûna qayimbûnekê ji yekgirtinê ve bi xuristiya welat yê lê ew kes têde niştecî dibe, têgihiştina mirov bi palpiştbûn li sirûştiya vegûhêztinên wî ve û şîrovekirina guhertinan li gor rewşên bandorbûn û bandorkirinê ê jîndarê mirovî wana pêşwaz dike bi sûd in ji bo diyarkirina peywendiyê di navbera mirov û erdnîgariyê de bi rêya pevxurîna wî bi kesayet û alavan ve û wergirtina wî ji serpêhatiyên sûdmend re û beşdariya di avakirina kesayeta takekes de û avakirina zanîn û berketiyên wî bi rêya peywendiyê bi derdorê re,lê ev yeka ne hêsan e ji xwedî serpêhatiyên hevgarî ên serkotkirineke desthilatî û civakî di eynî demê de jiyabûn, ev yeka rolên têkelbûna wan di cîgeha nû de asteng kiribû, li gel wê komên serpêhatiyan ên takekesên penaber werdigrin sînora pêkanîna wan ji şopandina mercên guhertinê re ligel rewşê sînordar dike, li gel wê serguhabûna ramanî , wijdanî û viyanî di bin siha derdora nû de bi rengekî xwebexş pêknaye, li gel miqatebûna bi takekes ve û şîrovekirina paldarî û kiryarên wî ji ber ku gelek girîng e ev yeka ji bo naskirina aliyê nehêne ji kesayeta wî ve, ya armanca jiyaneke baştir dike, lê rikeberiyên rewşê û bendên jiyanê û fişarên wê ,herwiha çendayîyên ên rolekê ji nîgarkirina nîşanên jiyana mirov dilîzin mirov birêve dibin ji gîhandina rastiya a dibêje ku mirov lawê wan xêzên bêçare ne û ew li ser rehniya xuristiya rewşan mirovekî ne azad e û azadî dimîne nîgaşek, hizr mijol dike û pir caran ne xuya ye, wateya wê çi ye?
Çawa mirov pê şad dibe bi awayekî giyanî an daringî ve!?
Ev pirsînên yên di hizrê takekes de dilivin di dema gera wî ji bo penageyeke aram ta têde bijî, cîgeheke ku têde bê tirs û metirsî tevbigere, lê metirsiya mirov timî di hizr de dimîne , dema hebûn tune dibe û mirov dîlgirtiyê demborînê dimîne bi helwest, bûyer û bîrovebûnên wêna li ser henas ta demekî dirêj ve .
Takekes timî di bîranîna demborînê de ji reftarên xwe ve qutnabe, bi taybetî ve eger ew demborîn têde saw û têkreçûn hebe, ji ber ku lêdanên yên derbasî takekes dibin bi demê re neman nabin, lê di ne hestbûnê de cîgir dibin û tevlî koma sêwirên takekesî dibin,di hundir de dimînin, di nav xwe de dijîheviyan hembêz dikin, dema takekes bîra erdê dike, hewayên hêdî ne rêncbûyî dibin pêşkerekî ji jiyaneke baş re, têde geşbûn û ferehî gelek peyda dibe, bi vî rengî em dikarin takekesê penaber têbighin dema xwe li dor zincîrekê ji helwestan dipêçîne wî hîşt tebitî be û li dor demsalên demborînê û peywendiyên wê pê re bizîvire, bi awayekî dudil ve, ew metirsî parçeyekî naye veqetandin ji henas ve, dihêle hensa fêrî sêwirên xwe bibe, vekişîna berve ez û dûrketina ji nakokiyên din ve bi wê re, tenahî hîşt bibe nanê jiyanê a bingehîn, ji bo em henasê binasin divê em têgeha piran di navbera din de saz bikin, ji ber ku reqbûna a ku penaber bi ê din re dijî wî dihêle tam ji aramiyê qut bibe, û jêre xuyakirin dide ku jiyan tenê şeytanokeke li ser xwe ve dizîvire , rastî çi ye?, bi rêya tiştê ku mirov ji jiyana xwe dixwaze tê berketin,ango tiştê wî dihêle geş bimîne û wateyên ferehiya cûrbecûr bijî.
Serpêhatiyên mirovan encameke girîng in ji takekes re ji bo bikaribe henasa xwe geş bike bi rêya guhertinên girîng di derbarê pêşveçûna kirdeyî de, têgihiştina vê yekê alîkariyê dike ji bo têgihiştina zikmaka rastiyê bi palpiştbûna li ser seyarana girtinheviyê ji bo baştirînê.
4-Nasnameya serketî di rû nasnameyên barketî de
Cengên nasnameyan bê guman di her cihî de û ji derveyî sînoran ve diqewime, lihevketin di kokên xwe de kêşeyekê radike naveroka wê hewildana desthilatên netewî a navendî ji binyadkirina girtinheviyên navxweyî ên gerentiya hebûn û serdestiyên wê di dewlet û civakên xwe yên resen de didin, li gel wê em Tirkên alîgir ji rêbaza Islama siyasî re a ku ( Erdoxan 1 nûnertiya wê dike) dibînin tevî ku gelek ji alîgirên wî li Elmanyayê jidayikbûn e di nav derdoreke demukratîk de ku bi maf û erkan ve bawer dibe,lê ew tevî vê yekê şêwaz û nerînên netewî ên teng a li hember her tiştekî demukratîk derdikeve weşan dikin.
Ew nakokiya a cîgir di nav vê tofê de ,şopîner li matmayîbûnê dehf dide, ta bipirse li ser dûsereyîya ramandinê, eger tu bi milhûrekî desthilatdar ve bawer dibî û li pey wî diçî, çima venagerî û li welatê ku ew têde serok e najî!?, dewsa tu bi binemayên yeksanî û demukratiyê ve li van welatan şad dibî?!!.
Welatê ku ew têde mezin bûn e û bi civakên wê re têkelbûn e, çawa em dikarin vê şîrove bikin û vê cihêbûna ramanî têbighin dema tu piştgiriyê milhûrî û navendiya dewletê dikî di eynî dema tu li welatekî li ser bîngeha sazî , ricîma yekbûyî a ne navendî û yaseyê avabûye de dijî!
Ev yeka me dihêle em agehdar bibin sengerkirina parastvanê nijadperestiyê bi ramaneke li hember jiyanê û hevjiyana hevbeş napejirîne û li hember nerînên cûda tekoşînê dike ji berjewendiya yekalîbûna nerîn,raman û gelemperatiya wî.
Em cengên nasnameyê dibînin mîna bersiveke ji suriştiya girtinheviya mirovî dema bi rêve diçe ji bo parastina taybetmendiyê bi rêya jêbirina taybetmendiya ê beranber ve an pişaftina wî di nav xwe de, li gel wê zorenga nijadan li ser nankoriya malgirtinê derbirîn dike,dagirkirina erdnîgariyê, hatinên xwarinê, gaz û avê .
----------------------
1- Receb Teyib Erdoxan 26.02.1954 hatibû dinê, siyasetvanekî Tirkî ye û serokê duwanizdemîn e û niha ye ji Tirkî re ji sala 2014 ve.
Ev rê dide aliyê serkeftî ku destê xwe deyne li ser samanê, wê hilîne û anîber bike li ser hesabê stûxwariya nasnameyên biçûk ê helistên bergiriyê li cem nîne taku bikaribe li berxwe bide, ji ber ku navçe bi girtinheviyan ve cîteng bûye, û li ser nanê diljêçûnê jiyan dike, berdêla vê yekê pêkanîna pirojeyên têkoşîndar û jînî û vexwendina li civakeke zanyar ,xwesteka karê sazmanî dike mîna destikeke rizgarbûnê ji cenga nasnameyan a vala, eger agirên cengên gewdehî û devên agir û gullebaranê rawestin, lê wê bi hêsanî şopên agirên gûrbûyî newe jinavbirin, ên bi xwe re heznekirî û kînê tînin, û li ser tê avakirin ji aliyê ew ricîma a ku bi movikên dewleta Tirk ve ji damezrandina wê ve girtî ye, li ser bingehên nijadperst û totelîter çi nirxî ji netewên ên pê re dijîn nade, serweriya nijada Tirkî û binyadkirina wê mîna çandeke bingehîn li dibistan, peymangeh û zanîngehan û kûrkirina daberizka ez û bişanhildana diljêçûnê bi rêya vê yekê, kûrkirina girsbûnê di ez de li cem nijada tirkî bi fermaneke desthilatî ve nûbûyî bi rêya hatina ricîmên faşî, ew xatirkariyeke ji tewriya hêz re ye, û kolekirina pêkhateyên lawaz, rûtkirina wan ji rabûnên hebûna xwe re,ji erd, nasname,ziman û şopên şaristanî ve, pişaftina rêzimanî ê ricîmên Tirkî pêkanîbûn gerentî dabû ji pişaftina gelê Kurd di nav zimanê Tirkî de, gelek hatibûn e pişaftin, nikarin dûbere li zimanê xwe miqate bin, an nirxekî baş û
rastîn bidne zimanê xwe, bi bihaneya ku dem dereng ket û êdî nema ev yek çareser dibe, an bi rêya bihaneyên ne girêdayî bi pêwendiya ziman bi hatinrêzê ve, û wisa em dibînin ku rewşa xemsariyê hatibû dîtin mîna hewildanekê ji bo hembêzkirina pişaftinê an pejirandina û rewakirina wê, ev yeka dibû ji alavên serkeftina qirkirina rewşenbîrî, li rex hewildanên dewleta Tirk ji roxandina kevineşopên dîrokî û konewarên şaristanî li bakûrê Kurdistanê (Hesekêf) wek nimûne û kevineşopên li Amedê ya kevin (Diyar Bekir- Taxa Sûr) û wêrankirina kevineşopên (Eyin Dare) li Efrînê, ji derveyî paşguhkirina wêzimkarî li navçeyên Kurdistanî û belavkirina Islama kevinşopî têde, binyadkirina rewşa çetîtiyê a bi saloxgeriyê û artêşa Tirkî re hevkar e ,herdû gelek kiryarên wêranker li hemî deverên Kurdistanê pêkanîbûn, ji bo bazdana xwedî war û valakirina navçeyan ji xelkên wê ve û koçkirina wê ya berdewam bi aliyê bajarên Tirkî a mezin ve û hîştina Kurdistanê paşgukirî wek kavilên bêkesmayî, ji ber vê yekê armanca tewriya hêzê ew guhertina kiryarê di derbarê takekes û koman de û ger bi cengên derveyî ve û qirkirinên gewdehî ve dewlet avabûn wê pişt re bête veguhêztin li qonaxa miqatebûna ji bermayên van cengan ve di civakê de, bi çandina tovên têgeha serweriyê ve li ser jîndarên lawaztir, gotinekî oveye bicî dibe naveroka wê ku( hêza wan pêkhateyên lawaz û bindest xurtir bû wê rikberiyeke metirsîdar li ser dewleta netewperest a bi hêz ve bikin), ma çawa dewleta Tirk hebûna xwe mîna neqşeyeke siyasî parast!?, bi rêya kirîna kesan bi pereyan ve , ji nêzikirina hinek rêvebirên êlên Kurdî ve (Hawarxwastina Eteturk ji axeyên êlên Kurdî ve di dema cenga serxwebûna Tirkî de) an bi rêya kuştin û serkotkirina şoreşan ve (raperîna Şêx Seîd Bîran sala 1925 pişt re serhildana Seyid Rîza 1937-1939), bi rêya ajotina êlên alîgir ji dewletê re li hember van şoreşan û ev kiryar tê nûjenkirin ji aliyê neviyên Toranî ve ta roja me ya îro ( çeteyên parastvanên gundan li hember partiya karkerên Kurdistanê.)
Ji ber vê em tekoşîndariya nijadperestiyê mîna kedekî zehmet dibînin dema dewlet mîna alavekî parastî jêre be, wî ji hewildanên gewirîn û serkêşiya cemawerî diparêze, ta bibe destûr û rêyeke jiyanê, bobelat û cengên navxweyî ta dema dûr bi dû xwe ve tîne tevî ku cîhan bûye gundeke gerdûnî biçûk ji pêşketina destikên xweşî û peywendiyan ve, lêbelê ramanên netewperest têkneçûn, lê têne çalakirin û xwarinkirin berdewam in (Rasta Millî li Ewrûpayê) û dehfandina cemaweran ji lêketinên vala ve bi dawiyê ve hatin û xêrên wê neman dibe, ji ber vê yekê kedên dikin di rû bivveya derbasbûna tewriya netewî û kirina wê mîna sedema parçekirinê hîn têr nake bi taybetî ve ku desthilatên xwedî moreke totelîter li hember çi hewildaneke demukratîbûnê li hundirê wêlêt an ji derveyî sînoran ve radiweste, mînaka vê yekê tiştê ku Îran û Tirkî dike ji guhertina rê û aliyê van şoreşên rojhilatnavînî ve û xwarkirina wê berve xefka Islama siyasî bi herdû şaxên wê yên Sinnî û Şêî ve, lê hewildana zorkariya fermî ji dewleta serkotker re ji bo bicîkirina xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê diyar e bi rêya pêngavên tunekirin û paşgukirina gellan yên dijberiyên siyasî ji van ricîman re eynî rêbaza desthilatê bikaranîn li hember pêkhateya Kurdî bi rêya berdana roparta serketinê, tiştê hîşt xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê xwestekeke lezlêkirî û serkeftî be dema ku bi xwestekên navdewletî re lihevhatî be, ji ber ku rastiya dîtina civakeke demukrat pêknaye di bin siha hebûna zorkariya fermî ên van dewletan pê êrîş dikin û di navbera hevdû de timî li ser piştrast û erê dikin tevî çiqas nakokî û rewşên aloz, ev yeka jî derî vekir ji destwerdanên navdewletî û zorengên herêmî re ê bêhtir gelê Kurdistanê buhaya wê ya giran dida.
5- Tekoşîndariya nijadperestiyê û berzbûna civaka zanyar
pîşesaziya azadiyê bi rengekî kirdeyî ve bi şoreşa mêr û jinê ve girêdayî ye di eynî demê de, û rêbaza zanyariya rastîn ew ji bo jêbirina kêmaniyê û hestbûna bi jêrîtiyê ve li pêş yê serkeftî an serçûyiya hilgir ji reftarên desthilatê ve yê pê hatinrêzên xelkê dixe di bin gefê de, divê ew şoreş bê têgihiştin pêşî ji pêdiviyeke bê sînor ve ji ezgerkirina mirov ve ta dûrî kêşeyê girêdayî bi bîrdozkirina wî ve be li gor rêbaza desthilatê.
Berketina me ji kêşeyên kûr ya civakê ve û baweriya me bi sûdê guhertina wê û rakirina jêrîtiyê ji ser jina rojhilatnavînî ve dibe sedemekê ji zayîna ramanan re û avabûna kesayeta ne pêrew , ji ber ku takekes pêşî li dayika xwe dinêre, mîna mînakekê di destpêka çêbûna xwe de, û li alava desthilatdar a sert dibîne çawa ku dixebite ji bo perwerdekirina mirovan li ser rageha şiyarbûn û tirsê , bi mebest ve hizr mijol dike bi rêya bêkarî, xizanî û paşgukirina wêzimkariyan û belavkirina gendeliyê mîna rêyekê ji belavbûna hingemeya civakî ve, ji ber vê yekê em zanyarên mêr li rex zanyarên jin dibînin parçebûyî , ji hevdû cuda ji bo çarenivîsê xwe dixebitin, çi sazî wana nacivîne û derdê parçebûnê dikşînin, ev yeka jîniya netewê lawaz dike, wê dihêle di nav dabeşbûn û parçebûna xwe yê siyasî de be, yên ricîmên totelîter li wan bi rêya tirs û kirîna kesan ve sepa kiribûn.
Zanyarê azad bi kirdeya mehnedanînê û vexwendina ji tekoşîndariyê ve bawer dibe mîna rêyekê ji şiyarbûna tirsokan ve, û sazîkirina naverokekê ji pirojeyên yên dikarin ji takekesan re bosteke fereh çêkin ji bo rabûnê.
Rizgarkirina ji hestê kêmaniyê li cem jin û mêr ve bi rabûna zanyarên jin ve destpê dike ên dikarin erkên çarenivîsî bi zanyarên mêr re parve bikin ji rêvebirina civakê ve û perwerdekirina nifş li ser rageha azadîbûna takekesî ji desthilata bîrdoziya partîtiyê an desthilatiyê ve di qata bilind de bi rêya pesindana zanyarê azad û beskirina bişanhildana tek serokî ji bo berhemdana serokên ên wêzimkariyê dikin û bêdeng dixebitin.
Malgirtina bîrdozî ew hewildana darjêdankirina dilniyabûnê û ciwanîkirina wê bi raçête û dagihêjîtinan ve pêrewîkaran hewil didan cilê rastiya a gumanî pê nabe lêbikin, di dema ku zanyarên jin û mêr li hember van hewildanan ji kevin ve radiwestin, gelek ji wan jiyana xwe jidestdabûn li pêş dadweriyên soraxvanîkirinê ên bi husteyî ve wana azar kiribûn û berhemên wana sotandibûn, eger çendîn şîrovekar xwestin desthilatiyê ciwan bikin û cilê çaksaz û feylesofan li wana bikin lê ew bi serneketin.
Mildana cemaweran bi koratî ve ji pirûpogandeyê serokê birêz û pendiyar re binyadkirineke ji gendeliya giyanî ye û reşepêşkirina ramanî re ye bi rêya rewakirina mildanê û kirina wî mîna erkeke niştîmanî, herwisa zanyar di metirsiyeka mezin de dimînin, tên e dabeş û parçekirin û zehmet dibe anîna wan li ser peyv û nerînekê, beşekî ji wan dibin pirojeyên pêrew tenê gotinên xweş dibêjin û dibin layîngiriya desthilatê tevî (diljêçûna wanî veşartî jêre), beşekî din bi giştî ve dûrî dîmenê vedikşin bi rêya koçkirina ji welêt ve an bêdengiyê an carne serserîtiyê dikin bê hemahengî an pêkanînên ku karibin guhertinê pêkbînin, kesê çevsênîbûyî bîra xwe bi xwe re radike eger berî xwe bide ku derê, bîr dibe amaneke hemî dîmen û bûyerên mirov kurtas dike di hundirê welatê xwe de bi taybetî ve qonaxên çêbûna wî ya a yekem, ji ber vê yekê yek dibêje ku cîhan tevî ku di warê erdnîgariyê de bête dabeşkirin di navbera rojhilateke giyanî û rojavayekî hişmend de lêbelê hatina koman û tevderbasbûna wan bi hevdû ve wê erdnîgariyê tebitî nehêle û ne jî çavkaniyên zanînê lê wê her tiştî bimîne di nav têkelbûnê de , ji ber vê yekê em guhertinên deronî dibînin ku berve vebûnê di navbera çandan de çalak dibin, ta erdnîgarî bimîne bin siha şoreşên pêwendiya civakî (Fêsbûk,Tiwîtter,Instagram , Youtûbe û Whatappê ) li pêş hemî hatinrêzên nû wê vekirî bin , wê ropartên nijadperst nikaribin têkelbûn û hevdîtinê sînordar bikin.
Desthilatbûna a li ser civakê pêkhatî, tenê jehrên xwe di hizrên takekesan de berdide ta wan bike qurbaniyên lîstoka rev û bazdanê ji rewşa lêketinê ve.
Nijadperestiyê mîna şepêleke ji aliyê hevjiyana hevbeş ve nevêtî dibe .
Ew ji bermayên ceng û girtinheviyên navxweyî ne ên di navbera pirkes û kêmkesan de çêdibin, şopên xwe yên deronî di hundirê xelkê de dihêle ,ên rastî serkotkirinê tên, dibe ku koçberiyên ên ji zorkariya siyasî ve encam didin bi rastiya rabûna nijadperestiyê ve peywendîdar be, mîna binemayeke jiyanê partî an dewletên ên li berbijariyên mezintir û destketiyan digerin lê xwedî derdikevin, di baweriya xwe de ku ew xwedî bişanhildana dîrokî ne û timî ji serdariyê re di her çax û qonaxekî de şiyandar in ,ew komelbûyîn mîna hewayeke lihevhatî saz dike ji bo rabûna nijadperestiyê û hestbûna bi cûdabûnê ve ji rengên civakî yên heyî re, herwiha dibe metirsî li ser çand,desthilat û navendîbûna fermandariyê.
Tirsa Tirkan ji kurdan ve ji baweriyekê ve pêktê ku Kurd metirsî ne li ser welatê Tirkiya yê ê ku beşekî mezin ji erda wanî dîrokî ve li gel dewletên cîran hembêz dike , ji ber ku sabara Kurdistanî mîna şevpestek e li hember wê û divê pîlanên berdewam bêne amadekirin li hember hewildanên wê ya berdewam, ji ber vê yekê nijadperstiya rojhilatnavînî dijminê demukratîbûnê ye û piştgirê dewleta netewperest a saloxgêrîtî ye , ê timî ol bi awayê xwe yê ragehî ve bi xwe re têkel dike mîna destikekê ji fermandariyê re û gerentîbûna pêrewiya bêhişan bi rêya dergeha Islama siyasî ve.
Nijadperestiya Ewrûpî bersivek bû li hember penaberên ên di welatên wan de niştecî dibin, mebesta min ew nijadperestiya nûjen ê her û her hêdî hêdî bi derbasbûna demê ve bilind dibe, bê guman cenga navxweyî li Sûrî, girtinheviyan ji derveyî sînorên wê ve şiyar kirin, ger li Tirkî an Îran an li cîhana Erebî û welatên Islamî bi giştî ve ên derdê xizanî,gendelî û bêkariyê dikşînin.
Ew dibûn naverokeke dewlemend ji rabûna komên Islamî re yên sînoran derbas kirin .
Çûna bi aliyê tekoşîndariya nijadperestiyê ve di zanîna zimanan de û peywendiyê ye bi gellan re ye, li gel wê ramana parçekirina xelkê di navbera tofên bilind û nizm de xwestekeke rêbazbûyî ye ji bo rêvekirina li pêş girtinheviyê û bergekirina wê bi awayekî bîrdozî ve, ta bibe rêyekê ji dagirkerî û serdestbûnê re bi rengekî hêsan ve, ji ber ku çi bihaneyeke hişmendî ji gotinê wî Elmanî re nîne dema Êmanoêl Kent 1 1724-1804 dibêje (wekî zêdekirina li ser tewriya wî ya zanyarî ve bi dabeşkirina zayendên mirovî li gor reng), gotibû ku zayendên bêhtir jîr û pêşveçûyîn û beşdarbûn ji avakirina şaristaniyan re ew zayendên sipî ne, pişt re zayendên zer tên ,dûrre reş lêbelê zayendên sor û hindiyên sor û gelên parzemîna hindî mîna bedtirîn zayend tên ji aliyê jîrbûnê ve û kêm pêşdikevin li gorî derbirîna wî!.
Feylesofên pêrew ji kar û barên desthilatên xwe re timî bihane didabûn e wan ji bo xwe berfereh bikin û serweriya xwe berdewam bikin.
Em yê Engilîzî Dêvid Heyom 2 1711- 1776 dibînin dema dibêje bi dûrxistina nijadên ne Ewrûpî ve û wisa diaxive :
( Ez qet guman nabim ku reşik û hemî çûreyên mirovan ew di xuristiya xwe de ji mirovê sipî ve jêrtir in.)
Yojîn Fîşer 1874-1967 banga paqijkirina mirovan û kuştina dilovan ji seqetan re û qirkirina Cuhûyan kir, van helwestên tarî ji binî naghe rastiya mirovê zanyar, lê bervajî gemiya mirovahiyê û aştiya afrênerî diçe, ê mebesta min bi wê avakirina stûnên huner ,pêşesazî û afrêneriyan ji bo jiyana mirovî a yeksan û pêkanîna geşepêdanê ji bo xêra hemî qat û bijardeyan û parastina destketiyên mirovê hişmend li hemî deverên hebûna lihevhatî.
----------------
1- Êmanoêl Kent: Ew fêlesofekî Elman e ji çerxê hejdemenîn e 1724-1804 , jiyana xwe hemî li bajarê Kunisgbêrg li şanişîna Birosiyayê bihûrand, ew dawî fêlesofên bi bandorbûn li ser çanda Ewrûpî a nûjen.
2- Dêvid Heyom: di 26 Nîsanê sal 1711 de jidayikbû û di 25 Tebaxê sal 1776 de koçkiribû, fêlesof,dîroknas, û aborînasekî Iskutlendî bû û kesayeteke girîng bû di felsefa rojavayî û dîroka ronakbîriya Iskutlendî de.
Ewrûpa ramana ne jinxwaziyê bi gellên din re derbas kiribû, bervajî gotina ewê Ferensî Arthir Gûbîno 1 1816- 1882 ê guman dikir ku tekelbûna nijadan û jinxwaziya wan ew sedemek e ji têkçûna şaristaniyan ve dema dibêje : ( Arîbûn têkdiçe bi rêya têkelbûna bi hunerên reşikan ve.)
Em îro têkelbûn û pirbûna çand û şaristaniyan dibînin ku hinira raberî,raman û berzbûnê li cîhana bê bend û sînor berdide , li gel wê zanyarê Birîtanî Tişarliz Darwin 2 1809- 1882 di pirtûka xwe de (zikmakê çûreyan) dema tewriya xwe pêşdebiribû û nexwest xelkê di navbera tofên bilind û jêrîn dabeş bike, ji ber vê zanyarên ên berketin û raberiyên xwe ji bo civakek e zanyar bikaranîn ewê yên di xwe de taybetmendiyên ku wana dihêlin hebin û serbikevin bi wê xweşrewş dibin, lê ew tofên ku bi jehrên tundirewiya olî û netewî ve têkçûyî timî bi tembelî û jêrîbûnê ve bindest dimînin, ji ber dibin barekî zêde li ser heyînê, dema li ser diljêçûn û nijadperestiyê û xewinên serketina diravî a nijadî dijîn, ew rêberên dirindîtî ,kuştarên giştî û koçkirina bi zorê ne, nikarin têkelbûnê bi giyaneke nûjen ve têbighin, ji ber ew ji zanyariya a ku bi rewişt ve yekbûyî ye dûrketibûn.
Hebûn tenê ji zanyarên jin û mêr re ye ên li pêş rêya xwe astengiyan radikin û bi binema yekîtiyê di navbera jin û mêr de bawer dibin, bê pêrewî û kêmîtî, ji ber ku hebûn para afrêner e û ev yeka rizgariya hebûnê ye û dawiya desthilatî û pilana li ser mêjî ji dergeha sazkirina tirsê ve.
Netewhezên rojhilatnavînî ji Ereb,Faris û Tirk û jibilî wan gelên ne li gor xwe mîna çeteyên girêdayî bi derve ve dîtibûn û divê bêne hilkirin, serkotkirin an pişaftin li gor berketiyên xwe.
Va zanyar Curc Terabîşî 3 dibêje : ( Pir tewrîvanên netewperest gîhan astekê ji mendalekirina kêmnetewan ku wana danasîn kirin ku ew kêmnetew ji çêkirina mêtingeriyê ne, ji ber ku kêmnetewan hebûnek wanî bi xwe nîne, lê ew di rewşên herî baştir ve tenê derzên dîrokî ne, lê entîke ne divê carek din têkevin di yaseya helandin, parçekirin û piştre têkelbûnê, ew tu carî bi çi rewşî ve nabin nîşana cûrebûn û çavkaniya dewlemendiyeke şaristanî.)
------------
1- Cûzêf Arther Gûbîno: 14 Hizêranê 1816- 13 Çirya pêşin 1882 xanedanekî Ferensî ye, pêşdebirê tewriya serkeftina nijada Arî ye.
2- Tişarliz Robert Darwîn: zanistvanê dîroka xuristî û ciyolocîk e, li Engêltrayê 12 Sibatê 1809 jidayik bû, 19.Nîsanê 1882 koça xwe kir.
3- Curc Terabîşî: 1939- 16 Avdarê 2016 , ramanyar,nivîskar, rexnegirekî Sûrî ye.
Wisa civak hatibû parçekirin û bizdan di jiyana xelkê de weşandin, zorkarî mîna bergekî giştî diyar bû, desthilata netewî wê mîna rûpêçekî li xwe kiribû.
Zanyarên Ewrûpî berî xwe dabûn e penda cûrebûnê, hevdîtina mirovî û pêguhertina rewşenbîrî di navbera netwan de, ji nirxê mirovê hişmend li hebûnê bi serketibûn, va em zanyarê Ferensî Kilûd Straws 1 1908- 2009 dibînin tewriya nijadê bi rengekî dij saz dike û dibîne :
( Cûrebûna çandên mirovî divê bi awayekî bêcan ve newe berketin, ji ber ku civakên mirovî ne bi tenê ne, dema di asta herî dûr de ji pileyên cihêbûnê ve dimînin dîsa jî pergalên parçeyan an koman distînin.)
Berhinde ev piştrastkirineke li ser serkeftina nirxên ronakbîriyê beranberî lawazbûn û pûçbûna gumanên nijadperestan û tengiya asoyê wan.
6- Dîtinekê ji awayên sazbûna sitemkariya siyasî ve
Têkiliyên mirovî hatin guhertin taku di navbera alîgirtinan de bêne dabeşkirin, û nirxê xuristî ji peywendiya xuristî ve li pêş hezkirina desthilatî û têkalîna peyrewan li dor hevdû kêm dibe.
Ev guhertin û dabezîna di rewşê de amadebûna dirindî li cem mirovê pêşbaz ji bo limêjkeriya hêrsê piştgîr kir, peywendiyên qezencî dewsa peywendiyên xuristî cihê xwe girtin û dêmên mirovê diravî pir bûn û ji dema hêsanbûna jiyana wî ya destpêkê ve zehmetir bibûn, êdî li pey rewşeke li ser sertiyê ve cîgir e dikeve û wê bişanhildan dike, ta bibe mîna eynikekê jêre an pîvanekê ji têgihiştina başbûnê ve û çûna bi dû wê ve.
Dirinde li vir serwer e û li ser vînan serdest e, ew wan bi dîmenên hêz û şehnaziyê ve dinixûmîne, taku bedewbûn, xweşikbûn û ciwanî bibe dîmeneke nerm ji dirindiya jiyana nûjen re ê gelek mirov xwe pê girêdidin bi bihaneya nûjenkirina jiyan û nirxan ve.
Ev yeka berzbûnekê saz kiribû bi aliyê harbûnê ve ji pêşbirk û zorengê de û herwiha ji malgirtinê re, berhinde komkirina girtiyan di zîndanê de û pêşwazîkirina wan bi rêya afirandina cûreyekê ji azarkirinê ve bi sernavê ahenga pêşwazîkirinê (girtîgeha Tedmur1) dibe yek ji ferehkirina pêşesazîkirina dirindî ve.
-----------
1- Zîndana Tedmur: zîndaneke leşgerî bû nêzî bajarê Tedmurê a çolî dikeve li rex kavilên wêna yên navdar piştî 200 Kîlometran bakûrê rojhilata paytexta sûrî Şam, di sala 1966 de hatibû vekirin, di bîngeha xwe de ji bo leşgeran hatibû çêkirin di bin rêveberiya asaîşa leşgerî de ye, navê zîndanê bi navnokitinê ve girêdayî ye, di sala 2001 rêxistina lêborîna navdewletî raporekê belav kiribû wê zîndanê pesindan kir ku (hatiye çêkirin ji bo mezintirîn zorbazî, tirs û derd di dermafê girtiyan de pêkwere.)
Guhertina mirov ta bibe jîndarekî tevlîhev di kar û kiryarê xwe de, şîn û işk hildikşîne, dibe wêranker, bi rêya azarkirina wî ji rêya dergeha zorbazî û tolhildanê re, ji ber diyardeya girtiyê siyasî di xuristiya xwe de derbirîneke li ser pêşesazîkirina dirindiyê, girskirina bizdanê di jiyana takekesan de wana berve dawiya wan dibir.
Azarkirin hat e bikaranîn bi gumana gera li rastiyê û naskirina gunehkar di kevin de, li Yonanistanê û di dema Islamê de û berî wêna, herwiha di serdemên navîn de, mîna destikekê ji parastina keşeya katolîkî ve hatibû bikaranîn, li gel wê di salên şêstan de ji çerxa buhirtî ve zanistvanê deronî Stanlî Mîlgram 1 ezmûnekê li zangoya Yayil pêkanîbû ji bo têgihiştina pêvajoyên Holûkustê ên leşgerên Nazî li cenga cîhanî a duyem pêkanîbûn û zanistê deronî a Emrêkî Filîb Zimbardo 2 ezmûnekê di zîndana Stanfordê pêkanîbû û gîhabû encamekê ku kesên azariyê pêktînin divê pabendî fermanan bibin ji ber ew baş bawer in bi ricîmekî bîrdozî cihekî xwe yê civakî û sazmanî girtî ye û mirov di sirûştiya xwe de bi awayekî suriştî ve fêrî derdora civakî a ku têde dijî dibe û armanca ricîma Baes a serkotker ew sînordarkirina afrêner û ramanyaran û radestbûna wan bi sedema azarkirin û sixêfan ve yê rastî wana dihatin, ji ber vê yekê terora dewletî li ser çi teroreke dijî wê zêdetir dibe û bi kirêtî cihê xwe di dîmenê dîrokê de distîne, ji bo ku desthilat xwe ji roxandinê ve rizgar bike sertiya bê sînor pêktîne, pêşesazîkirina terora dewlet, partî, komên biçûk,Komelêyên nepenî, Mafiya û malbatê ew li ser xwe parve dikin, li gel wê teror ji ramanekê ve ku di henas de bi lez ve tê mezinkirin destpê dike, ta bibe binemayek an zagonekî.
Rastiya ev yekîtiya dîrokî di navbera mêrê ol û desthilatê de gelek derdên dirindî bi xwe re derxistin, tirsê piştrast kiribû wekî dibistan û zanistê çêkirina mirov bi herdû şaxên wî ve a oldar û pir tirsok ji fermandar ve, ev yeka rê dûz kiribû li pêş berzbûna ricîmên bi hêz û serkêş gelek pispor in ji eyarkirina kelejana cemaweran ve, stonên çandeke gelemper û olî binyad kiribû taybetmendiyên xwe ji efsanîbûn û rewrewkan ve distîne, ên bibûn rêbaza jiyana rahênanî a li ser şagirtan ji zaroktiya wana ve hatibûye sepandin, ev bijardeyên xort dehfdabû ta bi çi tiştê vala biramin ji bilî mijarên guhertin û demukratîkbûna naverokî .
-----------
1. Stanlî Mîlgram: (15.08.1933-20.12.1984) zanistvanekî deronî civakî Emrêkî ye, gotar û xwendinên cûrbecûr pêşkêş kirin.
2. Filîb Zimbardo: rojbûn 23.03.1933 li Niyûyûrkê Emerêka, zanistvanekî deronî ye û mamoste ye li zanîngeha Stanfordê, di sala 1971 de navdar bû bi rêya pêşkêşkirina wî ji ezmûna zîndana Stanfordê a navdar , gelek pirtûk û gotar di warê zanista deronî nivîsandibû.
Bê guman ku avakirina nimûneya zanyarî li cem takekes di bin siha vê rewşê de pêdiviya xwe bi berzbûna navendên ronakbîrî mezin heye bi cemaweran re têkeve dan û standinê bi rêya wêje, raman û hunerê ve, pêdiviya vê yekê bi saziyên xurt ve heye gotûbêjên xwe ligel desthilata siyasî kûritr bike û ji bo pêşesazîkirina biryar û çêja giştî beşdar bibe, bê vê yekê şoreşa zanyarî pêknaye, ew şoreş aştyane ye ne sert e û di sirûştiya xwe de gendeliyê napejirîne.
Desthilata siyasî rewşeke qayim e di xuristiya xwe de, lê hişmendiya desthilatî mirov dikare kêmtir bike bi rengekî ramanî ve bi rêya vekirina derfetan ve ji hemî zanyaran re ji bo têkel bibin di bîngeha wî de ji jor ve ta binî.
Ev yeka dibe kelem li pêş diyarbûna dirindîbûnê , em wêna bi berdêla bi sûd ve binav dikin, berhinde hişmendiya gelemper naye şikestin tenê hêdî hêdî û bi rêya ramandina bi geşepêdana hişmendiya afrênerî ve li cem takekes kêmtir dibe , taku bi rê û hunerên rêvebirinê ji zaroktiyê ve huste bin, ramandin ji derveyî bişanhildan û guhdana desthilatiyê bûye tiştekî zehmet, berhinde hişmendiya afrênerî li cem zanyarê jin û mêr mijol e bi rêyên rizgarkirinê ve ji kulbûnên desthilatî û derzên wêna li ser hizr ve, jihevekirineke diyar ji aloziya ramandina toj ve nîne, ê ku mirovê bi tenê wêna jiyan dike di dan û standinê bi pirsên xwe re û sînorkirina derbasbûna wê di hundir de ta nebe pişt re sedemekî xuristî ji rikberî û raperînê re, berhinde reşbînî û dilzariyê nûnertiya riwê giştî ji jiyanê re dikin, di çarçoveya wê de windabûna mirovê rojhilatnavînî di nava windabûnê de encam dide û radestbûna wî pişt re ji qamebûneke ramanî re pasfinde ji tembelbûneke giyanî û hizrî tê nayê derbaskirin tenê bi zehmetiyekê ve, bê guman ku wêje û huner bi pêvajoya lihevketina desthilatî ve bandor dibe, li vir em dikarin bibêjin ku zanyar dûrî destwerdanên desthilatan û fişarên wana radiwestin û ji dîmenê ve bi giştî ve dûrnakevin, tenê bi awayekî ve dîtinên wanî bê alî xira nake bi aliyê geşepêdana ramanên nû ve ger bi desthilatê ve civiya an li hember wê sekinî.
Ma gelo em dikarin têgehên desthilatê ji nehestbûna komî ve jêbibin?!
Tenê bi derketina rêveberiyeke nû ve?!, ma derketina tewrîkirineke bîrdozî kêşeyê çareser dike ta bibe berdêrekê ji desthilatiya berê re!? ,an ew desthilatiya nû divê hinek reftarên wê desthilatiya berê bihêle ji ber ku henas fêrî cûreyekî ji fermandariyê bû ye, nikare bi hêsanî jê veqete, tenê piştî salên ji perwerdekirin û rahênanê?!
Xalek din heye diyar e û girêdayî ye bi rêyên naskirina pêşerojê ve ji bo derketina dirindîbûnê ( Şoreş) , ji ber ku Foltêr 1 berî mirina xwe 1787 behsa şoreşekê dikir dema got:
(Xort wê rewşa wan şadtir be ji ber wê tiştên ciwan bibînin, Ferensî timî dereng tên, lê ew di dawiyê de tên.)
li gel wê di reweşta desthilatê de hinek zanyarî hene rê jêre vedikin ji bo zêde serdestbûnê li ser xelkê pêkbînin û li rexê din zanyarî hene xelkê bêhtir şiyardikin bi girsbûna bobelat û felaketên ku li ser wan dimeşin pişt re tevdigerin taku hewil bidin mafên xwe bistînin, berhinde em paşketina ragihandinê dibînin ta pileyekê qedexebûna Setelaytê li Sûrî di dema serokê berê Hafiz Elesed de ta sala 1995 û li hin deveran de mîna Koriyaya bakûr û Îranê ta dema niha, herwiha destikên peywendiya civakî mîna Fecebook û Youtubê li Sûrî berî 2011 hîn qedexebûn, tevî ku niha bê bend e lê di bin çavdêriyeke dijwar de ye herwiha li Tirkî hinek dewletên Islamî, li gel wê jiyana takekes li ser Intirnêtê rikberiyeke ji desthilatiya totelîter re a netewî û olî.
Cenga desthilatan li hember rewaniyîbûna gellan û hewildanên wana ê têkçûyî di avakirina tiştê ku tê hilweşandin, hemî stonên cîgirbûn û ewlehiyê têkbiribû, tofên berketî ji dijwariya rewşê ve ,ew ku hîştibûn berve bijareyên bê dunde û westiyayê biçin, an berxwedanî an bazdan ango derketina bi zorê ve, bi vî rengî ve valahî di nav cemaweran û ricîma siyasî de kurtir dibe a bi awayê xwe ve destê xwe li ser meydanên jiyanê datîne û rêbaza hingeme û bizdanê di navbera tofên portbûyî bi ewlehî û tebata wê ya deronî ve, ji ber ku cîhana qamebûyî ew armanceke ji ramana serkotbûna berpêşbûyî ve, afirandina jiyaneke nivyayî bê can ji armancên hişmendiya totelîter e, berhinde helweşîna naverokên xelkê a hatinrêzî nûnertiya alava berdewamiya desthilatê dike û gerentiyê dide cîgirbûna wê, dewleta Baes gewdehên xwe yên bi jehr di nav civakê de çandibû, rêbazên xwe di hişmendiya zarokan de çandibû, bi vî rengî ên bi salan ve li ser pirupûgendeya Baes û ramanê wê ya bêgur xwedî bûn e wê nikaribin şoreşekê li hember wê birêve bibin, (Riyad Hicab 1) (Rifet Elesed 2) (Ebdulhelîm Xeddam 3) (Esed Elzûbî 4) û ji bilî wan wek nimûne.
----------------
1. Riyad Ferîd Hijab: rojbûn Dêrezzor 1966, endezyar û siyasetvanekî Sûrî ye,serokê wezîran bû li Sûrî, herwiha wezîrê çandiniyê bû.
2. Rifet Elî Silêman Elesed: rojbûn 22.08.1937, cîgirê serokê komara Sûrî a berê bû, birayê serokê Sûrî bû.
3. Ebdulhelîm Xeddam: 15.09.1932- 31.03.2020 yek ji navdartirîn hevalên serokê Sûrî a berê bû.
4. Esed Ezzûbî: rojbûn 1956, ragir û firokvan bû tevlî Ekadîmiya hêzên ezmanî bû di sala 1974 de li Sûrî û di sala 1977 de jê derket.
Lê berî vê yekê divê pêşî ji bêguriya netewî rizgar bibin û nirxên sivîlbûna nûjen vexwin, ev yeka li ser wan pêdivî dike ku hewayên xweşî û pirjimariya nijadî û olî biafirînin, ev yeka nema şiyan e di bin siha vê awanteyê de a her tiştî tarûmar kiribû û cîgeheke xuristî ji çete û teroristan re afirandibû ,ên ji her alî ve kom bibûn taku ramanên Islama siyasî a pûç belav bikin (hevgirtina Sûrî û baskên wêna yê leşgerî) dewsa desthilata Baesa fermandar, ji ber desthilatiya Baesî hemî jêhatiyên azarkirinê wergirtibûn ji têkbirina şoreşa girtiyê siyasî ve û hewildanên wê ji guhertinê re , hemî van destikan ji wê xêza dîrokî ji serkotkirina ricîmên siyasî ji cemaweran re wergirtibû, û serdestkirina li ser coş û sewdaya wê, nêzikbûna desthilata milhûr ji mirandina jiyanê ve di çêja cemaweran de li ser dostaniya xwe bi dîroka dirindî re derbirîn dike ta astekî pir metirsîdar, dema aliyekî girêdayî bi dîroka kevin ve vejîn dike , ji xwedawendîkirina serok û avakirina peykeran jêre li kolan û holên giştî, hijmara wêne û gotinên ku li ser dîwaran nivîsandî wê serok neke nîşaneke ronakbîrî lê lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de, li gel wê ew milhûriya hizrî a ku rojane tê pêkanîn dihêle bawerî di navbera bîrawerî û hişmendiyan zehmet be bi sedema tirsê ve, ji ber ti pêwîstî nîne ku takekes bi amadebûna serok birame ji ber ku serok nûner e li ser huner, raman û bedewbûnê.
Perwerdekirina şerûdiyên dijminane û xwarinkirina wan bi ufkufî û diljêçûnê ve ji kiryarê desthilatên totelîter in, dema ramandina rexnî dibirrin ji berjewendiya radestbûnê ve ji resenî û bilindbûna serokê xêvzana re, taku çi şitilekî şîn hişk bike, ji ber ku zorbazî timî tevgerê lixwedike û beranberî wî jî zorbaziyeke dij derikeve,tundî bi her tiştî ve girêdayî dibe, yek ji balatirîn rengên wê ew yaseya tivîkirî, berhinde yase bi sertiya xwe ve tête naskirin û bi pêdivîbûna hêzekê wê sepa bike û kesên ku wêna binpê dikin jî siza dibin, saw bi xuristiya peywendiyê ve di navbera takekesan û ricîma a ku saziyan birêve dibe de tevderbas dibe li kêlek jihevketina cemaweran a giyanî yê koman dehfdabû berve hingemeyê.
Berhinde rewşa Kurdistanî di bin siha ricîmên ên Kurdistanê dagir dikin de cihê matmayîbûn û serybûnê ye, li gel wê serkotkirin rêxistinên dijber birêvebiribû taku ji xewina avakirina sabarekî azad û serbixwe dakevin ta xwesteka erêkirina axaftinê bi zimanê dayikê ve an sivikbûna tenahiya xwediyên nerînê, ev hemî bi encamê kevirbûna wê desthilatiya rêxistinî ve û pêrewiya wê ji ricîmên herêmî re, ji ber li ku derê bêhiş hebin kedxwar hene.
Rewşa Kurdewarî tê berketin gelek caran ku ew ji encama ew hevpeymana hevbeş ve ye di navbera desthilata fermandar û rêxistina dijber de , ango mînaheviya alavan û şêweyên pêşinyarê em wê dibînin bêhtir nêzî pişaftina xwebexş bi Tirkbûn, Erebûn û Farisbûnê ve ye û çûna bê ageh ji qalibûna totelîter di talîzoka perestbûna takekes de û ev yeka ji nîşanên nezanîkirin û gunûkirina cemaweran ve ye, ev yeka taybetiyên ku bi hilketin ve di herdû saziyên olî û partîtiya totelîter de çêbûne têknade , ev dimîn e bersiveke sade ji rewşên windabûn û koletiya çêbûyî ve bi dijwarî ve, dema hatibûn e damezrandin li gorî pêwîstiyên qonaxê, wekî çaxên destpêkên çerxa bîstan di parzemînên cîhana kevin de.
Em dibînin ramana netewperst û Islama siyasî a comî ên têkdayî bîçimên jiyana demukrat li cem gelên rojhilata navîn têkbiribûn, ji ber vê yekê pêdivîbû nêzikbûn ji pirsgirêkan mîna rastî, rêje û aşkerekirinî re .
Ev yeka sûdtir e ji bo bidestxistina baweriya cemaweran bi rêveberî û rêxistinên wêna ve, berhinde vejînkirina roparta salên heştiyan a şoreşgerî û hewildana nûkirina wê mîna hewildana saxkirina laşekî gendbûyî, ji ber cemawerên arandî bi bandora roparta desthilata netewî ve bi baweriya ku serok xweda an pêxemberekî hatibûye şandin ew bervajî gotina feylesofê Ingilîzî ye Cun Lûk 1 ê gotibû : ( Serok rêncbereke li cem gel û mafê cemaweran e wî paş ve bidin eger desthilatiyên xwe derbas kiribe.)
Tiştekî vîna komî û takekesî têknabe ji bilî du tişt : gendelî û reqbûn, li gel wê em di vê derbarê de dibînin ku tekoşîndariya ramanî ji neyînî û kiryarên cemaweran ve baştir e ji ketina di xefkê rikberî û girtinheviya zîzbûyî de, bin siha gengeşekirinê , ji ber hebûna reftarên desthilatî mîna ricîma seroktker a dewletî ye, takekesan girêdide û li ser dûrxistina afrêneran dixebite, çênabe gengeşkirin bi mêrê olî re a rojhilatnavînî an bi partîvanekî totelîter re, ji bîrdoziya partiya xwe ve dûrtir nabîne, ew herdû li ser yek xêzî dimeşin parastina sofîbûnê, li gel wê mêrê ol û partiyê totelîter jiyana xwe terxan kirin ji bo parastina giyanê bavaniya malbatî û bi çêja civakan û gunokirina wan ve bi derbasbûna dîrokî ve lîstibûn, li gelek cihan de cemaweran kiribûn mîna çepikvan bi bandora tirs an reweştê ve.
Huner ji derveyê wê ve stona hebûna mirov di zelalî û ramanbûnê de saz dike û di hundirê xwe de rikberiyekê nîşan dide li hember rewrewka tirsê a ku desthilatiya totelîter li ser hişmendiya hundirîn a cemawerana sepa kiribû, berhinde zimanê babetî timî berve dan û standina bi nêran re ji bilî mêyan diçû, pêdivî bû timî piştrastkirina li ser ku ew yekîtiya zanyarî saz nabe an bi sernakeve bê yekbûna zîrekbûna ramanî a bingeh in wêna jin li rex mêr radike, bê tenêbûna bi roparta nêrîtiyê a bi şêwazên zimên ve berz dibe, û alavên wê a hevdûdanî ,yê berî xwe dide mêr ji berku ew serdestê lemlateyî ye.
---------
1- Cun Lûk : feylesûfekî, siyasetvan û ramanyarekî Ingilîzî ye 1632-1704.
A girîngtir di vê derbarê de ku em bi cîbecîkirina destketiyên mirovê hişmend li her meydanî bibînin wê berî vê an piştî wê hewildanên rahênana ramanî ji tofên sert re bê , ên kiryarên zordar an gunehkar kiribûn bi rêya ol an netewê hatibûn xapandin, mebesta min bi vê herdû zayendan in, cîhana jin û mêr, li gel wê vekişîna rêxistina dewleta Islamî mîna mînakeke nêzik bi dû xwe ve hezarên dîl (kampa Hûl) hîştibû, bi taybetî ve jinên ên dibûn e navenda bi kêşe ve a ku dikarin tundirewiyê bi dilsozî ji zarokan re veguhêzînin, ji ber vê pêwîst e ew jin bêne perwerdekirin bi derbasbûna wan li gelek qonaxan ta qonaxa rehetbûnê, ji ber vê yekê dirindîtiya desthilatî û dirindîtiya malbatî di naveroka xwe de yek in, û çi rûbirûbûn li gel desthilatê pêknaye bi rêya takekesan ve an bi biryarên yekalî sînordar ve, lê bi rêya kanîna mirov ku van lêdanan derbas bike û li gel rewşê jiyan bike.
Ramandina bi tekoşîndariya vê zorkariyê ve û damezrandina tovên lihevhatineke rastîn û germ takekesên ronakbîr dehf dide ji bo bi azadbûn birêkevin û bi rengekî bi rêk û pêk ve, ji ber ku nêrîtî pêdiviya xwe bi girêdana nîşanî heye bi têgeha başiyê ve, bêhtir bi girêdana wê bi têgeha sêgariyê ve, li gel wê nêrîtiya a zanyarî wateya wê nazikbûn û tenikbûn e û bi dan û standina herî xweş re bi zayendê din re ye , û mêyatiya zanyarî ew bersivdana aşkere ye ji nîşanên evîn re .
Û vexwendinên wê ji hevpariyeke rastîn re a bi rêya wê tovên ricîma desthilata totelîter têkdide û bermayên wê yên neyînî jêdibe a ku di komek reftar û reweştên girêdayî bi Islama siyasî ve bi rengekî rasterast ve berzbûyî dibe.
Beşdariya zanyarî li gorî ( Evîn hebûn e û hebûn zanîn e) li dij bijara tevgera Femînî radiweste , lê timî hewil dide tovên xurt weşan bike ji bo berhemkirina rabûnekê bi yekîtiya herdû zayendan ve pêktê, ji ber ku bi têgihiştina me ji bijardeyên zanyarî a bi hêz ve di desthilatê de, em dikarin bibêjin bi pêdivîbûna bicîkirina nîşanên sîstemek e azad ku bi tundî ricîmên fermandariya comî xwedî rengeke netewî têkdibe bi rêya vejînbûna civaka zanyar ,ew dikar e ji dezgehên rêvebirinê ve dûrnekeve lê pê re bimîne û kêmaniyên wê sererast bike , berhinde lobiyên civakî dibin rengekî berdarkirî ji rêveberiyên navendê û pêkhateke pêwîst ji pêşveçûna wêna re li gorî pêdiviyên berjewendiyên cemaweran û sûdên wan sererast dikin, hinek zanyarên jin û mêr demeke xwe li gel ol an partiyekê ve derbas dikin û bi hinek rastî û binemayên mehnegirtinî ve derdikevin ji bo bibin berdêleke bi sûd ji têgihiştina jiyanê ve ji derveyî şirikên têgeha (ku tu ne ligel min bî tu li dijî min î, an tu çeteyekî pilanbazî bi heman rewşê ve), bê guman zanyar hewil dide ku her tiştî têbighe a xuya û a nepenî di eynî demê de, berhinde sîstem tên e guhertin û aborî têne roxandin bi sedema nakokiyên qezencî ve ne zêdetir, li gel wê teror tê bikaranîn ta bibe
destikekê ji bicîbecîkirina desthilatiya diravî re bi rêya cîgirbûna desthilatê ve di cî xwe de û çalakirina rêxistinên wêna a rewşenbîrî di hundirê bijardeyên afrênerî de ji nivîskarên desthilatdar ve û hunermendên pêrew ên girêdana xwe pêşkêş dikin beranberî berbijariyên demkî a ku desthilat dide wan, li gel wê desthilat pêkhatiyên afirandinê têkdibe û hinirên dilsoz talan dike ta bibe xwelî û tovên mezinayî û desthilatî li cem rewşenbîrên desthilatê diafirîne, ên dev ji afiradinê berdabûn û palnerên malgirtina diravî li cem xwe xurt kiribûn û li peyketina bi dû tiştê ku desthilatê ji wan re çedike ji sextebûnên xapînok a girêdayî bi navdarî û rehnîkirinan ve.
Çima zanyar nişteciyê tenahiyê dibe bê ku derbasî hundirê tevgerê bibe û bi erkên xwe di tekoşîndariya qalib û bedkariyên ramandinê ê ji peywendiya desthilata serkotker bi civakê re dibişkive?!
Ev pirs xwe pesindan dike di çarçoveya lêgerîna me ji kêşeya dirindîtiyê re a belavbûyî bin bandorê fişara dezgehên ewlehiyê li ser civakê bi giştî ve.
Ew tenahiya civakî têgehên têkçûyî derxistibû ,takekesan bi rêya reftar û rewştên xwe ve ew wê vexwaribûn, de em bi gotinê nivîskarê Kurdistanî Yehya Silo 1 ve mijol bibin di pirtûka xwe de bi ser navê : zimanê çiyê R18 :
(Takekesê ê ku pêkanînên xwe yên xweyî û afrênerî bikarneyne bi demê re dibe tenê alavek pêkanînê, takekes tê perwerde û hînkirin di van hel û mercên ku têde hestên wî yên mirovî vedikşin û suriştî wîna kuntirol dike , bi awayekî ji awayan ve ew ji hest, wijdan , hêza mêjî û ramandinê ve xizan dibe.)
Desthilata milhûr kanîbûnên xweser li cem mirov asteng kiribû, şerê zanyarên jin û mêr bi hemî rêyên nerm û sert ve kiribû, şopandina takekesan û kar û barên wanî rojan e ji bo bîrkirina wan bi rastiyeke reş ve ku ew di zîndanê de ne, zîndanekî mezin navê wî welat e, welatekî takekesên wêna tiştê ku desthilat weşandibû ji jiyaneke bê bawer ve dûbere dikin.
Dijminatiya mêrên desthilatê bi ronakbîran re dîrokî ye û bi xwe cîgir e , mîna rastiyeke aşkere , gumanî pê nabe, û pêşvexistina dûrkarî û serkotkirinê ji karê wêna ye a ku afirandin û sazkirinê celew dike, yek ji armancên wê ew serkotkirina dirindî ye mîna sîstemeke jiyanî, li vir em dikarin tekoşînên zanyaran têbighin ku ew berdêleke şaristanî û parastî û heyî ye li rex sertiya terora dewletî û partîtî û çêkirina wan ji dû desthilatan re mezintirîn û biçûktirîn bi hevdû re dixebitin li hember xwestinên takekes ji pêşveçûnê re, berdewamkirina ji kiryarê rêbaza serkêşî û berxwedaniyê ve pir caran sîstema
-----------
1- Şêwekar, romanivîs û Karîketêrîstekî Kurd e
desthilata biçûktirîn bi awayekî kirêt bersivên wê dabû ( Partiya dijber) ji armancên girêdayî bi cûdakirina desthilatî û xwestina bi berzbûna qezencî ya ezez ve li ser hesabê binema û berjewendiyên gelerî .
Zanyarê Ispanî helbestvan Lorka 1 ê di destpêkên şerê navxweyî de sala 1936 hatibû sêdarkirin, herwiha Bîkaso 2 ê dijwariya cengê berz kiribû, tabloyên wî li ser berxwedaniya zanyaran ji desthilatiyên milhûr re derbirîn kiribûn, di vir de Dêvid Heyûm dibêje:
( Felek tenê cîgirbûn dide mafê fermandaran, bi rêya fêrkirina hêdîka ji hizrên mirovan re ta wan bi çi desthilatê ve nêzik bikin, piştî ku bihêle ew xuya bike mîna desthilateke dadmend û hişmend.) lêbelê Dîyonîsûs 3 dibîne ku ( hêza siyasî li ser bîreke têkçûyî hatibûye damezrandin, û jibîrkirin ew dermanê bi hêz e ê ku rê dide şaristaniyan ku bi awayekî çalak ve bixebitin.)
Ev hemî me dihêle ku em bawer bibin ku vîna cemawerê bîrawer a ku bi vînên takekesên afrêner û çalakvan ve girêdayî dihêlin kovan bi demê re bêne jinavbirin û rê vedikin li pêş nifşên ronakbîr taku hevgarî û felaket bi demê re
jinav bibin, azadî tenê dirindeyeke desthilata serkotker ji henasên girtî û cemawerên xwe yên hêrsdar ve derxistibû, berhinde henasê hêrsdar azdiyeke dirindî di xwe de hîştibû taku derbixîne û ji hinavên xwe agirên sor berde ,hemî tiştî disotîne, li gel wê Hîgil 1 di pirtûka xwe de ( Finomînûlociyaya giyanê) gotibû:
( Nediyarbûna cûdabûnê bi hêza mirinê a wêranker ve girêdayî ye an bi tiştê ku nav lê dibe terora mirinê ve.)
Desthilatiya Esed a bav û Kur karîbûn herdû ev nimûne bi demê re biafirînin , desthilatiya Baes a Sûrî mîna a Îraqî li ser mirovan siwar dibûn bi cûdabûnên netew,alî û hatinrêzên wan û civakê parç kirin û li hember hevdû ve bikaranîn, ew tiştê ku navê wî welat kiribûn girtîgeheke mezin tirs têde cîteng bibû ta ku bi dawî ve herdû welat bûn e gerava hingemeyeke bê dawî, di qonaxa buhara xwînî de, ew dirindîtiya a ku desthilata comî lê miqate dibû di hundirê girtîgehên xwe de di dîrokê de diyardeyeke ne nû ye,
---------------
1- Fîdrîko Garsiya Lorka: helbestvanekî Ispanî ye û nivîskarekî şanogir e herwiha şîwekar û awazvanê Piyano ye, danerekî awazjen bû di 05.06.1898 de hatibû dinê.
2- Pablo Ruyz Bîkaso: 25.10.1881- 08.04.1973 şêwekar, nîgarvan û hunermendekî Ispanî ye.
3- Dîyonîsûs: Papayê Iskenderiya ye û betiryarkê Kerazeya Merqisî ye 248-265.
1- Hîgil: Cûrc Filîhilm Firîdriş Hîgil : 27.08.1770- 14.11.1831 feylesofekî Elmanî ye li Şitûdgart jidayik bû, yek ji girîngtirîn feylesfon Elmanan e , yek ji girîngtirîn dameznerê nimûneyîya Elmanî ye di felsefeyê de.
lêbelê tête pêşvexistin bi demê re bi rêya afirandina şêweyên azarkirinê ve ji bo çinîkirina bersivekê di çarçoveya perwazeke rêbazbûyî de dikeve di wêzimkariya desthilatê de ji bo rûbirûbûna berkepên wêna yên dijwar, berhinde berdana Islamiyan ji zîndan û girtîgehan ve ( Zîndana Sêdnaya) 2 .
Ew raperîna gelerî ji destpêkên wêna ve têkbiribû, bi rêya slogana (xweda mezintir e) û rabûna komên serhildayî ji mizgeftan ve di her Înê de , ev yeka ne rasthatinek bû lê pilanekî hatibû amadekirin ji bo binaxkirina tevgerê û gunûkirina wê, mînakên zorkariyê ji pirtûkên pîroz ve hatibûn e wergirtin, rodanên girêdayî bi qonaxên çêbûna ol pesindan dikin ta bi rengekî siyasî hatibûn e bicîkirin û rewşên ên hîştin cihê xwe di jiyanê de bigrin , berhinde hişmendiya takekes bi alavên teqandinê ve dagirtî ye di derbarê malbatî û hînkerî de, herwiha dan û standina wê bi ên din re, tiştekî xuristî ye ku desthilatiya siyasî vê yekê qezenc bike û sertiyê bikarbîne bi rêya xistina wê di rêbaza perwerdeya hînbûnê de ,a şagirtin wêna radikin ji dema çûna wan li dibistanan û tevlîbûna wan ji perwerde û hînkirinê ve.
Ricîma Baes xwe parastibû dema Islamiyan ji girtîgehên xwe derxisitibû taku bi rêya wan şoreş bête têkbirin bi rêya jinavbirina xwedî hişmendî ta kolan û nerîna giştî nexin tevgerê û sûd bi awayekî ji awayan dîtibû ji rabûna Islama siyasî ve li Tirkî a ku bi rengê xwe ve Islamiyan bikaranî ji bo armancên xwe bidestxîne.
Li Sûrî , Misr, Lîbiya û deverên din bi rêya bikaranîna komên Islamî ve
mîna destikekê ji serweriyê re herwiha Îran wisa kir bi rêya artêşkirina komên Şêeî, herwiha dirindîtî bergekî Islamî comî li xwe kiribû bi bandorên kîn û
diljêçûnê ve têrbûyî ve , bi navê roxandina ricîmê ve gel hatibûn roxandin û malên wan hatibûn e hilweşandin û serên xelkê hatibû birrîn bin nav û bihaneyên gelek, ev yeka bi awayên kuştina dîrokî ve hatibû xwarindin, ligel şêwazên nûjen ji terorê ve, ev yeka dihêle serweriya yekalî li ser cîhanê berdewam bibe, berhinde teror bi rewişt û yaseyê re nakok dibe,bi azadî û demukratîbûnê re jî cûda dibe, gendelî biserdikeve ji ber ku ew ji encamên parîparîkirina giyanî ye ji civakê re, wisa xweda hatibû têkbirin bi navê belavkirina ayîndeya Islamî bi hêzê ve, herwiha yase hatibû jinavbirin di bin navê vexwendina roxandina ricîma siyasî de, şoreş naye kurtaskirin bi bersiva kirdeyî ve beranberî kiryarên desthilatekî bi xwe ve lê ew komek vîn û raman in hewil didin derbasî civaka serkotbûyî bibin taku bibin e naverokekê ji guhertinê re ne tenê têkbirinên desthilatî ne di navbera aliyekê hewil dide serweriyê bike ta ku bibe desthilatdar , desthilatekê ne cûda ye ji a din ve.
--------------
1- Zîndana Sêdnaya: zîndanekî leşgerî ye nêzî paytexta Sûrî ye li Şamê, zîndan hatibû bikaranîn ji bo destbiserkirina hezarên zîndaniyên siyasî, ji wan endamên komela Ixwan Elmuslimîn û siyasiyên Islamiyên din.
Kurtaskirina şoreşê bi guhertina bilindiya desthilatê bi hinek din ve ew têkbirineke zorbed e ji rastiya civakî re û hewildaneke bilh e ji cemkirina li ser xewinên xelkê ji dadmendiya civakî û guhertina demukratîk re.
Ev mirindina ji bo gîhiştina desthilatê bê guhertina naveroka wê, gendeliya civakî hişt ku mezin bibe li ser hesabê bijardeya bîrawer a ku li rêyekê ji guhertina naverokî re digere û dîtina pirojeyên geşepêdanî dikarin rewşê biguherînin bi afirandina rewşekî baştir , lê ew têkçûna li her derê belav bû û paşveçûna aborî û wêrankirina naveroka binî bibû asteng li pêş gîhandina aramncê.
7- Dîtinekê li girtina siyasî
Aramancên girtina siyasî ew ji bona celewkirina hişmendiyê ye taku nerame, ev yeka wê ji desthilatiya comî re hebûnek dirêjdem di fermandariyê de misoger bike, taku civak bibe du par alîgir û dijber jêre, herdû êzing in desthilatiya gelemperatî xwe bi wan germ dike dema pêwîstiyê, ji ber ku milhûrî civakeke mîna xwe çêdike,ta ku li hember tofê beranber derkeve.
Bivveyên herî zehmet ji aliyê jinavbirina wê dema ku milhûrî bibe baweriyeke civakî, ji ber bi navê parastina welêt ji pîlanên derveyî ve civakê alîgir ji desthilatê re li paş roparta desthilata gelemperatî disekine li hember tofê dijber ê ku li bin konê niştecîbûn û penaberiyê de dijî, ew parçekirin çi kedên takekesî tune dike ji bo tekoşîndariya sîstema siyasî, berhinde zorenga civakî di navbera tof û bijardeyan de ji bo berjewendî û hebûna wan ji sedemên ne zindî ne ji girsbûna desthilatê û berdewambûna wê ji dûrkariyê re û cenga wê li hember demukratiyê, li gel wê em rêbaza siyasî têdighin ji ber ew xwe mirineke ji malgirtina aboriyê û bişanhildana gendeliyê mîna xwedawendekî dîrokî , bê guman milhûrî ji xwe re bihaneyan dibîne taku bimîne wek xwe bin gelek nav û bîrdoziyên çirûsîn, rewşa wê mîna rewşa darê şîn e ê bê ber ( Milhûriya Birûlîtariya) 1.
Bê guman ku Baes li pey xwe ve cewrik kedî kirin ku li gor wê tevdigerin û li ser bumbekirina cemaweran bi rêya sloganan dixebitin û li ser werîsê bêhtirî meymûnan dilîze, li gel wê cotbûna sertî û stûxwarî hevcêwiya desthilata Baesî û civaka pepûk e, ji ber zordariya şoreşgerî bi lez dibe zorkariyeke desthilatî û dibe destikek wêrankirin ji civakê re, û binpêkirina berketî û raberiyên takekes dema hewila jiyaneke baştir dike, lê dema hinek xelk hene ji bo rêberê rêzdar dimrin wateyê vê yekê hebûna terora dewletî mîna ricîmeke serkotkirinê wek rastiyeke aşkere, ji ber vê yekê teror bi wan kesên ên xwe ji serok re kirin qurban re girêdayî ye ,ên laşên xwe kirin mertalekê ji bo parastina sîstema nêrîtî a petoyî.
Ev ricîm armancên xwe yên hundirî pêkanî, ji afirandina civakeke desthilatî li ser xwe parçe dike û derdê jevbûnê dikşîne bi rêya ramanên ên nimûnebûneke dûrî jiyanê armanc dike, ji ber ku xewinên yekbûna Erebî civakan hîştibûn ta demekê bawer bibin ku Baes ew bîngeh e ji rabûna civaka Erebî re, mîna ku hinekan bawer kiribû ku komînist rizgarîbûn e, an Nazî ew rêyeke ji nijadekî zelal re û bi hêz ve , ji ber vê yekê avakirina dînbûna komî binyadkirineke ji terorê re bi derbasbûna dîrokê ve û hêzên milhûr zincîrên karbonî ne ji tek armancê xwe dûrnaçin û ewa qutkirina takekes ji rewşa xwe ve taku bibe mirovekî ji xwe dûrketî .
Sîstemên milhûr di jihevxistina perwerdeyê de heta radeyekî mezin biserketibû û tiştê ku em îro li Sûrî , Îraq û deverên rojhilata navîn dibînin ji komên tundirew dijberên ricîmê û hin din jêre alîgir û şerê wê ya dirindî li hember hevdû , em baş têdighin kiryarên desthilatê ji wêrankirina pêvajoya perwerdehî û bumbekirina wê ji kokên wê ve beranberî derketina sertiya dijwar .
Zarok hatibûn e xwedîkirin ta bibin şêrzadên Seddam Husên li Îraqê û şêrzadên Esed li Sûrî herwiha şêrzadên ji şêrê Sunne re Erdoxan, ew di rastiyê de qurban in ji hebûna sitemkariyê re û hebûna serdestên bi mirov û mêjiyan ve, welat bi dû hevdû ve hatin roxandin û sitmekarî kole û beniyan zêde kirin, bûn e kargeh ji berhemdana wêraniyê re û şuştina mêjiyan û berdana gendeliyê.
Saziyên Islama siyasî çalak bûn ji berhemdana zaroktiyeke pepûk re bi diljêçûn û hingemeyê ve kelepçekirî , mîna dirêjiyekê ji saziyên netewî a Etetûrkî û Baesî re di gunokirina mêjiyan de û wêrankirina raberiyên afrênerî bi rêya weşandina zorbazî , kedxwarî û stûxwariyê ve û encam ji vê yekê cengên navxweyî bê rawestan û bazarên qezencî ji firotina çekan ve û terorek e parzemînan derbas dike çi kes jê bi ewle nabe.
Zanyar li deverên rojhilata navîn lêgerîn dikin ji bo pêşesazîkirina şoreşa zanyarî a bi raman û şaristanî û reseniyê ve girêdayî, pişta wan ji vê yekê re mihrivaniya gellan e û berketina wan ji bîraweriyên takekesên wêna ên afrêner ve ên nayên pişaftin an çewisandin, ji ber ku çendîn dem derbas bibe çendîn erkên li ser milên xwediyên raberî zêdetir dibin, taku bibin xetîreyên rizgariyê ji civakên xwe re li hember hêzên faşîzmê ên dixebitin ji bo kuştina wê giyanê , li gel wê zorenga hêzên zanîn û ronakbîriyê li hember hêzên nezanîkirin û diljêçûnê di cenga Tirkî de li hember hewildanên rizgariya Kurdistanî berz dibe, piştgiriya gellan wekî takekes bê ew desthilatî nîşanek e li ser jîniya hişmendî û wijdana mirovî ye ji zarzariya wê re ji bo pêşesazîkirina biryara civakî.
Piraniya tevgerên şoreşgerî ên pişt re bûn e desthilatî, em wan dibînin ku sloganên rakirina kedxwariyan li ser netewê radikin ji bo rizgarkirina wê ji lepên mêtingeriyê ve, di eynî demê de ew dikevin di xefkê reweştên desteserkirina civakê de taku dirêjtirîn dem bimînin, û bi qasî ku tê desthilatiya diravî û aborî pêkbînin, ji bo bikeve di berjewendiya tofê fermandar de, berhinde dewletên netewî ji bo pişaftina pêkhateyên nijadî di xwe de bisernakevin, herwiha dirêj nakin, ji ber teqandina rehperestiyên xwecehî û hevçûyînên ragehî û berjewendiyên kesên di fermandariyê de nakok dibin û ew hevpeymana berjewendî belav dibe bi hebûna lobî û dezgehên ku di nav hevdû de şer dikin, ji ber cûdabûna heyî di karê wan de û parvekirina samanên welêt, ew rewş di hundirê desthilatê de pêşî diteqe û bijardeyên civakê di vê pêvajoya lêdanî de têne bikaranîn, ji bo tov şerê hevdû bikin bin gelek navan, yek jê rabûna nirx û belavbûna gendeliyê û vexwendina ji bo guhertina ricîmê ta roxandina wê, berhinde hemî têgehên desthilatî ên milhûriyê dikin bîngehekî ji bo hebûna dewletê bi vî awayî saz dikin û civakeke zorbaz ava dikin, û ew nikare li hember wê zorbaziya rojan e çi tevgerê bimeşîne.
Ev yeka bervajî gotina zanistê lawiran Torlîf Şildirb a Nerwêcî ye dema dibêje : ( Milhûrî ew binema bîngehîn e ji bo civîna mirovî , lawirî, sebinzeyî û bêcanî ye , ew ramana bîngehîn e ji cîhanê re.)
Şoreş mîna pesindaneke zordar wateya wê cengeke navxweyî ye bi awayekî ji awayan ve, cenga xwediyên vînên nû li hember xwediyên vînên heyî, vîna civakî li gor vê yekê vînek e pêrewî ye li gor xêzên artêşkirina tofî,netewî û ragehî tevdigere, xweradestî fişarên derveyî dike û kar û barên wê a ku hewila guhertina ricîman dike an ji bo fişara aborî li ser wêna, di vir de cemaweran dibin e êzing ji guhertinên dewletan re û ji wan destwerdanên derveyî re li ser wêna ji bo guhertina wê bi demê re an roxandina wêna bi rêya bijarên xwepêşandinên aştyane ve û piştî wê cenga navxweyî tê, bi vî rengî rojhilata navîn binav dike di çirava windabûnê de, ji Îraqê ta Yemenê , Sûrî û Libnanê û bi dawî ve Îran û Tirkî , gel di xwîna xwe de digevize, û dirinde bumbebaranê dikin , dikujin û wêran dikin ji bo armancên xwe di heyînê de misoger bikin, nakokiya berjewendiyên navdewletî bîngehekî ji awanteyê re diafirînin, dibin carne paş rabûna ricîman li ser hesabê ketina ricîmên din, ew berjewendî şerpîna xwînê û dijwariya wêraniyê jêre nabin xem, lê ew diridî gurtir dikin li gorî geregiya xwe bi dewletê ve, ji ber ku wêraniya wê a aborî dihêle jihevbikeve û bi demê re parçe bibe, hebûna pirsgirêka Kurdî bê çareserî rê bêhtir vedike ji tevderbasbûnên berjewendiyan û dûbare amadekirina navçeyê li gor xwestekên dewletên mezin ji bo desteserkirina li ser hatinan.
Mebesta me bi rabûna gelerî a desteberkirî ve ewê hatibû çêkirin li gorî hevpeymana Saykis Bîko li ser kavilên desthilata Osmanî, ji ber ji van welatan re çi sabarên rastîn nebûn ji dema ku ew erd desthilatên diravbûyîyan di navbera xwe de dabeş kiribûn li Şamê û Misrê herwiha Mexol li Îraqa niha de, lê Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de hatibû parçekirin, ew parçekirin civakeke xurist û lihevhatî durist ne kiribû, lê ew ricîmên fermandar ji wan deveran re kêşeyên civakî afirindibûn herwiha kêşeyên ragehî , mîna şerên navxweyî li Lubnanê û lêdanên leşgerî li Sûrî, Tirkî , Îraq û Îranê, serdestbûna partiya Baes li ser desthilatê li herdû welatan Sûrî û Îraqê û şerê desthilata Esed bi Biraderên Misliman re û herwiha dagirkirina Esed ji Libnanê re û dagirkirina Seddam Husên ji Kiwêtê re û mijolbûna wê bi şerê bi Îranê re ,alozî di van deveran de qet nesekinî, ji ber ku sabarên rojhilata navîn mîna hevdû ne herwiha ricîm û hişmendiya gellên wê û hîn mane mîna parêzgeheke navnetewî.
Metirisya bîrdoziya netewî xwedî rengê nijadî a bêgur bi bergê ragehîbûnê ve diyar dibe, ew sabara destkarîbûyî kir mîna mayîneke mezin hindik maye biteqe di kîjan kêlîkê de bi sedema kiryarê derveyî an fişarê aborî ve , ji ber milyonên xelkê bê kar in û li ser xêza xizaniyê de dijîn, bêkarî şaxdayî dibe û berdewam girstir dibe, li rex ku gendelî bi herdû simên xwe ve hemî saziyên ewlehî digere herwiha a karguzarî jî.
Ev yeka hemî di çarçoveya wê sabara hejiyayî, rewşeke xirab e bi dijwarî li hemî meydan û derbarên jiyanê, wisa bi derketina lawazî û binkeftinê, bi nediyarbûna têgeha yekîtiyê û têkçûna wê ji berjewendiya berzbûna komên tariyê ê sûdgir ji têkçûna giyanî û civakî ve.
Ola siyasî ew cûreyeke ji cûreyên terora rasterast ê tê naskirin bi sertiya xwe yê ku pala xwe dide li ser deqên ku mirovan dehf dide ji sertiyê re, jinê mîna destikekê ji kêf û lîskê re dibîne, hizran vedigerîna li qamçîbazîkirin û birrîna dest û xwestina bacê bi zorê an bê wê şer e, ma gelo di vir de çi felsefe di ol de heye û çi wate jêre heye ji derveyî terorkirin û beherandinê ve?! ,wekî ku Enton Seade 1 di pirtûka xwe de çêbûna netewan de guman dike: R 69 ( Ol ji aliyê hişmendî ve cûreyekî ji cûreyên felsefeyê ye di şîrovekirina diyardeyên gerdûnê û encamkirina dawiya wê û çarenivîsa henasa mirovî.)
bîrdoziyên netewî hewildabûn çîrok û efsanên dîrokî bibêjin ên ku biserketina nijadî aşkere dibin, ji bo bibin çekekî dirêjkirî li hember netewê cîran, dîrokê bikaranîbûn mîna alaveke gurbûyî û helankirî ji bo şer û tevlîheviyê ligel netewên din, wisa dikarîbûn bi hêsanî ve desthilatiyê bi dest xwe xin, bi rêya qestkirina xewinên cemaweran û gurkirina agirên balabûn û biserketina netewî ve, ji ber vê yekê ricîmên netewî bibûn çekekî dirêjkirî li ser ew gellên ên xwe bala dibînin bi xwe jî, bibûn bihaneyekî ji van sîsteman re ku bimînin bi hebûna desthilat û milhûriya wê, herwiha bicîkirina ragehiyê li paş bergê netewbûn û şerê mêtingeriyê, Impiryalizmê û Cihotiya navnetewî , û tiştên mîna van gotinan ji sloganên ku kolana Erebî bi rêya wan hatibû xapandin û ew hîştibû mîna koran biçe berve koçka gurandin û binkeftiya moralî, li gel wê di hundirê wê erdnîgariya şaxdayî kêşeyên gelek mezin bûn, di nav xwe de pir pêkhateyên zimanî nijadî helandibûn di nav tek zimanî de, jibilî paşketina wê roparta a bi Islama Siyasî ve hatibû deqdan, ji ber vê teqadina gelerî nêzik dibe û girtinheviya qezencî dibe pêdiviyekê û têkdana rewanî û jihevketina civakî dibe rewşeke misoger, bi derketina cengên navxweyî şaxdayî li deverekê bi xwe de çêdibe ta bighe deverên din û ferehtir bibe .
Zanyar tekoşînê dikin ji bo nirxên rewiştî bi derbasbûna dîrokê ve biparêzin bi rêya pêgirtina wan bi erka mirovî ve tevî kelemên gelek ên li pêşiya wan derdikevin.
Û bi vegera me ji pirtûka (Terora pîroz a Tîrî Êgiltûn) 1 em dikarin rexên diyardeya pîrozbûnê û kokên wê yên dîrokî bêhtir bişopînin, tayhevbûyiya babetî li pêş vê yekê ew berzbûna mirovê zanyar e bi hestekî bilind ji berpirsyarî û rûbirûbûnê ve li hember hewildanên kesên xwe kirin e xwedawend ji bo binpêkirina nîşanên şaristaniya mirovî .
Bi rêya vexwendinê ji damezrandina civaka zanînê re ê ku rê vedike li pêş derdana hebûna aram, serkeftina zanyar Nêlsun Mandêla di jiyan , xebat û helwestên xwe yên zelal de û pabendîbûna bi nirxên zanînê û netivîkirina zordarî û nijadperestiyê mînakek baş e li ser bezbûna zanebûyînê, ji ber ew helwest bingehên rabûnê binyad dikin pêşî ji yekbûna çarenivîsan û bawerî bi aştiya cîhanî ve, bi palpiştîbûna li ser kurteencama serpêhatiyên mirovî yên li dora wê destûr û yaseyên rewiştî û yasegeriyên civakî civiyabûn, ji bo rêgirtina li pêş têkbirinê û gîhiştina jiyana balatir a stûna wê têgihiştin, bîrawerî û baweriyê ye.
Li gel wê ku tevgera rewşê ji pevxurîna mirov bi alavên hebûna xwe ve dertê û civandina wî bi kesên din re yên bi wî re pêdivî,nirx û hestên bilind parve dikin, pêdivîbûn bi hebûna nirx û mînakên rewiştî taku bibin rêgir û mertalekî li pêş hewildanên dirindîbûna mirovahiyê, berhinde em gelek mirov dibînin bi derbasbûna dîroka kevin ve li ser dû beşan ve têne dabeşkirin: zanyarên xwedî hişmendî û hostetî ên kedê didin ji bo wêzimkariya jiyan û mirovan li pêş ezezan ên li dor gendelî, bedkarî, hingeme û malgirtinê bi hemî dûrî û destikên wê yên bed ve civiyan, lê zorengekî berdewam û qayim di navbera herdû tofan de heye , ew zorenga heyî li ser westandina berdewam.
Felsefa Evîn hebûn e û hebûn zanîn e encameke dibişkive ji rastiya nirxên xuristî ve mîna vexwendineke ji mirovê nû re taku ji çi tiştê ku peywendiya wî bi a din û cîhanê ve têkdibe rizgar bibe ji bo pêkanîna xweşiya hertimî .
--------
1- Tîrî Êgiltûn: rexnegirekî Birîtanî ye,di 22.02.1943 de jidayik bûye.
2-Nêlsûn Mandêla: 18.07.1918- 05.12.2013 siyasetmedarekî li hember sîstema nijadperestiyê li başûrê Efrîqiyayê rawestiya, di sala 1994-1999 de dibû serokê başûrê Efrîqiyayê.
3- Can Cak Roso : li Cinêfê, 28.06.1712 jidayikbû û di 02.07.1778 koça xwe kiribû, nivîskar û feylesofekî ferensî ye.
Ramanyarê zanyar Can Cak Roso pêşenga nimûnebûnê bû û pirtûka wî (Hevpeymana civakî) dibû Incîlekî ji şoreşa Ferensî re , ew piştrast kir ku çi şoreşekî radibe bêhtir berz dibe dema naveroka xwe ji nirxên sirûştî digre, ji ber ku çûna çi tevgerekî rabûnyî lêvegera xwe yê bingehîn nirx in.
nimûnebûn nakeve, pêdiviya xwe bi sêwirekî ve heye ji bo avakirina kirdeyekî an sazîkirina xêzên raman û nerînan û ji ber ku mirov bi mirin, rewrewk û tirsê ve bindest e, nimûneyîbûna giyanî bibû berdêlekî suriştî ji têkçûn û êşê re.
. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
Rêyên zanyarî ji tekoşîndariya
nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re
Rêber Hebûn
ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînî
Rojhilata navîn di seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêş newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji şêweyên têgihiştina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha guhertinê tênegihîştin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêşiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piştî ketina Seddam Husên.)
Herwisa ev beza dijwar bê dunde û armanc dibe, li rex gêjbûna mêjî û koçberiya wî, taku ji encama vê yekê ve bibe êzingekî ji cengên navxweyî re
ew ceng tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran jinavdibin,ji ber vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya wê, ma ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber vê li hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin, ne kêm pepûkî ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ye, bingehekî ji kontirolkirina rêyên wê re çêkiribûn.
Ew cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman dibin têde husteya pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) ( Komkûjiya Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê ( Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina bayê gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê ( Ricîm û dijberiyê) dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de melevaniyê bikin, gunehên yên berve saman, desthilatî û gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna berdewam û rabûna li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî 3.)
--------------
1- Komkûjiya Helebçe: hêzên ricîma Îraqê li hember Kurdan li bajarê Helebçe ya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê 1988 pêkanîbûn.
2- Komkûjiya Hema: komkûjiyeke di Sibata 1982 de çêbû dema hêzên bejî a Erebî Sûrî û bêlûkên Piştevaniyê bajarê Hemayê dorpêçkirin li gor fermanên serokê welêt Hafiz Elesed 27 roj ew dorpêçkirin berdewam kir ji bo qirkirina raperîna Elixwan Elmuslimîn li hember dewletê.
3- Hevdûgirtina Sûrî ji hêzên şoreş û dijberiya Sûrî ew hemahengiyeke ji komên dijberiya Sûrî pêkhatibû.
Û di bin siha windabûna dîtina cûda de kom bê rêber diçin û ji hevdû ve mîna libên tizbiyê belavbûyî belav dibin,li benda kî wê bi rêve bibe, bê ku alavên rêveberkirinê binasin, di bin siha nediyariya guhertinê lê pala xwe dide li ser ramanê û çalakirina ji rêveberkirina wê ve bi rengekî kirdeyî ve bi rêya gotûbêja bi mêjiyan re û şiyarkirina wan ve bi rêya têgihiştina wê ji sirûştiya rewşa wê ve, li gel wê civak derbirîneke ji rengê sîstema desthilatî re ye dema di dîmenê wê de rewşekî diyar dibe têde maf û erkên takekesan tête daqurtandin, ji sedema bikaranîna tirsê mîna alavekî ji derbirînê li ser sertiyê ve, wê çawa mêjî rabibe û zo mezin bibe bin siha kêmanî û pêdiviyê, lê bê guman ku qonaxên mirov a yekem ta radeyekî mezin kesayeta wî ava dikin, ji ber ku fişara civakî û hestbûna bi sêwîbûnê ve û kêmaniya mezin ji nermiyê re dikare kesayeteke bê par têkçûyî ava bike , derdê êş û pêrewiya mezin berve tundiyê bikşîne û ev yeka dihêle hestekî ji tolhildanê ve diyar bibe û gera li ser mafa a windayî bi rêya xwestineke dijwar ve ji xwestina wê re bi rengekî nankor û çavbirçî ve.
Ew yeka dihêle kiryarê gunehbariyê carcaran durist bibe, û xwedîkirin dibe amana bingehîn e ji pêşwazîkirina hemî reftar û kiryarên yên zarok wêna dimêtê ji destpêka çêbûna wî ve, tewrîvanên çepgir dibêjin ku sermedarî ew tekbare yê divê li hemberê wê şer bête lidarxistin bê ku bibêjin ku totelîteriya navendî ew kargeh û bingeha sîstema hebûna wê ye û divê pêşî bête jinavbirin û guhertin, ji ber ku navendiya totelîter ew naveroka sermedarî a bingehîn e ji çi hilweşandineke civakî a hatî re .
2- hewildanekî ji têgihiştina koçberîbûnê
Seyrbûna mirov ji tiştekî re ji derveyî tiştê ku di destê wî de ew dihêle ku zêde biêşe, ev yeka me dihêle em vegerin felsefa Hindî a banga têgeha ne girêdanê kiribû, dema gotibû ku derd çêdibe dema mirov bi tiştekî ne a xwe ve tê girêdan, em dikarin wisa rêwîtiya mirov di nav koman de bi derbasbûna xwe ve li qonaxên çêbûna wî vegerînin ,ku ew serpêhatiya girêdanê ye, û têkreçûna têgihiştina wî ku ewê din bi me ve ne girêdayî ye ew tiştekî ne diyar e ji derveyî refê takekes ve û çûna wî ya xweserî û xwesteka wî ji girêdan û pêketinê re, ji bo nîgarkirina rewşa têkiliyeke jiyankirinê armanc dike, ji ber ku di bin siha wê civakê de ,em azadiya biryarê dibînin ku ne diyar e ji henas re di bin siha ricîmeke nêrîtiyê de, xuristiya ramana a jiyanbûyî ew ê qelşanê kûr kiribû bi sedema harbûna hêmanên tirs û pêdiviya dijwar ve di navbera tofên civakî de, ji ber peywendiyên mirovî bi têkreçûn û qutbûnê ve bindest in,tirs ji şadiyê ve û dûrketin ji gera li wê , ev yeka wateya wê ketina di lawazî û hingemeya henas de ye, li gel wê zoreng natebite, û di vir de kêşeya azadiyê aşkere dibe,li gel wê yaseyên sert ên mêjiyên takekesan dişon û wan dihêlin bê can û mirî bin an mêrên rîbût bin, nikarin çi guhertinê pêkbînin,tenê têkreçûn û awanteya a ku hişên yên li ser her tiştî serdest aşkere û nehêne dike, li gel wê ramanvanê Rosî Nîqolay Eliksenderûftş Birdayif dibêje : ( Çi tiştê ku ji civakê ve dertê nêzî koletiyê dibe, lê çi tiştê ku ji giyan ve dertê banga azadî û derperînê dike.) û bi vî rengî ve em ....... [المزيد]

nimûnebûn nakeve, pêdiviya xwe bi sêwirekî ve heye ji bo avakirina kirdeyekî an sazîkirina xêzên raman û nerînan û ji ber ku mirov bi mirin, rewrewk û tirsê ve bindest e, nimûneyîbûna giyanî bibû berdêlekî suriştî ji têkçûn û êşê re. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
❞ Rêyên zanyarî ji tekoşîndariya
nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re
Rêber Hebûn
ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
1 xuristiya sîstemên rojhilatnavînî
Rojhilata navîn di seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêş newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji şêweyên têgihiştina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha guhertinê tênegihîştin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêşiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piştî ketina Seddam Husên.)
Herwisa ev beza dijwar bê dunde û armanc dibe, li rex gêjbûna mêjî û koçberiya wî, taku ji encama vê yekê ve bibe êzingekî ji cengên navxweyî re
ew ceng tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran jinavdibin,ji ber vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya wê, ma ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber vê li hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin, ne kêm pepûkî ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ye, bingehekî ji kontirolkirina rêyên wê re çêkiribûn.
Ew cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman dibin têde husteya pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) ( Komkûjiya Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê ( Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina bayê gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê ( Ricîm û dijberiyê) dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de melevaniyê bikin, gunehên yên berve saman, desthilatî û gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna berdewam û rabûna li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî 3.)
1 Komkûjiya Helebçe: hêzên ricîma Îraqê li hember Kurdan li bajarê Helebçe ya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê 1988 pêkanîbûn.
2 Komkûjiya Hema: komkûjiyeke di Sibata 1982 de çêbû dema hêzên bejî a Erebî Sûrî û bêlûkên Piştevaniyê bajarê Hemayê dorpêçkirin li gor fermanên serokê welêt Hafiz Elesed 27 roj ew dorpêçkirin berdewam kir ji bo qirkirina raperîna Elixwan Elmuslimîn li hember dewletê.
3 Hevdûgirtina Sûrî ji hêzên şoreş û dijberiya Sûrî ew hemahengiyeke ji komên dijberiya Sûrî pêkhatibû.
Û di bin siha windabûna dîtina cûda de kom bê rêber diçin û ji hevdû ve mîna libên tizbiyê belavbûyî belav dibin,li benda kî wê bi rêve bibe, bê ku alavên rêveberkirinê binasin, di bin siha nediyariya guhertinê lê pala xwe dide li ser ramanê û çalakirina ji rêveberkirina wê ve bi rengekî kirdeyî ve bi rêya gotûbêja bi mêjiyan re û şiyarkirina wan ve bi rêya têgihiştina wê ji sirûştiya rewşa wê ve, li gel wê civak derbirîneke ji rengê sîstema desthilatî re ye dema di dîmenê wê de rewşekî diyar dibe têde maf û erkên takekesan tête daqurtandin, ji sedema bikaranîna tirsê mîna alavekî ji derbirînê li ser sertiyê ve, wê çawa mêjî rabibe û zo mezin bibe bin siha kêmanî û pêdiviyê, lê bê guman ku qonaxên mirov a yekem ta radeyekî mezin kesayeta wî ava dikin, ji ber ku fişara civakî û hestbûna bi sêwîbûnê ve û kêmaniya mezin ji nermiyê re dikare kesayeteke bê par têkçûyî ava bike , derdê êş û pêrewiya mezin berve tundiyê bikşîne û ev yeka dihêle hestekî ji tolhildanê ve diyar bibe û gera li ser mafa a windayî bi rêya xwestineke dijwar ve ji xwestina wê re bi rengekî nankor û çavbirçî ve.
Ew yeka dihêle kiryarê gunehbariyê carcaran durist bibe, û xwedîkirin dibe amana bingehîn e ji pêşwazîkirina hemî reftar û kiryarên yên zarok wêna dimêtê ji destpêka çêbûna wî ve, tewrîvanên çepgir dibêjin ku sermedarî ew tekbare yê divê li hemberê wê şer bête lidarxistin bê ku bibêjin ku totelîteriya navendî ew kargeh û bingeha sîstema hebûna wê ye û divê pêşî bête jinavbirin û guhertin, ji ber ku navendiya totelîter ew naveroka sermedarî a bingehîn e ji çi hilweşandineke civakî a hatî re .
2 hewildanekî ji têgihiştina koçberîbûnê
Seyrbûna mirov ji tiştekî re ji derveyî tiştê ku di destê wî de ew dihêle ku zêde biêşe, ev yeka me dihêle em vegerin felsefa Hindî a banga têgeha ne girêdanê kiribû, dema gotibû ku derd çêdibe dema mirov bi tiştekî ne a xwe ve tê girêdan, em dikarin wisa rêwîtiya mirov di nav koman de bi derbasbûna xwe ve li qonaxên çêbûna wî vegerînin ,ku ew serpêhatiya girêdanê ye, û têkreçûna têgihiştina wî ku ewê din bi me ve ne girêdayî ye ew tiştekî ne diyar e ji derveyî refê takekes ve û çûna wî ya xweserî û xwesteka wî ji girêdan û pêketinê re, ji bo nîgarkirina rewşa têkiliyeke jiyankirinê armanc dike, ji ber ku di bin siha wê civakê de ,em azadiya biryarê dibînin ku ne diyar e ji henas re di bin siha ricîmeke nêrîtiyê de, xuristiya ramana a jiyanbûyî ew ê qelşanê kûr kiribû bi sedema harbûna hêmanên tirs û pêdiviya dijwar ve di navbera tofên civakî de, ji ber peywendiyên mirovî bi têkreçûn û qutbûnê ve bindest in,tirs ji şadiyê ve û dûrketin ji gera li wê , ev yeka wateya wê ketina di lawazî û hingemeya henas de ye, li gel wê zoreng natebite, û di vir de kêşeya azadiyê aşkere dibe,li gel wê yaseyên sert ên mêjiyên takekesan dişon û wan dihêlin bê can û mirî bin an mêrên rîbût bin, nikarin çi guhertinê pêkbînin,tenê têkreçûn û awanteya a ku hişên yên li ser her tiştî serdest aşkere û nehêne dike, li gel wê ramanvanê Rosî Nîqolay Eliksenderûftş Birdayif dibêje : ( Çi tiştê ku ji civakê ve dertê nêzî koletiyê dibe, lê çi tiştê ku ji giyan ve dertê banga azadî û derperînê dike.) û bi vî rengî ve em gotinê wî dibînin berztir dibe di rewşa vê civaka dorpêçûyî de bi bend û baskên xizanî û milhûriyê ve.
Bê guman ku wêjeya zîndanan (Şeytanok Mistefa Xelîfe) nûnertiya diyarkirinekî ji rewşa zîndanî a deronî re dike, li pêş lêdan, işkence û kişkişandinê yê ku ew wan jiyan dikin û ew fêrîkirineke ji aliyê deroniya wî re ye, herwiha hestbûna xwestina mirinê bi sedema azarbûnê ve ye, an çi tiştê ku êş û bindestî û tirsa heyî radiwestîne, berhinde ji êş re qonax û çaxên berve bedkariyê li kirêtirînê radibin ta tiştê herî bi saw û bi dînbûn ve, li gel wê azarbûna pîroz heye a ku di deqên olî de diyar dibin bi rêya gotûbêja soz û gefdanê ve , li gel wê tiştekî ji hestbûna bi azadiya xwedayî bi saw ve nîne ji ber ku tê pesindan bi rengekî bi bandor ve dikeve di hest û hizrê kesê pêşwazker yê bawermend de ta li wî pêdivî bike ku bitirse ji bêzariya a di jiyanê û piştî mirinê de. (Azariya gorê û Dojehê.)
3Bandora cîgeha nû li ser niştecî
Em peywendiya niştecî bi cîgeha nû re dibînin ku bi temamî ve cûda ye ligel cîgeha a ku lê nû penageh dibe, bi sedema bêhoşiya wî û xastina wî ji mîl û helwestên demborînê ve, ji ber ku guhertina têgeh û reftaran pêdiviya xwe bi demê ve heye,ev ji bo kesên bilyan in ên ezmûnên bi êş ve berî penaberiyê jiyabûn, lê ew nikarin bibin beşekî xuristî ji civaka nû di derbarê têkelbûnê de, eger em wan bi zarokan ve daneberhev bikin, zarok zo têkel dibin bi awayekî rehet û hêsan ve.
Reweşt fermandariyê dikin li ser wan kesên ên zehmetiyên têkelbûnê li cîgeha nû dikşînin, ev yeka ne bi pêwîstî ve mirov bighîne encamekê bi çêbûna qayimbûnekê ji yekgirtinê ve bi xuristiya welat yê lê ew kes têde niştecî dibe, têgihiştina mirov bi palpiştbûn li sirûştiya vegûhêztinên wî ve û şîrovekirina guhertinan li gor rewşên bandorbûn û bandorkirinê ê jîndarê mirovî wana pêşwaz dike bi sûd in ji bo diyarkirina peywendiyê di navbera mirov û erdnîgariyê de bi rêya pevxurîna wî bi kesayet û alavan ve û wergirtina wî ji serpêhatiyên sûdmend re û beşdariya di avakirina kesayeta takekes de û avakirina zanîn û berketiyên wî bi rêya peywendiyê bi derdorê re,lê ev yeka ne hêsan e ji xwedî serpêhatiyên hevgarî ên serkotkirineke desthilatî û civakî di eynî demê de jiyabûn, ev yeka rolên têkelbûna wan di cîgeha nû de asteng kiribû, li gel wê komên serpêhatiyan ên takekesên penaber werdigrin sînora pêkanîna wan ji şopandina mercên guhertinê re ligel rewşê sînordar dike, li gel wê serguhabûna ramanî , wijdanî û viyanî di bin siha derdora nû de bi rengekî xwebexş pêknaye, li gel miqatebûna bi takekes ve û şîrovekirina paldarî û kiryarên wî ji ber ku gelek girîng e ev yeka ji bo naskirina aliyê nehêne ji kesayeta wî ve, ya armanca jiyaneke baştir dike, lê rikeberiyên rewşê û bendên jiyanê û fişarên wê ,herwiha çendayîyên ên rolekê ji nîgarkirina nîşanên jiyana mirov dilîzin mirov birêve dibin ji gîhandina rastiya a dibêje ku mirov lawê wan xêzên bêçare ne û ew li ser rehniya xuristiya rewşan mirovekî ne azad e û azadî dimîne nîgaşek, hizr mijol dike û pir caran ne xuya ye, wateya wê çi ye?
Çawa mirov pê şad dibe bi awayekî giyanî an daringî ve!?
Ev pirsînên yên di hizrê takekes de dilivin di dema gera wî ji bo penageyeke aram ta têde bijî, cîgeheke ku têde bê tirs û metirsî tevbigere, lê metirsiya mirov timî di hizr de dimîne , dema hebûn tune dibe û mirov dîlgirtiyê demborînê dimîne bi helwest, bûyer û bîrovebûnên wêna li ser henas ta demekî dirêj ve .
Takekes timî di bîranîna demborînê de ji reftarên xwe ve qutnabe, bi taybetî ve eger ew demborîn têde saw û têkreçûn hebe, ji ber ku lêdanên yên derbasî takekes dibin bi demê re neman nabin, lê di ne hestbûnê de cîgir dibin û tevlî koma sêwirên takekesî dibin,di hundir de dimînin, di nav xwe de dijîheviyan hembêz dikin, dema takekes bîra erdê dike, hewayên hêdî ne rêncbûyî dibin pêşkerekî ji jiyaneke baş re, têde geşbûn û ferehî gelek peyda dibe, bi vî rengî em dikarin takekesê penaber têbighin dema xwe li dor zincîrekê ji helwestan dipêçîne wî hîşt tebitî be û li dor demsalên demborînê û peywendiyên wê pê re bizîvire, bi awayekî dudil ve, ew metirsî parçeyekî naye veqetandin ji henas ve, dihêle hensa fêrî sêwirên xwe bibe, vekişîna berve ez û dûrketina ji nakokiyên din ve bi wê re, tenahî hîşt bibe nanê jiyanê a bingehîn, ji bo em henasê binasin divê em têgeha piran di navbera din de saz bikin, ji ber ku reqbûna a ku penaber bi ê din re dijî wî dihêle tam ji aramiyê qut bibe, û jêre xuyakirin dide ku jiyan tenê şeytanokeke li ser xwe ve dizîvire , rastî çi ye?, bi rêya tiştê ku mirov ji jiyana xwe dixwaze tê berketin,ango tiştê wî dihêle geş bimîne û wateyên ferehiya cûrbecûr bijî.
Serpêhatiyên mirovan encameke girîng in ji takekes re ji bo bikaribe henasa xwe geş bike bi rêya guhertinên girîng di derbarê pêşveçûna kirdeyî de, têgihiştina vê yekê alîkariyê dike ji bo têgihiştina zikmaka rastiyê bi palpiştbûna li ser seyarana girtinheviyê ji bo baştirînê.
4Nasnameya serketî di rû nasnameyên barketî de
Cengên nasnameyan bê guman di her cihî de û ji derveyî sînoran ve diqewime, lihevketin di kokên xwe de kêşeyekê radike naveroka wê hewildana desthilatên netewî a navendî ji binyadkirina girtinheviyên navxweyî ên gerentiya hebûn û serdestiyên wê di dewlet û civakên xwe yên resen de didin, li gel wê em Tirkên alîgir ji rêbaza Islama siyasî re a ku ( Erdoxan 1 nûnertiya wê dike) dibînin tevî ku gelek ji alîgirên wî li Elmanyayê jidayikbûn e di nav derdoreke demukratîk de ku bi maf û erkan ve bawer dibe,lê ew tevî vê yekê şêwaz û nerînên netewî ên teng a li hember her tiştekî demukratîk derdikeve weşan dikin.
Ew nakokiya a cîgir di nav vê tofê de ,şopîner li matmayîbûnê dehf dide, ta bipirse li ser dûsereyîya ramandinê, eger tu bi milhûrekî desthilatdar ve bawer dibî û li pey wî diçî, çima venagerî û li welatê ku ew têde serok e najî!?, dewsa tu bi binemayên yeksanî û demukratiyê ve li van welatan şad dibî?!!.
Welatê ku ew têde mezin bûn e û bi civakên wê re têkelbûn e, çawa em dikarin vê şîrove bikin û vê cihêbûna ramanî têbighin dema tu piştgiriyê milhûrî û navendiya dewletê dikî di eynî dema tu li welatekî li ser bîngeha sazî , ricîma yekbûyî a ne navendî û yaseyê avabûye de dijî!
Ev yeka me dihêle em agehdar bibin sengerkirina parastvanê nijadperestiyê bi ramaneke li hember jiyanê û hevjiyana hevbeş napejirîne û li hember nerînên cûda tekoşînê dike ji berjewendiya yekalîbûna nerîn,raman û gelemperatiya wî.
Em cengên nasnameyê dibînin mîna bersiveke ji suriştiya girtinheviya mirovî dema bi rêve diçe ji bo parastina taybetmendiyê bi rêya jêbirina taybetmendiya ê beranber ve an pişaftina wî di nav xwe de, li gel wê zorenga nijadan li ser nankoriya malgirtinê derbirîn dike,dagirkirina erdnîgariyê, hatinên xwarinê, gaz û avê .
1 Receb Teyib Erdoxan 26.02.1954 hatibû dinê, siyasetvanekî Tirkî ye û serokê duwanizdemîn e û niha ye ji Tirkî re ji sala 2014 ve.
Ev rê dide aliyê serkeftî ku destê xwe deyne li ser samanê, wê hilîne û anîber bike li ser hesabê stûxwariya nasnameyên biçûk ê helistên bergiriyê li cem nîne taku bikaribe li berxwe bide, ji ber ku navçe bi girtinheviyan ve cîteng bûye, û li ser nanê diljêçûnê jiyan dike, berdêla vê yekê pêkanîna pirojeyên têkoşîndar û jînî û vexwendina li civakeke zanyar ,xwesteka karê sazmanî dike mîna destikeke rizgarbûnê ji cenga nasnameyan a vala, eger agirên cengên gewdehî û devên agir û gullebaranê rawestin, lê wê bi hêsanî şopên agirên gûrbûyî newe jinavbirin, ên bi xwe re heznekirî û kînê tînin, û li ser tê avakirin ji aliyê ew ricîma a ku bi movikên dewleta Tirk ve ji damezrandina wê ve girtî ye, li ser bingehên nijadperst û totelîter çi nirxî ji netewên ên pê re dijîn nade, serweriya nijada Tirkî û binyadkirina wê mîna çandeke bingehîn li dibistan, peymangeh û zanîngehan û kûrkirina daberizka ez û bişanhildana diljêçûnê bi rêya vê yekê, kûrkirina girsbûnê di ez de li cem nijada tirkî bi fermaneke desthilatî ve nûbûyî bi rêya hatina ricîmên faşî, ew xatirkariyeke ji tewriya hêz re ye, û kolekirina pêkhateyên lawaz, rûtkirina wan ji rabûnên hebûna xwe re,ji erd, nasname,ziman û şopên şaristanî ve, pişaftina rêzimanî ê ricîmên Tirkî pêkanîbûn gerentî dabû ji pişaftina gelê Kurd di nav zimanê Tirkî de, gelek hatibûn e pişaftin, nikarin dûbere li zimanê xwe miqate bin, an nirxekî baş û
rastîn bidne zimanê xwe, bi bihaneya ku dem dereng ket û êdî nema ev yek çareser dibe, an bi rêya bihaneyên ne girêdayî bi pêwendiya ziman bi hatinrêzê ve, û wisa em dibînin ku rewşa xemsariyê hatibû dîtin mîna hewildanekê ji bo hembêzkirina pişaftinê an pejirandina û rewakirina wê, ev yeka dibû ji alavên serkeftina qirkirina rewşenbîrî, li rex hewildanên dewleta Tirk ji roxandina kevineşopên dîrokî û konewarên şaristanî li bakûrê Kurdistanê (Hesekêf) wek nimûne û kevineşopên li Amedê ya kevin (Diyar Bekir Taxa Sûr) û wêrankirina kevineşopên (Eyin Dare) li Efrînê, ji derveyî paşguhkirina wêzimkarî li navçeyên Kurdistanî û belavkirina Islama kevinşopî têde, binyadkirina rewşa çetîtiyê a bi saloxgeriyê û artêşa Tirkî re hevkar e ,herdû gelek kiryarên wêranker li hemî deverên Kurdistanê pêkanîbûn, ji bo bazdana xwedî war û valakirina navçeyan ji xelkên wê ve û koçkirina wê ya berdewam bi aliyê bajarên Tirkî a mezin ve û hîştina Kurdistanê paşgukirî wek kavilên bêkesmayî, ji ber vê yekê armanca tewriya hêzê ew guhertina kiryarê di derbarê takekes û koman de û ger bi cengên derveyî ve û qirkirinên gewdehî ve dewlet avabûn wê pişt re bête veguhêztin li qonaxa miqatebûna ji bermayên van cengan ve di civakê de, bi çandina tovên têgeha serweriyê ve li ser jîndarên lawaztir, gotinekî oveye bicî dibe naveroka wê ku( hêza wan pêkhateyên lawaz û bindest xurtir bû wê rikberiyeke metirsîdar li ser dewleta netewperest a bi hêz ve bikin), ma çawa dewleta Tirk hebûna xwe mîna neqşeyeke siyasî parast!?, bi rêya kirîna kesan bi pereyan ve , ji nêzikirina hinek rêvebirên êlên Kurdî ve (Hawarxwastina Eteturk ji axeyên êlên Kurdî ve di dema cenga serxwebûna Tirkî de) an bi rêya kuştin û serkotkirina şoreşan ve (raperîna Şêx Seîd Bîran sala 1925 pişt re serhildana Seyid Rîza 19371939), bi rêya ajotina êlên alîgir ji dewletê re li hember van şoreşan û ev kiryar tê nûjenkirin ji aliyê neviyên Toranî ve ta roja me ya îro ( çeteyên parastvanên gundan li hember partiya karkerên Kurdistanê.)
Ji ber vê em tekoşîndariya nijadperestiyê mîna kedekî zehmet dibînin dema dewlet mîna alavekî parastî jêre be, wî ji hewildanên gewirîn û serkêşiya cemawerî diparêze, ta bibe destûr û rêyeke jiyanê, bobelat û cengên navxweyî ta dema dûr bi dû xwe ve tîne tevî ku cîhan bûye gundeke gerdûnî biçûk ji pêşketina destikên xweşî û peywendiyan ve, lêbelê ramanên netewperest têkneçûn, lê têne çalakirin û xwarinkirin berdewam in (Rasta Millî li Ewrûpayê) û dehfandina cemaweran ji lêketinên vala ve bi dawiyê ve hatin û xêrên wê neman dibe, ji ber vê yekê kedên dikin di rû bivveya derbasbûna tewriya netewî û kirina wê mîna sedema parçekirinê hîn têr nake bi taybetî ve ku desthilatên xwedî moreke totelîter li hember çi hewildaneke demukratîbûnê li hundirê wêlêt an ji derveyî sînoran ve radiweste, mînaka vê yekê tiştê ku Îran û Tirkî dike ji guhertina rê û aliyê van şoreşên rojhilatnavînî ve û xwarkirina wê berve xefka Islama siyasî bi herdû şaxên wê yên Sinnî û Şêî ve, lê hewildana zorkariya fermî ji dewleta serkotker re ji bo bicîkirina xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê diyar e bi rêya pêngavên tunekirin û paşgukirina gellan yên dijberiyên siyasî ji van ricîman re eynî rêbaza desthilatê bikaranîn li hember pêkhateya Kurdî bi rêya berdana roparta serketinê, tiştê hîşt xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê xwestekeke lezlêkirî û serkeftî be dema ku bi xwestekên navdewletî re lihevhatî be, ji ber ku rastiya dîtina civakeke demukrat pêknaye di bin siha hebûna zorkariya fermî ên van dewletan pê êrîş dikin û di navbera hevdû de timî li ser piştrast û erê dikin tevî çiqas nakokî û rewşên aloz, ev yeka jî derî vekir ji destwerdanên navdewletî û zorengên herêmî re ê bêhtir gelê Kurdistanê buhaya wê ya giran dida.
5 Tekoşîndariya nijadperestiyê û berzbûna civaka zanyar
pîşesaziya azadiyê bi rengekî kirdeyî ve bi şoreşa mêr û jinê ve girêdayî ye di eynî demê de, û rêbaza zanyariya rastîn ew ji bo jêbirina kêmaniyê û hestbûna bi jêrîtiyê ve li pêş yê serkeftî an serçûyiya hilgir ji reftarên desthilatê ve yê pê hatinrêzên xelkê dixe di bin gefê de, divê ew şoreş bê têgihiştin pêşî ji pêdiviyeke bê sînor ve ji ezgerkirina mirov ve ta dûrî kêşeyê girêdayî bi bîrdozkirina wî ve be li gor rêbaza desthilatê.
Berketina me ji kêşeyên kûr ya civakê ve û baweriya me bi sûdê guhertina wê û rakirina jêrîtiyê ji ser jina rojhilatnavînî ve dibe sedemekê ji zayîna ramanan re û avabûna kesayeta ne pêrew , ji ber ku takekes pêşî li dayika xwe dinêre, mîna mînakekê di destpêka çêbûna xwe de, û li alava desthilatdar a sert dibîne çawa ku dixebite ji bo perwerdekirina mirovan li ser rageha şiyarbûn û tirsê , bi mebest ve hizr mijol dike bi rêya bêkarî, xizanî û paşgukirina wêzimkariyan û belavkirina gendeliyê mîna rêyekê ji belavbûna hingemeya civakî ve, ji ber vê yekê em zanyarên mêr li rex zanyarên jin dibînin parçebûyî , ji hevdû cuda ji bo çarenivîsê xwe dixebitin, çi sazî wana nacivîne û derdê parçebûnê dikşînin, ev yeka jîniya netewê lawaz dike, wê dihêle di nav dabeşbûn û parçebûna xwe yê siyasî de be, yên ricîmên totelîter li wan bi rêya tirs û kirîna kesan ve sepa kiribûn.
Zanyarê azad bi kirdeya mehnedanînê û vexwendina ji tekoşîndariyê ve bawer dibe mîna rêyekê ji şiyarbûna tirsokan ve, û sazîkirina naverokekê ji pirojeyên yên dikarin ji takekesan re bosteke fereh çêkin ji bo rabûnê.
Rizgarkirina ji hestê kêmaniyê li cem jin û mêr ve bi rabûna zanyarên jin ve destpê dike ên dikarin erkên çarenivîsî bi zanyarên mêr re parve bikin ji rêvebirina civakê ve û perwerdekirina nifş li ser rageha azadîbûna takekesî ji desthilata bîrdoziya partîtiyê an desthilatiyê ve di qata bilind de bi rêya pesindana zanyarê azad û beskirina bişanhildana tek serokî ji bo berhemdana serokên ên wêzimkariyê dikin û bêdeng dixebitin.
Malgirtina bîrdozî ew hewildana darjêdankirina dilniyabûnê û ciwanîkirina wê bi raçête û dagihêjîtinan ve pêrewîkaran hewil didan cilê rastiya a gumanî pê nabe lêbikin, di dema ku zanyarên jin û mêr li hember van hewildanan ji kevin ve radiwestin, gelek ji wan jiyana xwe jidestdabûn li pêş dadweriyên soraxvanîkirinê ên bi husteyî ve wana azar kiribûn û berhemên wana sotandibûn, eger çendîn şîrovekar xwestin desthilatiyê ciwan bikin û cilê çaksaz û feylesofan li wana bikin lê ew bi serneketin.
Mildana cemaweran bi koratî ve ji pirûpogandeyê serokê birêz û pendiyar re binyadkirineke ji gendeliya giyanî ye û reşepêşkirina ramanî re ye bi rêya rewakirina mildanê û kirina wî mîna erkeke niştîmanî, herwisa zanyar di metirsiyeka mezin de dimînin, tên e dabeş û parçekirin û zehmet dibe anîna wan li ser peyv û nerînekê, beşekî ji wan dibin pirojeyên pêrew tenê gotinên xweş dibêjin û dibin layîngiriya desthilatê tevî (diljêçûna wanî veşartî jêre), beşekî din bi giştî ve dûrî dîmenê vedikşin bi rêya koçkirina ji welêt ve an bêdengiyê an carne serserîtiyê dikin bê hemahengî an pêkanînên ku karibin guhertinê pêkbînin, kesê çevsênîbûyî bîra xwe bi xwe re radike eger berî xwe bide ku derê, bîr dibe amaneke hemî dîmen û bûyerên mirov kurtas dike di hundirê welatê xwe de bi taybetî ve qonaxên çêbûna wî ya a yekem, ji ber vê yekê yek dibêje ku cîhan tevî ku di warê erdnîgariyê de bête dabeşkirin di navbera rojhilateke giyanî û rojavayekî hişmend de lêbelê hatina koman û tevderbasbûna wan bi hevdû ve wê erdnîgariyê tebitî nehêle û ne jî çavkaniyên zanînê lê wê her tiştî bimîne di nav têkelbûnê de , ji ber vê yekê em guhertinên deronî dibînin ku berve vebûnê di navbera çandan de çalak dibin, ta erdnîgarî bimîne bin siha şoreşên pêwendiya civakî (Fêsbûk,Tiwîtter,Instagram , Youtûbe û Whatappê ) li pêş hemî hatinrêzên nû wê vekirî bin , wê ropartên nijadperst nikaribin têkelbûn û hevdîtinê sînordar bikin.
Desthilatbûna a li ser civakê pêkhatî, tenê jehrên xwe di hizrên takekesan de berdide ta wan bike qurbaniyên lîstoka rev û bazdanê ji rewşa lêketinê ve.
Nijadperestiyê mîna şepêleke ji aliyê hevjiyana hevbeş ve nevêtî dibe .
Ew ji bermayên ceng û girtinheviyên navxweyî ne ên di navbera pirkes û kêmkesan de çêdibin, şopên xwe yên deronî di hundirê xelkê de dihêle ,ên rastî serkotkirinê tên, dibe ku koçberiyên ên ji zorkariya siyasî ve encam didin bi rastiya rabûna nijadperestiyê ve peywendîdar be, mîna binemayeke jiyanê partî an dewletên ên li berbijariyên mezintir û destketiyan digerin lê xwedî derdikevin, di baweriya xwe de ku ew xwedî bişanhildana dîrokî ne û timî ji serdariyê re di her çax û qonaxekî de şiyandar in ,ew komelbûyîn mîna hewayeke lihevhatî saz dike ji bo rabûna nijadperestiyê û hestbûna bi cûdabûnê ve ji rengên civakî yên heyî re, herwiha dibe metirsî li ser çand,desthilat û navendîbûna fermandariyê.
Tirsa Tirkan ji kurdan ve ji baweriyekê ve pêktê ku Kurd metirsî ne li ser welatê Tirkiya yê ê ku beşekî mezin ji erda wanî dîrokî ve li gel dewletên cîran hembêz dike , ji ber ku sabara Kurdistanî mîna şevpestek e li hember wê û divê pîlanên berdewam bêne amadekirin li hember hewildanên wê ya berdewam, ji ber vê yekê nijadperstiya rojhilatnavînî dijminê demukratîbûnê ye û piştgirê dewleta netewperest a saloxgêrîtî ye , ê timî ol bi awayê xwe yê ragehî ve bi xwe re têkel dike mîna destikekê ji fermandariyê re û gerentîbûna pêrewiya bêhişan bi rêya dergeha Islama siyasî ve.
Nijadperestiya Ewrûpî bersivek bû li hember penaberên ên di welatên wan de niştecî dibin, mebesta min ew nijadperestiya nûjen ê her û her hêdî hêdî bi derbasbûna demê ve bilind dibe, bê guman cenga navxweyî li Sûrî, girtinheviyan ji derveyî sînorên wê ve şiyar kirin, ger li Tirkî an Îran an li cîhana Erebî û welatên Islamî bi giştî ve ên derdê xizanî,gendelî û bêkariyê dikşînin.
Ew dibûn naverokeke dewlemend ji rabûna komên Islamî re yên sînoran derbas kirin .
Çûna bi aliyê tekoşîndariya nijadperestiyê ve di zanîna zimanan de û peywendiyê ye bi gellan re ye, li gel wê ramana parçekirina xelkê di navbera tofên bilind û nizm de xwestekeke rêbazbûyî ye ji bo rêvekirina li pêş girtinheviyê û bergekirina wê bi awayekî bîrdozî ve, ta bibe rêyekê ji dagirkerî û serdestbûnê re bi rengekî hêsan ve, ji ber ku çi bihaneyeke hişmendî ji gotinê wî Elmanî re nîne dema Êmanoêl Kent 1 17241804 dibêje (wekî zêdekirina li ser tewriya wî ya zanyarî ve bi dabeşkirina zayendên mirovî li gor reng), gotibû ku zayendên bêhtir jîr û pêşveçûyîn û beşdarbûn ji avakirina şaristaniyan re ew zayendên sipî ne, pişt re zayendên zer tên ,dûrre reş lêbelê zayendên sor û hindiyên sor û gelên parzemîna hindî mîna bedtirîn zayend tên ji aliyê jîrbûnê ve û kêm pêşdikevin li gorî derbirîna wî!.
Feylesofên pêrew ji kar û barên desthilatên xwe re timî bihane didabûn e wan ji bo xwe berfereh bikin û serweriya xwe berdewam bikin.
Em yê Engilîzî Dêvid Heyom 2 1711 1776 dibînin dema dibêje bi dûrxistina nijadên ne Ewrûpî ve û wisa diaxive :
( Ez qet guman nabim ku reşik û hemî çûreyên mirovan ew di xuristiya xwe de ji mirovê sipî ve jêrtir in.)
Yojîn Fîşer 18741967 banga paqijkirina mirovan û kuştina dilovan ji seqetan re û qirkirina Cuhûyan kir, van helwestên tarî ji binî naghe rastiya mirovê zanyar, lê bervajî gemiya mirovahiyê û aştiya afrênerî diçe, ê mebesta min bi wê avakirina stûnên huner ,pêşesazî û afrêneriyan ji bo jiyana mirovî a yeksan û pêkanîna geşepêdanê ji bo xêra hemî qat û bijardeyan û parastina destketiyên mirovê hişmend li hemî deverên hebûna lihevhatî.
1 Êmanoêl Kent: Ew fêlesofekî Elman e ji çerxê hejdemenîn e 17241804 , jiyana xwe hemî li bajarê Kunisgbêrg li şanişîna Birosiyayê bihûrand, ew dawî fêlesofên bi bandorbûn li ser çanda Ewrûpî a nûjen.
2 Dêvid Heyom: di 26 Nîsanê sal 1711 de jidayikbû û di 25 Tebaxê sal 1776 de koçkiribû, fêlesof,dîroknas, û aborînasekî Iskutlendî bû û kesayeteke girîng bû di felsefa rojavayî û dîroka ronakbîriya Iskutlendî de.
Ewrûpa ramana ne jinxwaziyê bi gellên din re derbas kiribû, bervajî gotina ewê Ferensî Arthir Gûbîno 1 1816 1882 ê guman dikir ku tekelbûna nijadan û jinxwaziya wan ew sedemek e ji têkçûna şaristaniyan ve dema dibêje : ( Arîbûn têkdiçe bi rêya têkelbûna bi hunerên reşikan ve.)
Em îro têkelbûn û pirbûna çand û şaristaniyan dibînin ku hinira raberî,raman û berzbûnê li cîhana bê bend û sînor berdide , li gel wê zanyarê Birîtanî Tişarliz Darwin 2 1809 1882 di pirtûka xwe de (zikmakê çûreyan) dema tewriya xwe pêşdebiribû û nexwest xelkê di navbera tofên bilind û jêrîn dabeş bike, ji ber vê zanyarên ên berketin û raberiyên xwe ji bo civakek e zanyar bikaranîn ewê yên di xwe de taybetmendiyên ku wana dihêlin hebin û serbikevin bi wê xweşrewş dibin, lê ew tofên ku bi jehrên tundirewiya olî û netewî ve têkçûyî timî bi tembelî û jêrîbûnê ve bindest dimînin, ji ber dibin barekî zêde li ser heyînê, dema li ser diljêçûn û nijadperestiyê û xewinên serketina diravî a nijadî dijîn, ew rêberên dirindîtî ,kuştarên giştî û koçkirina bi zorê ne, nikarin têkelbûnê bi giyaneke nûjen ve têbighin, ji ber ew ji zanyariya a ku bi rewişt ve yekbûyî ye dûrketibûn.
Hebûn tenê ji zanyarên jin û mêr re ye ên li pêş rêya xwe astengiyan radikin û bi binema yekîtiyê di navbera jin û mêr de bawer dibin, bê pêrewî û kêmîtî, ji ber ku hebûn para afrêner e û ev yeka rizgariya hebûnê ye û dawiya desthilatî û pilana li ser mêjî ji dergeha sazkirina tirsê ve.
Netewhezên rojhilatnavînî ji Ereb,Faris û Tirk û jibilî wan gelên ne li gor xwe mîna çeteyên girêdayî bi derve ve dîtibûn û divê bêne hilkirin, serkotkirin an pişaftin li gor berketiyên xwe.
Va zanyar Curc Terabîşî 3 dibêje : ( Pir tewrîvanên netewperest gîhan astekê ji mendalekirina kêmnetewan ku wana danasîn kirin ku ew kêmnetew ji çêkirina mêtingeriyê ne, ji ber ku kêmnetewan hebûnek wanî bi xwe nîne, lê ew di rewşên herî baştir ve tenê derzên dîrokî ne, lê entîke ne divê carek din têkevin di yaseya helandin, parçekirin û piştre têkelbûnê, ew tu carî bi çi rewşî ve nabin nîşana cûrebûn û çavkaniya dewlemendiyeke şaristanî.)
1 Cûzêf Arther Gûbîno: 14 Hizêranê 1816 13 Çirya pêşin 1882 xanedanekî Ferensî ye, pêşdebirê tewriya serkeftina nijada Arî ye.
2 Tişarliz Robert Darwîn: zanistvanê dîroka xuristî û ciyolocîk e, li Engêltrayê 12 Sibatê 1809 jidayik bû, 19.Nîsanê 1882 koça xwe kir.
3 Curc Terabîşî: 1939 16 Avdarê 2016 , ramanyar,nivîskar, rexnegirekî Sûrî ye.
Wisa civak hatibû parçekirin û bizdan di jiyana xelkê de weşandin, zorkarî mîna bergekî giştî diyar bû, desthilata netewî wê mîna rûpêçekî li xwe kiribû.
Zanyarên Ewrûpî berî xwe dabûn e penda cûrebûnê, hevdîtina mirovî û pêguhertina rewşenbîrî di navbera netwan de, ji nirxê mirovê hişmend li hebûnê bi serketibûn, va em zanyarê Ferensî Kilûd Straws 1 1908 2009 dibînin tewriya nijadê bi rengekî dij saz dike û dibîne :
( Cûrebûna çandên mirovî divê bi awayekî bêcan ve newe berketin, ji ber ku civakên mirovî ne bi tenê ne, dema di asta herî dûr de ji pileyên cihêbûnê ve dimînin dîsa jî pergalên parçeyan an koman distînin.)
Berhinde ev piştrastkirineke li ser serkeftina nirxên ronakbîriyê beranberî lawazbûn û pûçbûna gumanên nijadperestan û tengiya asoyê wan.
6 Dîtinekê ji awayên sazbûna sitemkariya siyasî ve
Têkiliyên mirovî hatin guhertin taku di navbera alîgirtinan de bêne dabeşkirin, û nirxê xuristî ji peywendiya xuristî ve li pêş hezkirina desthilatî û têkalîna peyrewan li dor hevdû kêm dibe.
Ev guhertin û dabezîna di rewşê de amadebûna dirindî li cem mirovê pêşbaz ji bo limêjkeriya hêrsê piştgîr kir, peywendiyên qezencî dewsa peywendiyên xuristî cihê xwe girtin û dêmên mirovê diravî pir bûn û ji dema hêsanbûna jiyana wî ya destpêkê ve zehmetir bibûn, êdî li pey rewşeke li ser sertiyê ve cîgir e dikeve û wê bişanhildan dike, ta bibe mîna eynikekê jêre an pîvanekê ji têgihiştina başbûnê ve û çûna bi dû wê ve.
Dirinde li vir serwer e û li ser vînan serdest e, ew wan bi dîmenên hêz û şehnaziyê ve dinixûmîne, taku bedewbûn, xweşikbûn û ciwanî bibe dîmeneke nerm ji dirindiya jiyana nûjen re ê gelek mirov xwe pê girêdidin bi bihaneya nûjenkirina jiyan û nirxan ve.
Ev yeka berzbûnekê saz kiribû bi aliyê harbûnê ve ji pêşbirk û zorengê de û herwiha ji malgirtinê re, berhinde komkirina girtiyan di zîndanê de û pêşwazîkirina wan bi rêya afirandina cûreyekê ji azarkirinê ve bi sernavê ahenga pêşwazîkirinê (girtîgeha Tedmur1) dibe yek ji ferehkirina pêşesazîkirina dirindî ve.
1 Zîndana Tedmur: zîndaneke leşgerî bû nêzî bajarê Tedmurê a çolî dikeve li rex kavilên wêna yên navdar piştî 200 Kîlometran bakûrê rojhilata paytexta sûrî Şam, di sala 1966 de hatibû vekirin, di bîngeha xwe de ji bo leşgeran hatibû çêkirin di bin rêveberiya asaîşa leşgerî de ye, navê zîndanê bi navnokitinê ve girêdayî ye, di sala 2001 rêxistina lêborîna navdewletî raporekê belav kiribû wê zîndanê pesindan kir ku (hatiye çêkirin ji bo mezintirîn zorbazî, tirs û derd di dermafê girtiyan de pêkwere.)
Guhertina mirov ta bibe jîndarekî tevlîhev di kar û kiryarê xwe de, şîn û işk hildikşîne, dibe wêranker, bi rêya azarkirina wî ji rêya dergeha zorbazî û tolhildanê re, ji ber diyardeya girtiyê siyasî di xuristiya xwe de derbirîneke li ser pêşesazîkirina dirindiyê, girskirina bizdanê di jiyana takekesan de wana berve dawiya wan dibir.
Azarkirin hat e bikaranîn bi gumana gera li rastiyê û naskirina gunehkar di kevin de, li Yonanistanê û di dema Islamê de û berî wêna, herwiha di serdemên navîn de, mîna destikekê ji parastina keşeya katolîkî ve hatibû bikaranîn, li gel wê di salên şêstan de ji çerxa buhirtî ve zanistvanê deronî Stanlî Mîlgram 1 ezmûnekê li zangoya Yayil pêkanîbû ji bo têgihiştina pêvajoyên Holûkustê ên leşgerên Nazî li cenga cîhanî a duyem pêkanîbûn û zanistê deronî a Emrêkî Filîb Zimbardo 2 ezmûnekê di zîndana Stanfordê pêkanîbû û gîhabû encamekê ku kesên azariyê pêktînin divê pabendî fermanan bibin ji ber ew baş bawer in bi ricîmekî bîrdozî cihekî xwe yê civakî û sazmanî girtî ye û mirov di sirûştiya xwe de bi awayekî suriştî ve fêrî derdora civakî a ku têde dijî dibe û armanca ricîma Baes a serkotker ew sînordarkirina afrêner û ramanyaran û radestbûna wan bi sedema azarkirin û sixêfan ve yê rastî wana dihatin, ji ber vê yekê terora dewletî li ser çi teroreke dijî wê zêdetir dibe û bi kirêtî cihê xwe di dîmenê dîrokê de distîne, ji bo ku desthilat xwe ji roxandinê ve rizgar bike sertiya bê sînor pêktîne, pêşesazîkirina terora dewlet, partî, komên biçûk,Komelêyên nepenî, Mafiya û malbatê ew li ser xwe parve dikin, li gel wê teror ji ramanekê ve ku di henas de bi lez ve tê mezinkirin destpê dike, ta bibe binemayek an zagonekî.
Rastiya ev yekîtiya dîrokî di navbera mêrê ol û desthilatê de gelek derdên dirindî bi xwe re derxistin, tirsê piştrast kiribû wekî dibistan û zanistê çêkirina mirov bi herdû şaxên wî ve a oldar û pir tirsok ji fermandar ve, ev yeka rê dûz kiribû li pêş berzbûna ricîmên bi hêz û serkêş gelek pispor in ji eyarkirina kelejana cemaweran ve, stonên çandeke gelemper û olî binyad kiribû taybetmendiyên xwe ji efsanîbûn û rewrewkan ve distîne, ên bibûn rêbaza jiyana rahênanî a li ser şagirtan ji zaroktiya wana ve hatibûye sepandin, ev bijardeyên xort dehfdabû ta bi çi tiştê vala biramin ji bilî mijarên guhertin û demukratîkbûna naverokî .
1. Stanlî Mîlgram: (15.08.193320.12.1984) zanistvanekî deronî civakî Emrêkî ye, gotar û xwendinên cûrbecûr pêşkêş kirin.
2. Filîb Zimbardo: rojbûn 23.03.1933 li Niyûyûrkê Emerêka, zanistvanekî deronî ye û mamoste ye li zanîngeha Stanfordê, di sala 1971 de navdar bû bi rêya pêşkêşkirina wî ji ezmûna zîndana Stanfordê a navdar , gelek pirtûk û gotar di warê zanista deronî nivîsandibû.
Bê guman ku avakirina nimûneya zanyarî li cem takekes di bin siha vê rewşê de pêdiviya xwe bi berzbûna navendên ronakbîrî mezin heye bi cemaweran re têkeve dan û standinê bi rêya wêje, raman û hunerê ve, pêdiviya vê yekê bi saziyên xurt ve heye gotûbêjên xwe ligel desthilata siyasî kûritr bike û ji bo pêşesazîkirina biryar û çêja giştî beşdar bibe, bê vê yekê şoreşa zanyarî pêknaye, ew şoreş aştyane ye ne sert e û di sirûştiya xwe de gendeliyê napejirîne.
Desthilata siyasî rewşeke qayim e di xuristiya xwe de, lê hişmendiya desthilatî mirov dikare kêmtir bike bi rengekî ramanî ve bi rêya vekirina derfetan ve ji hemî zanyaran re ji bo têkel bibin di bîngeha wî de ji jor ve ta binî.
Ev yeka dibe kelem li pêş diyarbûna dirindîbûnê , em wêna bi berdêla bi sûd ve binav dikin, berhinde hişmendiya gelemper naye şikestin tenê hêdî hêdî û bi rêya ramandina bi geşepêdana hişmendiya afrênerî ve li cem takekes kêmtir dibe , taku bi rê û hunerên rêvebirinê ji zaroktiyê ve huste bin, ramandin ji derveyî bişanhildan û guhdana desthilatiyê bûye tiştekî zehmet, berhinde hişmendiya afrênerî li cem zanyarê jin û mêr mijol e bi rêyên rizgarkirinê ve ji kulbûnên desthilatî û derzên wêna li ser hizr ve, jihevekirineke diyar ji aloziya ramandina toj ve nîne, ê ku mirovê bi tenê wêna jiyan dike di dan û standinê bi pirsên xwe re û sînorkirina derbasbûna wê di hundir de ta nebe pişt re sedemekî xuristî ji rikberî û raperînê re, berhinde reşbînî û dilzariyê nûnertiya riwê giştî ji jiyanê re dikin, di çarçoveya wê de windabûna mirovê rojhilatnavînî di nava windabûnê de encam dide û radestbûna wî pişt re ji qamebûneke ramanî re pasfinde ji tembelbûneke giyanî û hizrî tê nayê derbaskirin tenê bi zehmetiyekê ve, bê guman ku wêje û huner bi pêvajoya lihevketina desthilatî ve bandor dibe, li vir em dikarin bibêjin ku zanyar dûrî destwerdanên desthilatan û fişarên wana radiwestin û ji dîmenê ve bi giştî ve dûrnakevin, tenê bi awayekî ve dîtinên wanî bê alî xira nake bi aliyê geşepêdana ramanên nû ve ger bi desthilatê ve civiya an li hember wê sekinî.
Ma gelo em dikarin têgehên desthilatê ji nehestbûna komî ve jêbibin?!
Tenê bi derketina rêveberiyeke nû ve?!, ma derketina tewrîkirineke bîrdozî kêşeyê çareser dike ta bibe berdêrekê ji desthilatiya berê re!? ,an ew desthilatiya nû divê hinek reftarên wê desthilatiya berê bihêle ji ber ku henas fêrî cûreyekî ji fermandariyê bû ye, nikare bi hêsanî jê veqete, tenê piştî salên ji perwerdekirin û rahênanê?!
Xalek din heye diyar e û girêdayî ye bi rêyên naskirina pêşerojê ve ji bo derketina dirindîbûnê ( Şoreş) , ji ber ku Foltêr 1 berî mirina xwe 1787 behsa şoreşekê dikir dema got:
(Xort wê rewşa wan şadtir be ji ber wê tiştên ciwan bibînin, Ferensî timî dereng tên, lê ew di dawiyê de tên.)
li gel wê di reweşta desthilatê de hinek zanyarî hene rê jêre vedikin ji bo zêde serdestbûnê li ser xelkê pêkbînin û li rexê din zanyarî hene xelkê bêhtir şiyardikin bi girsbûna bobelat û felaketên ku li ser wan dimeşin pişt re tevdigerin taku hewil bidin mafên xwe bistînin, berhinde em paşketina ragihandinê dibînin ta pileyekê qedexebûna Setelaytê li Sûrî di dema serokê berê Hafiz Elesed de ta sala 1995 û li hin deveran de mîna Koriyaya bakûr û Îranê ta dema niha, herwiha destikên peywendiya civakî mîna Fecebook û Youtubê li Sûrî berî 2011 hîn qedexebûn, tevî ku niha bê bend e lê di bin çavdêriyeke dijwar de ye herwiha li Tirkî hinek dewletên Islamî, li gel wê jiyana takekes li ser Intirnêtê rikberiyeke ji desthilatiya totelîter re a netewî û olî.
Cenga desthilatan li hember rewaniyîbûna gellan û hewildanên wana ê têkçûyî di avakirina tiştê ku tê hilweşandin, hemî stonên cîgirbûn û ewlehiyê têkbiribû, tofên berketî ji dijwariya rewşê ve ,ew ku hîştibûn berve bijareyên bê dunde û westiyayê biçin, an berxwedanî an bazdan ango derketina bi zorê ve, bi vî rengî ve valahî di nav cemaweran û ricîma siyasî de kurtir dibe a bi awayê xwe ve destê xwe li ser meydanên jiyanê datîne û rêbaza hingeme û bizdanê di navbera tofên portbûyî bi ewlehî û tebata wê ya deronî ve, ji ber ku cîhana qamebûyî ew armanceke ji ramana serkotbûna berpêşbûyî ve, afirandina jiyaneke nivyayî bê can ji armancên hişmendiya totelîter e, berhinde helweşîna naverokên xelkê a hatinrêzî nûnertiya alava berdewamiya desthilatê dike û gerentiyê dide cîgirbûna wê, dewleta Baes gewdehên xwe yên bi jehr di nav civakê de çandibû, rêbazên xwe di hişmendiya zarokan de çandibû, bi vî rengî ên bi salan ve li ser pirupûgendeya Baes û ramanê wê ya bêgur xwedî bûn e wê nikaribin şoreşekê li hember wê birêve bibin, (Riyad Hicab 1) (Rifet Elesed 2) (Ebdulhelîm Xeddam 3) (Esed Elzûbî 4) û ji bilî wan wek nimûne.
1. Riyad Ferîd Hijab: rojbûn Dêrezzor 1966, endezyar û siyasetvanekî Sûrî ye,serokê wezîran bû li Sûrî, herwiha wezîrê çandiniyê bû.
2. Rifet Elî Silêman Elesed: rojbûn 22.08.1937, cîgirê serokê komara Sûrî a berê bû, birayê serokê Sûrî bû.
3. Ebdulhelîm Xeddam: 15.09.1932 31.03.2020 yek ji navdartirîn hevalên serokê Sûrî a berê bû.
4. Esed Ezzûbî: rojbûn 1956, ragir û firokvan bû tevlî Ekadîmiya hêzên ezmanî bû di sala 1974 de li Sûrî û di sala 1977 de jê derket.
Lê berî vê yekê divê pêşî ji bêguriya netewî rizgar bibin û nirxên sivîlbûna nûjen vexwin, ev yeka li ser wan pêdivî dike ku hewayên xweşî û pirjimariya nijadî û olî biafirînin, ev yeka nema şiyan e di bin siha vê awanteyê de a her tiştî tarûmar kiribû û cîgeheke xuristî ji çete û teroristan re afirandibû ,ên ji her alî ve kom bibûn taku ramanên Islama siyasî a pûç belav bikin (hevgirtina Sûrî û baskên wêna yê leşgerî) dewsa desthilata Baesa fermandar, ji ber desthilatiya Baesî hemî jêhatiyên azarkirinê wergirtibûn ji têkbirina şoreşa girtiyê siyasî ve û hewildanên wê ji guhertinê re , hemî van destikan ji wê xêza dîrokî ji serkotkirina ricîmên siyasî ji cemaweran re wergirtibû, û serdestkirina li ser coş û sewdaya wê, nêzikbûna desthilata milhûr ji mirandina jiyanê ve di çêja cemaweran de li ser dostaniya xwe bi dîroka dirindî re derbirîn dike ta astekî pir metirsîdar, dema aliyekî girêdayî bi dîroka kevin ve vejîn dike , ji xwedawendîkirina serok û avakirina peykeran jêre li kolan û holên giştî, hijmara wêne û gotinên ku li ser dîwaran nivîsandî wê serok neke nîşaneke ronakbîrî lê lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de, li gel wê ew milhûriya hizrî a ku rojane tê pêkanîn dihêle bawerî di navbera bîrawerî û hişmendiyan zehmet be bi sedema tirsê ve, ji ber ti pêwîstî nîne ku takekes bi amadebûna serok birame ji ber ku serok nûner e li ser huner, raman û bedewbûnê.
Perwerdekirina şerûdiyên dijminane û xwarinkirina wan bi ufkufî û diljêçûnê ve ji kiryarê desthilatên totelîter in, dema ramandina rexnî dibirrin ji berjewendiya radestbûnê ve ji resenî û bilindbûna serokê xêvzana re, taku çi şitilekî şîn hişk bike, ji ber ku zorbazî timî tevgerê lixwedike û beranberî wî jî zorbaziyeke dij derikeve,tundî bi her tiştî ve girêdayî dibe, yek ji balatirîn rengên wê ew yaseya tivîkirî, berhinde yase bi sertiya xwe ve tête naskirin û bi pêdivîbûna hêzekê wê sepa bike û kesên ku wêna binpê dikin jî siza dibin, saw bi xuristiya peywendiyê ve di navbera takekesan û ricîma a ku saziyan birêve dibe de tevderbas dibe li kêlek jihevketina cemaweran a giyanî yê koman dehfdabû berve hingemeyê.
Berhinde rewşa Kurdistanî di bin siha ricîmên ên Kurdistanê dagir dikin de cihê matmayîbûn û serybûnê ye, li gel wê serkotkirin rêxistinên dijber birêvebiribû taku ji xewina avakirina sabarekî azad û serbixwe dakevin ta xwesteka erêkirina axaftinê bi zimanê dayikê ve an sivikbûna tenahiya xwediyên nerînê, ev hemî bi encamê kevirbûna wê desthilatiya rêxistinî ve û pêrewiya wê ji ricîmên herêmî re, ji ber li ku derê bêhiş hebin kedxwar hene.
Rewşa Kurdewarî tê berketin gelek caran ku ew ji encama ew hevpeymana hevbeş ve ye di navbera desthilata fermandar û rêxistina dijber de , ango mînaheviya alavan û şêweyên pêşinyarê em wê dibînin bêhtir nêzî pişaftina xwebexş bi Tirkbûn, Erebûn û Farisbûnê ve ye û çûna bê ageh ji qalibûna totelîter di talîzoka perestbûna takekes de û ev yeka ji nîşanên nezanîkirin û gunûkirina cemaweran ve ye, ev yeka taybetiyên ku bi hilketin ve di herdû saziyên olî û partîtiya totelîter de çêbûne têknade , ev dimîn e bersiveke sade ji rewşên windabûn û koletiya çêbûyî ve bi dijwarî ve, dema hatibûn e damezrandin li gorî pêwîstiyên qonaxê, wekî çaxên destpêkên çerxa bîstan di parzemînên cîhana kevin de.
Em dibînin ramana netewperst û Islama siyasî a comî ên têkdayî bîçimên jiyana demukrat li cem gelên rojhilata navîn têkbiribûn, ji ber vê yekê pêdivîbû nêzikbûn ji pirsgirêkan mîna rastî, rêje û aşkerekirinî re .
Ev yeka sûdtir e ji bo bidestxistina baweriya cemaweran bi rêveberî û rêxistinên wêna ve, berhinde vejînkirina roparta salên heştiyan a şoreşgerî û hewildana nûkirina wê mîna hewildana saxkirina laşekî gendbûyî, ji ber cemawerên arandî bi bandora roparta desthilata netewî ve bi baweriya ku serok xweda an pêxemberekî hatibûye şandin ew bervajî gotina feylesofê Ingilîzî ye Cun Lûk 1 ê gotibû : ( Serok rêncbereke li cem gel û mafê cemaweran e wî paş ve bidin eger desthilatiyên xwe derbas kiribe.)
Tiştekî vîna komî û takekesî têknabe ji bilî du tişt : gendelî û reqbûn, li gel wê em di vê derbarê de dibînin ku tekoşîndariya ramanî ji neyînî û kiryarên cemaweran ve baştir e ji ketina di xefkê rikberî û girtinheviya zîzbûyî de, bin siha gengeşekirinê , ji ber hebûna reftarên desthilatî mîna ricîma seroktker a dewletî ye, takekesan girêdide û li ser dûrxistina afrêneran dixebite, çênabe gengeşkirin bi mêrê olî re a rojhilatnavînî an bi partîvanekî totelîter re, ji bîrdoziya partiya xwe ve dûrtir nabîne, ew herdû li ser yek xêzî dimeşin parastina sofîbûnê, li gel wê mêrê ol û partiyê totelîter jiyana xwe terxan kirin ji bo parastina giyanê bavaniya malbatî û bi çêja civakan û gunokirina wan ve bi derbasbûna dîrokî ve lîstibûn, li gelek cihan de cemaweran kiribûn mîna çepikvan bi bandora tirs an reweştê ve.
Huner ji derveyê wê ve stona hebûna mirov di zelalî û ramanbûnê de saz dike û di hundirê xwe de rikberiyekê nîşan dide li hember rewrewka tirsê a ku desthilatiya totelîter li ser hişmendiya hundirîn a cemawerana sepa kiribû, berhinde zimanê babetî timî berve dan û standina bi nêran re ji bilî mêyan diçû, pêdivî bû timî piştrastkirina li ser ku ew yekîtiya zanyarî saz nabe an bi sernakeve bê yekbûna zîrekbûna ramanî a bingeh in wêna jin li rex mêr radike, bê tenêbûna bi roparta nêrîtiyê a bi şêwazên zimên ve berz dibe, û alavên wê a hevdûdanî ,yê berî xwe dide mêr ji berku ew serdestê lemlateyî ye.
1 Cun Lûk : feylesûfekî, siyasetvan û ramanyarekî Ingilîzî ye 16321704.
A girîngtir di vê derbarê de ku em bi cîbecîkirina destketiyên mirovê hişmend li her meydanî bibînin wê berî vê an piştî wê hewildanên rahênana ramanî ji tofên sert re bê , ên kiryarên zordar an gunehkar kiribûn bi rêya ol an netewê hatibûn xapandin, mebesta min bi vê herdû zayendan in, cîhana jin û mêr, li gel wê vekişîna rêxistina dewleta Islamî mîna mînakeke nêzik bi dû xwe ve hezarên dîl (kampa Hûl) hîştibû, bi taybetî ve jinên ên dibûn e navenda bi kêşe ve a ku dikarin tundirewiyê bi dilsozî ji zarokan re veguhêzînin, ji ber vê pêwîst e ew jin bêne perwerdekirin bi derbasbûna wan li gelek qonaxan ta qonaxa rehetbûnê, ji ber vê yekê dirindîtiya desthilatî û dirindîtiya malbatî di naveroka xwe de yek in, û çi rûbirûbûn li gel desthilatê pêknaye bi rêya takekesan ve an bi biryarên yekalî sînordar ve, lê bi rêya kanîna mirov ku van lêdanan derbas bike û li gel rewşê jiyan bike.
Ramandina bi tekoşîndariya vê zorkariyê ve û damezrandina tovên lihevhatineke rastîn û germ takekesên ronakbîr dehf dide ji bo bi azadbûn birêkevin û bi rengekî bi rêk û pêk ve, ji ber ku nêrîtî pêdiviya xwe bi girêdana nîşanî heye bi têgeha başiyê ve, bêhtir bi girêdana wê bi têgeha sêgariyê ve, li gel wê nêrîtiya a zanyarî wateya wê nazikbûn û tenikbûn e û bi dan û standina herî xweş re bi zayendê din re ye , û mêyatiya zanyarî ew bersivdana aşkere ye ji nîşanên evîn re .
Û vexwendinên wê ji hevpariyeke rastîn re a bi rêya wê tovên ricîma desthilata totelîter têkdide û bermayên wê yên neyînî jêdibe a ku di komek reftar û reweştên girêdayî bi Islama siyasî ve bi rengekî rasterast ve berzbûyî dibe.
Beşdariya zanyarî li gorî ( Evîn hebûn e û hebûn zanîn e) li dij bijara tevgera Femînî radiweste , lê timî hewil dide tovên xurt weşan bike ji bo berhemkirina rabûnekê bi yekîtiya herdû zayendan ve pêktê, ji ber ku bi têgihiştina me ji bijardeyên zanyarî a bi hêz ve di desthilatê de, em dikarin bibêjin bi pêdivîbûna bicîkirina nîşanên sîstemek e azad ku bi tundî ricîmên fermandariya comî xwedî rengeke netewî têkdibe bi rêya vejînbûna civaka zanyar ,ew dikar e ji dezgehên rêvebirinê ve dûrnekeve lê pê re bimîne û kêmaniyên wê sererast bike , berhinde lobiyên civakî dibin rengekî berdarkirî ji rêveberiyên navendê û pêkhateke pêwîst ji pêşveçûna wêna re li gorî pêdiviyên berjewendiyên cemaweran û sûdên wan sererast dikin, hinek zanyarên jin û mêr demeke xwe li gel ol an partiyekê ve derbas dikin û bi hinek rastî û binemayên mehnegirtinî ve derdikevin ji bo bibin berdêleke bi sûd ji têgihiştina jiyanê ve ji derveyî şirikên têgeha (ku tu ne ligel min bî tu li dijî min î, an tu çeteyekî pilanbazî bi heman rewşê ve), bê guman zanyar hewil dide ku her tiştî têbighe a xuya û a nepenî di eynî demê de, berhinde sîstem tên e guhertin û aborî têne roxandin bi sedema nakokiyên qezencî ve ne zêdetir, li gel wê teror tê bikaranîn ta bibe
destikekê ji bicîbecîkirina desthilatiya diravî re bi rêya cîgirbûna desthilatê ve di cî xwe de û çalakirina rêxistinên wêna a rewşenbîrî di hundirê bijardeyên afrênerî de ji nivîskarên desthilatdar ve û hunermendên pêrew ên girêdana xwe pêşkêş dikin beranberî berbijariyên demkî a ku desthilat dide wan, li gel wê desthilat pêkhatiyên afirandinê têkdibe û hinirên dilsoz talan dike ta bibe xwelî û tovên mezinayî û desthilatî li cem rewşenbîrên desthilatê diafirîne, ên dev ji afiradinê berdabûn û palnerên malgirtina diravî li cem xwe xurt kiribûn û li peyketina bi dû tiştê ku desthilatê ji wan re çedike ji sextebûnên xapînok a girêdayî bi navdarî û rehnîkirinan ve.
Çima zanyar nişteciyê tenahiyê dibe bê ku derbasî hundirê tevgerê bibe û bi erkên xwe di tekoşîndariya qalib û bedkariyên ramandinê ê ji peywendiya desthilata serkotker bi civakê re dibişkive?!
Ev pirs xwe pesindan dike di çarçoveya lêgerîna me ji kêşeya dirindîtiyê re a belavbûyî bin bandorê fişara dezgehên ewlehiyê li ser civakê bi giştî ve.
Ew tenahiya civakî têgehên têkçûyî derxistibû ,takekesan bi rêya reftar û rewştên xwe ve ew wê vexwaribûn, de em bi gotinê nivîskarê Kurdistanî Yehya Silo 1 ve mijol bibin di pirtûka xwe de bi ser navê : zimanê çiyê R18 :
(Takekesê ê ku pêkanînên xwe yên xweyî û afrênerî bikarneyne bi demê re dibe tenê alavek pêkanînê, takekes tê perwerde û hînkirin di van hel û mercên ku têde hestên wî yên mirovî vedikşin û suriştî wîna kuntirol dike , bi awayekî ji awayan ve ew ji hest, wijdan , hêza mêjî û ramandinê ve xizan dibe.)
Desthilata milhûr kanîbûnên xweser li cem mirov asteng kiribû, şerê zanyarên jin û mêr bi hemî rêyên nerm û sert ve kiribû, şopandina takekesan û kar û barên wanî rojan e ji bo bîrkirina wan bi rastiyeke reş ve ku ew di zîndanê de ne, zîndanekî mezin navê wî welat e, welatekî takekesên wêna tiştê ku desthilat weşandibû ji jiyaneke bê bawer ve dûbere dikin.
Dijminatiya mêrên desthilatê bi ronakbîran re dîrokî ye û bi xwe cîgir e , mîna rastiyeke aşkere , gumanî pê nabe, û pêşvexistina dûrkarî û serkotkirinê ji karê wêna ye a ku afirandin û sazkirinê celew dike, yek ji armancên wê ew serkotkirina dirindî ye mîna sîstemeke jiyanî, li vir em dikarin tekoşînên zanyaran têbighin ku ew berdêleke şaristanî û parastî û heyî ye li rex sertiya terora dewletî û partîtî û çêkirina wan ji dû desthilatan re mezintirîn û biçûktirîn bi hevdû re dixebitin li hember xwestinên takekes ji pêşveçûnê re, berdewamkirina ji kiryarê rêbaza serkêşî û berxwedaniyê ve pir caran sîstema
1 Şêwekar, romanivîs û Karîketêrîstekî Kurd e
desthilata biçûktirîn bi awayekî kirêt bersivên wê dabû ( Partiya dijber) ji armancên girêdayî bi cûdakirina desthilatî û xwestina bi berzbûna qezencî ya ezez ve li ser hesabê binema û berjewendiyên gelerî .
Zanyarê Ispanî helbestvan Lorka 1 ê di destpêkên şerê navxweyî de sala 1936 hatibû sêdarkirin, herwiha Bîkaso 2 ê dijwariya cengê berz kiribû, tabloyên wî li ser berxwedaniya zanyaran ji desthilatiyên milhûr re derbirîn kiribûn, di vir de Dêvid Heyûm dibêje:
( Felek tenê cîgirbûn dide mafê fermandaran, bi rêya fêrkirina hêdîka ji hizrên mirovan re ta wan bi çi desthilatê ve nêzik bikin, piştî ku bihêle ew xuya bike mîna desthilateke dadmend û hişmend.) lêbelê Dîyonîsûs 3 dibîne ku ( hêza siyasî li ser bîreke têkçûyî hatibûye damezrandin, û jibîrkirin ew dermanê bi hêz e ê ku rê dide şaristaniyan ku bi awayekî çalak ve bixebitin.)
Ev hemî me dihêle ku em bawer bibin ku vîna cemawerê bîrawer a ku bi vînên takekesên afrêner û çalakvan ve girêdayî dihêlin kovan bi demê re bêne jinavbirin û rê vedikin li pêş nifşên ronakbîr taku hevgarî û felaket bi demê re
jinav bibin, azadî tenê dirindeyeke desthilata serkotker ji henasên girtî û cemawerên xwe yên hêrsdar ve derxistibû, berhinde henasê hêrsdar azdiyeke dirindî di xwe de hîştibû taku derbixîne û ji hinavên xwe agirên sor berde ,hemî tiştî disotîne, li gel wê Hîgil 1 di pirtûka xwe de ( Finomînûlociyaya giyanê) gotibû:
( Nediyarbûna cûdabûnê bi hêza mirinê a wêranker ve girêdayî ye an bi tiştê ku nav lê dibe terora mirinê ve.)
Desthilatiya Esed a bav û Kur karîbûn herdû ev nimûne bi demê re biafirînin , desthilatiya Baes a Sûrî mîna a Îraqî li ser mirovan siwar dibûn bi cûdabûnên netew,alî û hatinrêzên wan û civakê parç kirin û li hember hevdû ve bikaranîn, ew tiştê ku navê wî welat kiribûn girtîgeheke mezin tirs têde cîteng bibû ta ku bi dawî ve herdû welat bûn e gerava hingemeyeke bê dawî, di qonaxa buhara xwînî de, ew dirindîtiya a ku desthilata comî lê miqate dibû di hundirê girtîgehên xwe de di dîrokê de diyardeyeke ne nû ye,
1 Fîdrîko Garsiya Lorka: helbestvanekî Ispanî ye û nivîskarekî şanogir e herwiha şîwekar û awazvanê Piyano ye, danerekî awazjen bû di 05.06.1898 de hatibû dinê.
2 Pablo Ruyz Bîkaso: 25.10.1881 08.04.1973 şêwekar, nîgarvan û hunermendekî Ispanî ye.
3 Dîyonîsûs: Papayê Iskenderiya ye û betiryarkê Kerazeya Merqisî ye 248265.
1 Hîgil: Cûrc Filîhilm Firîdriş Hîgil : 27.08.1770 14.11.1831 feylesofekî Elmanî ye li Şitûdgart jidayik bû, yek ji girîngtirîn feylesfon Elmanan e , yek ji girîngtirîn dameznerê nimûneyîya Elmanî ye di felsefeyê de.
lêbelê tête pêşvexistin bi demê re bi rêya afirandina şêweyên azarkirinê ve ji bo çinîkirina bersivekê di çarçoveya perwazeke rêbazbûyî de dikeve di wêzimkariya desthilatê de ji bo rûbirûbûna berkepên wêna yên dijwar, berhinde berdana Islamiyan ji zîndan û girtîgehan ve ( Zîndana Sêdnaya) 2 .
Ew raperîna gelerî ji destpêkên wêna ve têkbiribû, bi rêya slogana (xweda mezintir e) û rabûna komên serhildayî ji mizgeftan ve di her Înê de , ev yeka ne rasthatinek bû lê pilanekî hatibû amadekirin ji bo binaxkirina tevgerê û gunûkirina wê, mînakên zorkariyê ji pirtûkên pîroz ve hatibûn e wergirtin, rodanên girêdayî bi qonaxên çêbûna ol pesindan dikin ta bi rengekî siyasî hatibûn e bicîkirin û rewşên ên hîştin cihê xwe di jiyanê de bigrin , berhinde hişmendiya takekes bi alavên teqandinê ve dagirtî ye di derbarê malbatî û hînkerî de, herwiha dan û standina wê bi ên din re, tiştekî xuristî ye ku desthilatiya siyasî vê yekê qezenc bike û sertiyê bikarbîne bi rêya xistina wê di rêbaza perwerdeya hînbûnê de ,a şagirtin wêna radikin ji dema çûna wan li dibistanan û tevlîbûna wan ji perwerde û hînkirinê ve.
Ricîma Baes xwe parastibû dema Islamiyan ji girtîgehên xwe derxisitibû taku bi rêya wan şoreş bête têkbirin bi rêya jinavbirina xwedî hişmendî ta kolan û nerîna giştî nexin tevgerê û sûd bi awayekî ji awayan dîtibû ji rabûna Islama siyasî ve li Tirkî a ku bi rengê xwe ve Islamiyan bikaranî ji bo armancên xwe bidestxîne.
Li Sûrî , Misr, Lîbiya û deverên din bi rêya bikaranîna komên Islamî ve
mîna destikekê ji serweriyê re herwiha Îran wisa kir bi rêya artêşkirina komên Şêeî, herwiha dirindîtî bergekî Islamî comî li xwe kiribû bi bandorên kîn û
diljêçûnê ve têrbûyî ve , bi navê roxandina ricîmê ve gel hatibûn roxandin û malên wan hatibûn e hilweşandin û serên xelkê hatibû birrîn bin nav û bihaneyên gelek, ev yeka bi awayên kuştina dîrokî ve hatibû xwarindin, ligel şêwazên nûjen ji terorê ve, ev yeka dihêle serweriya yekalî li ser cîhanê berdewam bibe, berhinde teror bi rewişt û yaseyê re nakok dibe,bi azadî û demukratîbûnê re jî cûda dibe, gendelî biserdikeve ji ber ku ew ji encamên parîparîkirina giyanî ye ji civakê re, wisa xweda hatibû têkbirin bi navê belavkirina ayîndeya Islamî bi hêzê ve, herwiha yase hatibû jinavbirin di bin navê vexwendina roxandina ricîma siyasî de, şoreş naye kurtaskirin bi bersiva kirdeyî ve beranberî kiryarên desthilatekî bi xwe ve lê ew komek vîn û raman in hewil didin derbasî civaka serkotbûyî bibin taku bibin e naverokekê ji guhertinê re ne tenê têkbirinên desthilatî ne di navbera aliyekê hewil dide serweriyê bike ta ku bibe desthilatdar , desthilatekê ne cûda ye ji a din ve.
1 Zîndana Sêdnaya: zîndanekî leşgerî ye nêzî paytexta Sûrî ye li Şamê, zîndan hatibû bikaranîn ji bo destbiserkirina hezarên zîndaniyên siyasî, ji wan endamên komela Ixwan Elmuslimîn û siyasiyên Islamiyên din.
Kurtaskirina şoreşê bi guhertina bilindiya desthilatê bi hinek din ve ew têkbirineke zorbed e ji rastiya civakî re û hewildaneke bilh e ji cemkirina li ser xewinên xelkê ji dadmendiya civakî û guhertina demukratîk re.
Ev mirindina ji bo gîhiştina desthilatê bê guhertina naveroka wê, gendeliya civakî hişt ku mezin bibe li ser hesabê bijardeya bîrawer a ku li rêyekê ji guhertina naverokî re digere û dîtina pirojeyên geşepêdanî dikarin rewşê biguherînin bi afirandina rewşekî baştir , lê ew têkçûna li her derê belav bû û paşveçûna aborî û wêrankirina naveroka binî bibû asteng li pêş gîhandina aramncê.
7 Dîtinekê li girtina siyasî
Aramancên girtina siyasî ew ji bona celewkirina hişmendiyê ye taku nerame, ev yeka wê ji desthilatiya comî re hebûnek dirêjdem di fermandariyê de misoger bike, taku civak bibe du par alîgir û dijber jêre, herdû êzing in desthilatiya gelemperatî xwe bi wan germ dike dema pêwîstiyê, ji ber ku milhûrî civakeke mîna xwe çêdike,ta ku li hember tofê beranber derkeve.
Bivveyên herî zehmet ji aliyê jinavbirina wê dema ku milhûrî bibe baweriyeke civakî, ji ber bi navê parastina welêt ji pîlanên derveyî ve civakê alîgir ji desthilatê re li paş roparta desthilata gelemperatî disekine li hember tofê dijber ê ku li bin konê niştecîbûn û penaberiyê de dijî, ew parçekirin çi kedên takekesî tune dike ji bo tekoşîndariya sîstema siyasî, berhinde zorenga civakî di navbera tof û bijardeyan de ji bo berjewendî û hebûna wan ji sedemên ne zindî ne ji girsbûna desthilatê û berdewambûna wê ji dûrkariyê re û cenga wê li hember demukratiyê, li gel wê em rêbaza siyasî têdighin ji ber ew xwe mirineke ji malgirtina aboriyê û bişanhildana gendeliyê mîna xwedawendekî dîrokî , bê guman milhûrî ji xwe re bihaneyan dibîne taku bimîne wek xwe bin gelek nav û bîrdoziyên çirûsîn, rewşa wê mîna rewşa darê şîn e ê bê ber ( Milhûriya Birûlîtariya) 1.
Bê guman ku Baes li pey xwe ve cewrik kedî kirin ku li gor wê tevdigerin û li ser bumbekirina cemaweran bi rêya sloganan dixebitin û li ser werîsê bêhtirî meymûnan dilîze, li gel wê cotbûna sertî û stûxwarî hevcêwiya desthilata Baesî û civaka pepûk e, ji ber zordariya şoreşgerî bi lez dibe zorkariyeke desthilatî û dibe destikek wêrankirin ji civakê re, û binpêkirina berketî û raberiyên takekes dema hewila jiyaneke baştir dike, lê dema hinek xelk hene ji bo rêberê rêzdar dimrin wateyê vê yekê hebûna terora dewletî mîna ricîmeke serkotkirinê wek rastiyeke aşkere, ji ber vê yekê teror bi wan kesên ên xwe ji serok re kirin qurban re girêdayî ye ,ên laşên xwe kirin mertalekê ji bo parastina sîstema nêrîtî a petoyî.
Ev ricîm armancên xwe yên hundirî pêkanî, ji afirandina civakeke desthilatî li ser xwe parçe dike û derdê jevbûnê dikşîne bi rêya ramanên ên nimûnebûneke dûrî jiyanê armanc dike, ji ber ku xewinên yekbûna Erebî civakan hîştibûn ta demekê bawer bibin ku Baes ew bîngeh e ji rabûna civaka Erebî re, mîna ku hinekan bawer kiribû ku komînist rizgarîbûn e, an Nazî ew rêyeke ji nijadekî zelal re û bi hêz ve , ji ber vê yekê avakirina dînbûna komî binyadkirineke ji terorê re bi derbasbûna dîrokê ve û hêzên milhûr zincîrên karbonî ne ji tek armancê xwe dûrnaçin û ewa qutkirina takekes ji rewşa xwe ve taku bibe mirovekî ji xwe dûrketî .
Sîstemên milhûr di jihevxistina perwerdeyê de heta radeyekî mezin biserketibû û tiştê ku em îro li Sûrî , Îraq û deverên rojhilata navîn dibînin ji komên tundirew dijberên ricîmê û hin din jêre alîgir û şerê wê ya dirindî li hember hevdû , em baş têdighin kiryarên desthilatê ji wêrankirina pêvajoya perwerdehî û bumbekirina wê ji kokên wê ve beranberî derketina sertiya dijwar .
Zarok hatibûn e xwedîkirin ta bibin şêrzadên Seddam Husên li Îraqê û şêrzadên Esed li Sûrî herwiha şêrzadên ji şêrê Sunne re Erdoxan, ew di rastiyê de qurban in ji hebûna sitemkariyê re û hebûna serdestên bi mirov û mêjiyan ve, welat bi dû hevdû ve hatin roxandin û sitmekarî kole û beniyan zêde kirin, bûn e kargeh ji berhemdana wêraniyê re û şuştina mêjiyan û berdana gendeliyê.
Saziyên Islama siyasî çalak bûn ji berhemdana zaroktiyeke pepûk re bi diljêçûn û hingemeyê ve kelepçekirî , mîna dirêjiyekê ji saziyên netewî a Etetûrkî û Baesî re di gunokirina mêjiyan de û wêrankirina raberiyên afrênerî bi rêya weşandina zorbazî , kedxwarî û stûxwariyê ve û encam ji vê yekê cengên navxweyî bê rawestan û bazarên qezencî ji firotina çekan ve û terorek e parzemînan derbas dike çi kes jê bi ewle nabe.
Zanyar li deverên rojhilata navîn lêgerîn dikin ji bo pêşesazîkirina şoreşa zanyarî a bi raman û şaristanî û reseniyê ve girêdayî, pişta wan ji vê yekê re mihrivaniya gellan e û berketina wan ji bîraweriyên takekesên wêna ên afrêner ve ên nayên pişaftin an çewisandin, ji ber ku çendîn dem derbas bibe çendîn erkên li ser milên xwediyên raberî zêdetir dibin, taku bibin xetîreyên rizgariyê ji civakên xwe re li hember hêzên faşîzmê ên dixebitin ji bo kuştina wê giyanê , li gel wê zorenga hêzên zanîn û ronakbîriyê li hember hêzên nezanîkirin û diljêçûnê di cenga Tirkî de li hember hewildanên rizgariya Kurdistanî berz dibe, piştgiriya gellan wekî takekes bê ew desthilatî nîşanek e li ser jîniya hişmendî û wijdana mirovî ye ji zarzariya wê re ji bo pêşesazîkirina biryara civakî.
Piraniya tevgerên şoreşgerî ên pişt re bûn e desthilatî, em wan dibînin ku sloganên rakirina kedxwariyan li ser netewê radikin ji bo rizgarkirina wê ji lepên mêtingeriyê ve, di eynî demê de ew dikevin di xefkê reweştên desteserkirina civakê de taku dirêjtirîn dem bimînin, û bi qasî ku tê desthilatiya diravî û aborî pêkbînin, ji bo bikeve di berjewendiya tofê fermandar de, berhinde dewletên netewî ji bo pişaftina pêkhateyên nijadî di xwe de bisernakevin, herwiha dirêj nakin, ji ber teqandina rehperestiyên xwecehî û hevçûyînên ragehî û berjewendiyên kesên di fermandariyê de nakok dibin û ew hevpeymana berjewendî belav dibe bi hebûna lobî û dezgehên ku di nav hevdû de şer dikin, ji ber cûdabûna heyî di karê wan de û parvekirina samanên welêt, ew rewş di hundirê desthilatê de pêşî diteqe û bijardeyên civakê di vê pêvajoya lêdanî de têne bikaranîn, ji bo tov şerê hevdû bikin bin gelek navan, yek jê rabûna nirx û belavbûna gendeliyê û vexwendina ji bo guhertina ricîmê ta roxandina wê, berhinde hemî têgehên desthilatî ên milhûriyê dikin bîngehekî ji bo hebûna dewletê bi vî awayî saz dikin û civakeke zorbaz ava dikin, û ew nikare li hember wê zorbaziya rojan e çi tevgerê bimeşîne.
Ev yeka bervajî gotina zanistê lawiran Torlîf Şildirb a Nerwêcî ye dema dibêje : ( Milhûrî ew binema bîngehîn e ji bo civîna mirovî , lawirî, sebinzeyî û bêcanî ye , ew ramana bîngehîn e ji cîhanê re.)
Şoreş mîna pesindaneke zordar wateya wê cengeke navxweyî ye bi awayekî ji awayan ve, cenga xwediyên vînên nû li hember xwediyên vînên heyî, vîna civakî li gor vê yekê vînek e pêrewî ye li gor xêzên artêşkirina tofî,netewî û ragehî tevdigere, xweradestî fişarên derveyî dike û kar û barên wê a ku hewila guhertina ricîman dike an ji bo fişara aborî li ser wêna, di vir de cemaweran dibin e êzing ji guhertinên dewletan re û ji wan destwerdanên derveyî re li ser wêna ji bo guhertina wê bi demê re an roxandina wêna bi rêya bijarên xwepêşandinên aştyane ve û piştî wê cenga navxweyî tê, bi vî rengî rojhilata navîn binav dike di çirava windabûnê de, ji Îraqê ta Yemenê , Sûrî û Libnanê û bi dawî ve Îran û Tirkî , gel di xwîna xwe de digevize, û dirinde bumbebaranê dikin , dikujin û wêran dikin ji bo armancên xwe di heyînê de misoger bikin, nakokiya berjewendiyên navdewletî bîngehekî ji awanteyê re diafirînin, dibin carne paş rabûna ricîman li ser hesabê ketina ricîmên din, ew berjewendî şerpîna xwînê û dijwariya wêraniyê jêre nabin xem, lê ew diridî gurtir dikin li gorî geregiya xwe bi dewletê ve, ji ber ku wêraniya wê a aborî dihêle jihevbikeve û bi demê re parçe bibe, hebûna pirsgirêka Kurdî bê çareserî rê bêhtir vedike ji tevderbasbûnên berjewendiyan û dûbare amadekirina navçeyê li gor xwestekên dewletên mezin ji bo desteserkirina li ser hatinan.
Mebesta me bi rabûna gelerî a desteberkirî ve ewê hatibû çêkirin li gorî hevpeymana Saykis Bîko li ser kavilên desthilata Osmanî, ji ber ji van welatan re çi sabarên rastîn nebûn ji dema ku ew erd desthilatên diravbûyîyan di navbera xwe de dabeş kiribûn li Şamê û Misrê herwiha Mexol li Îraqa niha de, lê Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de hatibû parçekirin, ew parçekirin civakeke xurist û lihevhatî durist ne kiribû, lê ew ricîmên fermandar ji wan deveran re kêşeyên civakî afirindibûn herwiha kêşeyên ragehî , mîna şerên navxweyî li Lubnanê û lêdanên leşgerî li Sûrî, Tirkî , Îraq û Îranê, serdestbûna partiya Baes li ser desthilatê li herdû welatan Sûrî û Îraqê û şerê desthilata Esed bi Biraderên Misliman re û herwiha dagirkirina Esed ji Libnanê re û dagirkirina Seddam Husên ji Kiwêtê re û mijolbûna wê bi şerê bi Îranê re ,alozî di van deveran de qet nesekinî, ji ber ku sabarên rojhilata navîn mîna hevdû ne herwiha ricîm û hişmendiya gellên wê û hîn mane mîna parêzgeheke navnetewî.
Metirisya bîrdoziya netewî xwedî rengê nijadî a bêgur bi bergê ragehîbûnê ve diyar dibe, ew sabara destkarîbûyî kir mîna mayîneke mezin hindik maye biteqe di kîjan kêlîkê de bi sedema kiryarê derveyî an fişarê aborî ve , ji ber milyonên xelkê bê kar in û li ser xêza xizaniyê de dijîn, bêkarî şaxdayî dibe û berdewam girstir dibe, li rex ku gendelî bi herdû simên xwe ve hemî saziyên ewlehî digere herwiha a karguzarî jî.
Ev yeka hemî di çarçoveya wê sabara hejiyayî, rewşeke xirab e bi dijwarî li hemî meydan û derbarên jiyanê, wisa bi derketina lawazî û binkeftinê, bi nediyarbûna têgeha yekîtiyê û têkçûna wê ji berjewendiya berzbûna komên tariyê ê sûdgir ji têkçûna giyanî û civakî ve.
Ola siyasî ew cûreyeke ji cûreyên terora rasterast ê tê naskirin bi sertiya xwe yê ku pala xwe dide li ser deqên ku mirovan dehf dide ji sertiyê re, jinê mîna destikekê ji kêf û lîskê re dibîne, hizran vedigerîna li qamçîbazîkirin û birrîna dest û xwestina bacê bi zorê an bê wê şer e, ma gelo di vir de çi felsefe di ol de heye û çi wate jêre heye ji derveyî terorkirin û beherandinê ve?! ,wekî ku Enton Seade 1 di pirtûka xwe de çêbûna netewan de guman dike: R 69 ( Ol ji aliyê hişmendî ve cûreyekî ji cûreyên felsefeyê ye di şîrovekirina diyardeyên gerdûnê û encamkirina dawiya wê û çarenivîsa henasa mirovî.)
bîrdoziyên netewî hewildabûn çîrok û efsanên dîrokî bibêjin ên ku biserketina nijadî aşkere dibin, ji bo bibin çekekî dirêjkirî li hember netewê cîran, dîrokê bikaranîbûn mîna alaveke gurbûyî û helankirî ji bo şer û tevlîheviyê ligel netewên din, wisa dikarîbûn bi hêsanî ve desthilatiyê bi dest xwe xin, bi rêya qestkirina xewinên cemaweran û gurkirina agirên balabûn û biserketina netewî ve, ji ber vê yekê ricîmên netewî bibûn çekekî dirêjkirî li ser ew gellên ên xwe bala dibînin bi xwe jî, bibûn bihaneyekî ji van sîsteman re ku bimînin bi hebûna desthilat û milhûriya wê, herwiha bicîkirina ragehiyê li paş bergê netewbûn û şerê mêtingeriyê, Impiryalizmê û Cihotiya navnetewî , û tiştên mîna van gotinan ji sloganên ku kolana Erebî bi rêya wan hatibû xapandin û ew hîştibû mîna koran biçe berve koçka gurandin û binkeftiya moralî, li gel wê di hundirê wê erdnîgariya şaxdayî kêşeyên gelek mezin bûn, di nav xwe de pir pêkhateyên zimanî nijadî helandibûn di nav tek zimanî de, jibilî paşketina wê roparta a bi Islama Siyasî ve hatibû deqdan, ji ber vê teqadina gelerî nêzik dibe û girtinheviya qezencî dibe pêdiviyekê û têkdana rewanî û jihevketina civakî dibe rewşeke misoger, bi derketina cengên navxweyî şaxdayî li deverekê bi xwe de çêdibe ta bighe deverên din û ferehtir bibe .
1Enton Seade: 01.03.1904 08.06.1949 , dameznerê partiya Sûrî netewî civakî.
Dûmahî
Zanyar tekoşînê dikin ji bo nirxên rewiştî bi derbasbûna dîrokê ve biparêzin bi rêya pêgirtina wan bi erka mirovî ve tevî kelemên gelek ên li pêşiya wan derdikevin.
Û bi vegera me ji pirtûka (Terora pîroz a Tîrî Êgiltûn) 1 em dikarin rexên diyardeya pîrozbûnê û kokên wê yên dîrokî bêhtir bişopînin, tayhevbûyiya babetî li pêş vê yekê ew berzbûna mirovê zanyar e bi hestekî bilind ji berpirsyarî û rûbirûbûnê ve li hember hewildanên kesên xwe kirin e xwedawend ji bo binpêkirina nîşanên şaristaniya mirovî .
Bi rêya vexwendinê ji damezrandina civaka zanînê re ê ku rê vedike li pêş derdana hebûna aram, serkeftina zanyar Nêlsun Mandêla di jiyan , xebat û helwestên xwe yên zelal de û pabendîbûna bi nirxên zanînê û netivîkirina zordarî û nijadperestiyê mînakek baş e li ser bezbûna zanebûyînê, ji ber ew helwest bingehên rabûnê binyad dikin pêşî ji yekbûna çarenivîsan û bawerî bi aştiya cîhanî ve, bi palpiştîbûna li ser kurteencama serpêhatiyên mirovî yên li dora wê destûr û yaseyên rewiştî û yasegeriyên civakî civiyabûn, ji bo rêgirtina li pêş têkbirinê û gîhiştina jiyana balatir a stûna wê têgihiştin, bîrawerî û baweriyê ye.
Li gel wê ku tevgera rewşê ji pevxurîna mirov bi alavên hebûna xwe ve dertê û civandina wî bi kesên din re yên bi wî re pêdivî,nirx û hestên bilind parve dikin, pêdivîbûn bi hebûna nirx û mînakên rewiştî taku bibin rêgir û mertalekî li pêş hewildanên dirindîbûna mirovahiyê, berhinde em gelek mirov dibînin bi derbasbûna dîroka kevin ve li ser dû beşan ve têne dabeşkirin: zanyarên xwedî hişmendî û hostetî ên kedê didin ji bo wêzimkariya jiyan û mirovan li pêş ezezan ên li dor gendelî, bedkarî, hingeme û malgirtinê bi hemî dûrî û destikên wê yên bed ve civiyan, lê zorengekî berdewam û qayim di navbera herdû tofan de heye , ew zorenga heyî li ser westandina berdewam.
Felsefa Evîn hebûn e û hebûn zanîn e encameke dibişkive ji rastiya nirxên xuristî ve mîna vexwendineke ji mirovê nû re taku ji çi tiştê ku peywendiya wî bi a din û cîhanê ve têkdibe rizgar bibe ji bo pêkanîna xweşiya hertimî .
1 Tîrî Êgiltûn: rexnegirekî Birîtanî ye,di 22.02.1943 de jidayik bûye.
2Nêlsûn Mandêla: 18.07.1918 05.12.2013 siyasetmedarekî li hember sîstema nijadperestiyê li başûrê Efrîqiyayê rawestiya, di sala 19941999 de dibû serokê başûrê Efrîqiyayê.
3 Can Cak Roso : li Cinêfê, 28.06.1712 jidayikbû û di 02.07.1778 koça xwe kiribû, nivîskar û feylesofekî ferensî ye.
Ramanyarê zanyar Can Cak Roso pêşenga nimûnebûnê bû û pirtûka wî (Hevpeymana civakî) dibû Incîlekî ji şoreşa Ferensî re , ew piştrast kir ku çi şoreşekî radibe bêhtir berz dibe dema naveroka xwe ji nirxên sirûştî digre, ji ber ku çûna çi tevgerekî rabûnyî lêvegera xwe yê bingehîn nirx in.
nimûnebûn nakeve, pêdiviya xwe bi sêwirekî ve heye ji bo avakirina kirdeyekî an sazîkirina xêzên raman û nerînan û ji ber ku mirov bi mirin, rewrewk û tirsê ve bindest e, nimûneyîbûna giyanî bibû berdêlekî suriştî ji têkçûn û êşê re . ❝
❞ Li ser rojhilata navîn û rêyên çareseriyê- Rêber Hebûn
Kiryara zanyarî a bîrawer xwe radestî efsanîbûnê nake û ji bo rizgarkirinê ji bend û baskên wê ve dixebite, wek ku destketiya rabûnî bi civakan ve pêşdikeve û wêna ji qonaxa nediyariyê ta qonaxa geşepêdan û berzbûnê vediguhêzîne, tevî belavbûna tundirewiyê di nav civakên dorpêçkirî de bi kelepçeyên cengê ve û derketina aloziya desthilata serkotker têde, lê rolên zanyaran di nav de girs û rastîn in, ji ber hişmendiya rojhilatnavînî li ser tembelî hatibû kedîkirin ligel rûniştina li dor maseya demborînê, û hêdî hêdî li pêş sazîkirina zordariya pîroz hatibû jinavbirin, carek din hatibû berhemdan ji bo têkeve di wêzimkariya xwediyên pirojeyan de, ên xwe dikin paşmavên rewa ji erdên fereh re, gellên wê nikarin bi xwe fermandariyeke cîgirbûyî dadmend û gulgulî têde saz bikin, lê miaqate bûn ku van gellan bixapînin,bi rêya dîrokeke pûç ve li ser şaştiyên desthilatî durist bibû, li rex girtinheviya di navbera pirkesên yên xwe fermandar dibînin ,pala xwe didin li ser bermayekê ji serdestbûnê ve di fermandariyê de û beranberî kêmkesên ên xwe di koletî,dubendî û pêrewiyê de dîtibûn. :
Ev yeka girtinheviyê di navbera mafên netewî a dîrokî binyad kiribû, hişmendiyan bi pîrozbûna beloq ve hatibû xwarinkirin, û cîgirkirina kula penceşêrî di hundirê mêjiyên rojhilatnavînî û cîhana Erebî de, taku gel di bersîdan û ne hestbûna xwe ya komî de bindest bimîne, di navbera gulmên kelbetana tundirewiya olî û ragehî de, yê dijminatiya her tiştê nû dike û di navbera zivîrandina li dorî bîrdoziyên partiyên totelîter de yên li ser sloganên ayîndî nanê xwe dixun, herwiha bişanhildana serwerîtiyê bi giyaneke êlî ve û xwedawendîkirina mirinê, taku bibe berdêl û dirêjiyekê ji ricîmên têkbûyî re yên ketina wan bûye rastiyeke guncan, ji ber ku tundirewiya a di navbera du rewşên binyadgir de beranberî dijî wê çepgira nûjenbûyî ji berhema hevgadanekî reşepêş ve avlimeke rakutayî anîbû, berdewam li ber mirinekê ye, ji bo lîstina rola xwe yê nû di kirtankirin û koçkirina xwediyên raberî ji gellên ên taliyê dikşînin bi sedema jihevketina şaneyên wê hêdî hêdî ve.
Ew tişt pêdivî dike li ser zanyarên agehdar ku bi hevsara bandorkirina kirdeyî a erênî ve bigrin li pêş zorengekî li ser wan hatiye sepandin li ser hebûna wan bûye gefekî, li gel wê belavbûna berbedeniya ramanî û siyasî bi taybet ve di nav cemawer de rewşeke bêzar û neyînî di hemî derbarî de sepa kiribû, bê guman ku aloztirîn erkên yên dikevin li ser milê zanyar ku hişmendî û hevsengiyê di tarîtirîn qonax û çax de birêve bibe.
Cîhan îro hewila girêdana gerdûnî bi hevdû ve dike bi rêya ragihandinê, teknûlojiya nûjen û ekranên peywendiya civakî a çendane ve, ev yeka nîşan dide ku sînor di navbera gellan de ew sînorên siyasî qezencî ne, ji ber ku çi sînor di navbera hiş û hişekî , rabûn û rabûneke din de nîne,di vir de em dikarin li ser zanyaran û rolên wanî nû biaxivin ên divê berz bibin ji bo parastina hebûnê ji têkçûn û sêlaxên qirkirina rewşenbîrî û civakî ve, li gel wê ew rewşa a xwe derbirîn dike bi dîmenên çekdariyê ve li rojhilata navîn ji genîbûna desthilatê û pêrewiya wê re vedigere, û hêlînbûna wênegirtinên bîrdozî yên hişmendiyên cemaweran nediyarkiribûn û bîraweriyên wê têkbiribûn bi rêya binyadbûna fermandariya ragehî,netewî û olî ve ê bi kiryarê wî ve pirsgirêk û kortal di navbera hemû pêkhateyan de kûr kiribû, herwisa zanyar dibe armanckirî , dûrxistkirî û çêwirandî bi hemî destikan ve û ev yeka kirdeya civakî derengxistî dike û alavên saxlem di her civakekê de parîparî dike, ji bilî ku aloziyên navendî ên civakên barketî derdên wê bi sedema cengê ve dikşînin, dighe çi saziyeke pêşketî û herwiha vegirtina van aloziyan nîşanên wê li deverên pêşketî jî derdikevin, tevî ku ji deverên gûrbûyî bi rengekî erdnîgarî ve dûr bin (Teqîna li Parîsê).
Diyardeya tundirewiyê ne ji serdema niha ve derketî ye lê ew çirûsîneke hatibû ye gurvedan bi rengekî rêbazbûyî ve di henasên mêjiyan de yê pişûdan û bêkarî wêna dorpêç kiribûn, lê bi derbekê ve dîtibûn kî vê pişûdanê li cem dagire bi rêya dehfandina wê di darjêdankên gelek kirêt de bi rêya rêxistinên cîhadî yên bobelatên bizdan û tirsê weşandibûn (Daiş) (Rêxistina gurên xalîrengî) ( Hemas û Partiya xwedê) taku jiyanê dagrin xircir, hingeme û xwîn,ev yeka dibêje ku qet û qut çanabe afirandina jiyaneke nûjen bi gelorîkirina aloziyên gellên barketî ve ên bes nekirin jiyankirina rolên qurbaniyê bi rengekî cûda ve û bi derbasbûna qonaxan ve, bi rêya bicîkirina ricîmên netewî a milhûr li ser dirêjî neqşeyên wê, û westandina wê bi gêleşokê ve û valakirina rûberên erda wê bi neçarîkirina wê li ser niştecîbûn û bazdanê bi rêya pêlên koçberiyê berve bakûr (Ewrûpa) ( Koçberîbûna Sûrî, Efrîqî û Efxaniyan di herdû salên 2015,2016 de.)
Belavbûna sertî bi rêk û pêk ve aloziyên bê dawî durist kiribûn û dibe ku bi êşeke kûr ve derbasî bîra gelên bazdayî be bi rengeke hevgarî ve, ev hemî li pêş çavên dewletên pêşketî ên divê niha û berê berpirsyarî rahiştana bi vegerandina cîgirbûn û aramiyê ve ji navçeyên alozîbûyî re di warê siyasî de bi rêya bidawîkirina fermandariya milhûran û têkoşîndariya tundirewiyê, herwiha çalakirina alavên hevpeyvînê û xebatê bi rêya rêxistinên sivîl ve û amadekirina nifşekî bi hêz ve ji bo xebat û avakirinê, ji ber ku bikaranîna zimanê tênderiyê ji zorkariyê re û bervajîkirina rastiyan û rêşepêşkirina wê civakên rojhilatnavînî hîştibûn di neşiyarbûnekê de bijîn dûrî rizgariyê, ta siyaset bû destikekê ji reşepêşkirin ,derew û gendeliyê ve (Dijêçûna Cihoyan) (Şeytankirina Kurdan) , derbirîn û têgehên rêbazbûyî ketibûn e di xêzên rewrewkî gendel û bazarsarî de ji bo girtina hişmendiyên xortan û xistina wan di xeleka windabûneke bê dawî de bi bandora rewrewkbûna bicîbûyî ve yê pêkanîna berzbûna hişmendiya rexnî lawaz û pûç kiribû.
Wisa dîmenên penaberiyê bi rengê xwe ya hevgarî ve diyar dibe, ta koçberî û niştecîbûna ji deverê ve bibe bijarekî ji bo parastina tiştê hindik maye û piştgiriya wê li hember hêzên ku tundirewî bi heman rengên xwe ve belav dikin û slogana (Dema qurşîn radibe hişmendî kehr dibe û kaniyên dil û raman zuha dibin) radike.
Çendîn kêşe li ser pileyeke bihevketî ji alozkirin û şaxdayîbûn be wê hişmendiya azad rêyan her bibîne ji bo jihevvekirina van girêkên berzbûyî, dema rolên xelkê li deryayê civakî destên xwe bidin hevdû û têkiliyên xwe yên zanyarî di tek hiş û dilekî de hevjînbûyî bin, lê dema em jihevketinê bibînin û têkiliyên civakî bi strihên girtinheviya nemanî ve dorpêçkirî bibînin ên akranên ragihandina kirêgirtî vê yekê xwarin didin, wisa bi dijwariya zorengê ve hemî pîvanên hevgirtina a di evînê de di navbera civakan de nediyar dibin, li gel wê ji Kîrkêgard re bavê heyînizmê ve vê rastiyê aşkere bû dema go: (Çi destketî an avahiyeke bilind bi nemanê ve bindest e eger çiqas dem lê derbas bibe.)
Berhinde em Roma û şaristaniya wê nabînin piştî sertbûn û dewlemendiya wê û hebûnekî ji Aşoriyan re nabînin tevî hezkirina wan ji bazirganî û serweriyê re.
Zanyarên ên ji wan avakirinê tê xwestin ewên li ser hebûn, ewlehî û aştiya wê berpirs in bi taybetî ve zanyarên xwedî biryar û desthilatî, ên vedeng û bandora wan li ser dîtina giştî heye, ji pêwîstiya kar li ser vegerandina aramî û ewlehiya kirdeyî ji Rojhilata navîn re, ê eger jiyan jêre bête peydakirin wê di rastiya xwe de bibe devera xewin ji bo siberojeke baştir , ew dever bi rengekî ji rengan ve wê pêşengtiya xwe yê şaristanî a ronakbîr vegerîne û bandorek xwe cuda hebe li ser dora xwe û cîhanê bi giştî ve, piştî ku ji desthilatên xwe yên faşî a têde cîgirbûye ve rizgar bibe, ji milhûriyên têkçûyî ve, ta kengî?!
Ji vir ve divê em bi çareyê ve biramin bi rêya vê pirsê ve, bê guman ku hişmendiya zanyarî a şaristanî bi tiştê baştir soz dide bi rêya destûrxwestina derbasbûna wî li rastiya van civakan û rawestandina li ser kêşeyên wê bi rêya xalên bingehîn divê bête çareserkirin:
1. jihevvekirina girêdanên zorkar ê hevpeymana Saykis Bîko wê nîgar kiribû û vexwendina ji bo nîgarkirina kiyanên hevgirtî ne cihêbûyî (Herêma Kurdistana Îraqê wek nimûne) (Herêma başûrê Sûdanê) ( Israîl û desthilata Filistînî) bandoarên xwe li ser berjewendiyên cîranan û serweriya wan nake bi rêya hilgirtina şêweya fermandariya xweser an Fîdralî an Konfidralî, wê ew yeka geşepêdneke aborî û civakî bide dewletên navçeyê bi parvekirina rolên xwe ve dûrî navendiya bilind û awayên fermandariya takekesî ê mafên hemî kêm netewan piştrast dike herwiha gellên yên helistên dewletbûnê lê tên ji erd, ziman û çand ve.
2. Binecîkirina siyaseteke aborî geşepêdanî giştî ji dadmendî û parvekirina samanê li ser gel ve mîna pîvanekê datîne û dezgeha jimarvanî,çavdêrî û karê sazmanî mîna pîvanekî ji jiyana beşdarîbûyî û hevkar re datîne.
3. Têkoşîndariya ragehîbûnê û rêbazkirina siyaseteke zanistdarî zanyarî û kar li ser belavkirina çandên gellên Rojhilata navîn ji bo zêde hevgirtinên wê bi rêya dibistan û peymangehan ve li ser xwendina bermaya wê ya şaristanî dixebitin û vekirina rêya azad ji pardariyê re ji bo rabûna civakê û piştrastkirina yekbûna çarenivîs û hevjiyana aştiyane di navbera wan gellan de.
4. Vekirina rêyên hevberîna rewşenbîrî, aborî û tekîkî di navbera gellên navçe û cîhanê de, ev yeka rê dide ji bo avakirina navçeyê û piştgiriya wê bi hemî rêyan ve ji bo avakirina wê û alîkariya barketiyan taku vegerin li cihên xwe ta navçe vala nebe û avakirina rêyên jiyan, ewlehî û pêşveçûna wê.
5. Vekirina hemî rêyan li pêş jinê ji bo xebata li ser rakirina hemî zorkariyên dîrokî li ser û yeksaniya wê bi mêr re di her tiştî de.
6. Jihevveqetandina ol ji navendên dewletê û hemî saziyên jiyana perwerdehî û civakî ve jihevveqetandineke giştî û xebata ji bo bicîkirina rastiya dewleta sivîl a yekgirtî.
7. Cengaweriya terorê û hemî dîtinên liyangirtî bi rêya hemahengiyeke ewlehî saloxgirî navdewletî ve û vexwendina ji komcivînan re li ser belavbûna diyardeya tundiyê radiwestin li ser heman rengên wê û pêdîvîbûna têkoşîndariya wê.
Bi rêya vexwendina ji kombûna zanyarên azad re em dikarin kombûnê danasîn bikin ku ew kombûneke bawer dibe ku zanyar li hemî deverên hebûnê li ser heman cûdabûna nijad,ol û aliyên xwe neteweke hişmendî ne afirandin û dîtina rêyên nû wana bi hevdû ve girêdide û armanca vê kombûnê :
• komkirina zanyaran di yekîtî û komkaran de li ser asta heyînê ji bo danîna çareseriyan ji kêşeyên gellan re û danîna sînorekî ji zorengên yên ji çêkirina mirovan an sirûştê ve .
• Vexwendina ji vegera mirovê zanyar re ,avakerê şaristaniyan ji bo kargêrîkirina rola xwe yê pêşeng a kevin û nûbûyî li hember liyangirtîbûnê bi hemî rengên xwe ve û vexwendina ji aştiyê re û rawestandina cengan û sînordarkirina malgirtinê.
• Damezrandina komên zanyarî û vexwendina ji bo civîna zanyaran a mezin li ser asta cîhanê ji bo pevguherandina zanyarî di hemî rêyên zanistên mirovî, nojdarî û teknîkî de.
• Têkoşînkirina terora navdewletî û terora koman û çêkirina hêzên jihevveqetandinê di navbera girtinheviyên çekdarî de.
• Parastina bermayê zanyaran a mirovî û vekirina rêyên cûda ji bo pêşvebirina afirandinên zanyarî û belavbûna wê û danasîna cîhanê bi kedên wana ve.
• Çêkirina yekîtiyeke dadmend di navbera zanyar û desthilata siyasî de bi rengekî azadiyan têknabe li ser binema pêşvebirina jiyanê û wêzimkariya mirov ji bo pêkanîna civaka xweşiyê.
Ji vir ve em dikarin bibêjin dema em li ser van çareseriyan rawestin wê pêşerojeke rastîn sozdayî ji lawên navçeyê re diyar bibe û bi rêya wê em dikarin bighine bîngehin bilind ji jiyaneke bilind re , bê guman xwestinên zanyaran berve rastiya jiyana avaker ew pêdivîbûneke dîrokî ye bi rêya wê hemî raman û xwestinên xwedî pênosên ronakbîr ve gîhabûne hevdû ji bo bi civakan re li pêş biçin berve sazkirina bingehên aştî û demukratîbûnê. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
Li ser rojhilata navîn û rêyên çareseriyê- Rêber Hebûn
Kiryara zanyarî a bîrawer xwe radestî efsanîbûnê nake û ji bo rizgarkirinê ji bend û baskên wê ve dixebite, wek ku destketiya rabûnî bi civakan ve pêşdikeve û wêna ji qonaxa nediyariyê ta qonaxa geşepêdan û berzbûnê vediguhêzîne, tevî belavbûna tundirewiyê di nav civakên dorpêçkirî de bi kelepçeyên cengê ve û derketina aloziya desthilata serkotker têde, lê rolên zanyaran di nav de girs û rastîn in, ji ber hişmendiya rojhilatnavînî li ser tembelî hatibû kedîkirin ligel rûniştina li dor maseya demborînê, û hêdî hêdî li pêş sazîkirina zordariya pîroz hatibû jinavbirin, carek din hatibû berhemdan ji bo têkeve di wêzimkariya xwediyên pirojeyan de, ên xwe dikin paşmavên rewa ji erdên fereh re, gellên wê nikarin bi xwe fermandariyeke cîgirbûyî dadmend û gulgulî têde saz bikin, lê miaqate bûn ku van gellan bixapînin,bi rêya dîrokeke pûç ve li ser şaştiyên desthilatî durist bibû, li rex girtinheviya di navbera pirkesên yên xwe fermandar dibînin ,pala xwe didin li ser bermayekê ji serdestbûnê ve di fermandariyê de û beranberî kêmkesên ên xwe di koletî,dubendî û pêrewiyê de dîtibûn.
Ev yeka girtinheviyê di navbera mafên netewî a dîrokî binyad kiribû, hişmendiyan bi pîrozbûna beloq ve hatibû xwarinkirin, û cîgirkirina kula penceşêrî di hundirê mêjiyên rojhilatnavînî û cîhana Erebî de, taku gel di bersîdan û ne hestbûna xwe ya komî de bindest bimîne, di navbera gulmên kelbetana tundirewiya olî û ragehî de, yê dijminatiya her tiştê nû dike û di navbera zivîrandina li dorî bîrdoziyên partiyên totelîter de yên li ser sloganên ayîndî nanê xwe dixun, herwiha bişanhildana serwerîtiyê bi giyaneke êlî ve û xwedawendîkirina mirinê, taku bibe berdêl û dirêjiyekê ji ricîmên têkbûyî re yên ketina wan bûye rastiyeke guncan, ji ber ku tundirewiya a di navbera du rewşên binyadgir de beranberî dijî wê çepgira nûjenbûyî ji berhema hevgadanekî reşepêş ve avlimeke rakutayî anîbû, berdewam li ber mirinekê ye, ji bo lîstina rola xwe yê nû di kirtankirin û koçkirina xwediyên raberî ji gellên ên taliyê dikşînin bi sedema jihevketina şaneyên wê hêdî hêdî ve.
Ew tişt pêdivî dike li ser zanyarên agehdar ku bi hevsara bandorkirina kirdeyî a erênî ve bigrin li pêş zorengekî li ser wan hatiye sepandin li ser hebûna wan bûye gefekî, li gel wê belavbûna berbedeniya ramanî û siyasî bi taybet ve di nav cemawer de rewşeke bêzar û neyînî di hemî derbarî de sepa kiribû, bê guman ku aloztirîn erkên yên dikevin li ser milê zanyar ku hişmendî û hevsengiyê di tarîtirîn qonax û çax de birêve bibe.
Cîhan îro hewila girêdana gerdûnî bi hevdû ve dike bi rêya ragihandinê, teknûlojiya nûjen û ekranên peywendiya civakî a çendane ve, ev yeka nîşan dide ku sînor di navbera ....... [المزيد]
❞ Azadiya ramana zanyarî
di rû nezanîkirina bi rêk û pêk ve de
Rêber Hebûn
1- Leylanbûna deronî:
Noqbûna di xewin de ne tenê metirsiyeke giştî ye ji nivîsandinê re ,sawêrbûn ji armanckirina rastiyê ve bi cil û bergekî hunerî ve dûrtir naçe, û divê dûrtir biçe berve tekeskirina ramanên hilgir ji serguhabûna yekbûna mêjî û wijdanê ve , ji bo diyarkirina nirxên mirovê zanyar, ji ber ku xuristiya ramana bêcan bi rengekî ji laşgiraniya hizrî ve diyar dibe û radestbûna ji desthilatiya a bi hêztir re , yê ku bi bandora olî û afsanî ve çakdarbûyî ye, li gel wê em encaman ji hevcêwîbûna roparta desthilatî û pêkenoka zorkariyê ve werdigrin, herdû civak bi rengekî sade û xuristî ve wana fêrbûye,herdû jî parek in ji ramanên felsefî û sûdê didin e me, girêdayî bi van derdên yên takekesên wê cîgehê ve ji çaxê zaroktiyê ve dibînin bi rengê rahijtina Sêzîf ji zinnarê re û li gor Eristo (Endîza karê hevgarî divê ne tenê hêsan be lê aloz be û divê nûnertiya bûyerên yên tirs û diltenikî geş dike bike.) :
Ji ber vê yekê em hewildana jînî ji nivîsandinê re dibînin di pêkanîna şopê li ser henas de diyarbûyî dibînin, dibe ku ji berhema serpêhatiyên çendane be, bi vekirina ekranên dan û standina herî geş ve ne di xuyakirina henasa zirz de lê bi dîtina henasên têgerînbûyî ve, herwiha ketina di hundir de, ji ber ku sirûştiya guhertinên civakî a di ricîma dewleta serkotker de desteka wê ya dirêj heye di avakirina wê de, ew dibû li pêş rûbirûbûna bahatîna rewiştî kelemekî,tiştê ku hîşt civakan di talîzoka xizanî û nezaniyê de bijîn.
Li gel wê têkbirina çandan ji berjewendiya rabûna tek çandê ye û yek bijardeyekî fermandar ve ye, civaka binî hîşt bêhtir xuya bibe, berhinde nîşanên hevgirtin û şaristaniyê diçin ji berjewendiya belavbûna gendeliyê ve bi heman rengên xwe ve li her cihekî, li gel wê nirx li vir dibin dîlê lîstina bi wê ve, berhinde ên bergê partîtiyê li xwe dikin têgehên tev bihane çêdikin ji berjewendiya partiya totelîter re , li dor wê komek mirîdên sersam dicivin, ên ji ava rewrewkê ve vexwaribûn li rex mildan û rêzbûna peyrew li kêlek berjewendî û karbidestxistina hemî li hember hezkirin û meraqa guhertinê û bergiriyê li hember tundirewiya bîrdozî a dilreş , ew kes dibin aliyekî pir gendel, û dibin e mîna dewleta a di hundirê dewleta serkotker a giştî de, dewsa ku bi erkê xwe rabin ji rêxistinkirina cemawer û bijardeyên ciwan ve dibin kelemekî işk li pêş huş û sewdayên takekesan û kar û barên wana, bi navê sloganên boş ve yên dûrî rewşa jiyanbûyî, -Leylankirina deronî - bikartînin yê ew cûreyekî ji cûreyên lîstin û bandorkirinê bi xortên negîhayî ve ta bibin alavekî fermanan bi awayekî nihadî fêrbûyî werdigrin , slogan û ropartên tije soz û hêvî bikartînin taku wan berve xewinên nigaşe dehfbidin, ta ramana rexnegir a azad di nav mirîd û şagirtên xwe de bimrînin ji bo ti carî wê darêjdankê derbas nekin.
Bi vî awayî ve em leylankirin mîna tevineke herî qayim dibînin ê li dor cemawerê jihevketî tevdigere û di nav desthilata totelîter a serkotker de dijî, herwiha di nav sindana partiyên totelîter de yên herdû cil û bergê desthilat û dijberiyê lixwedikir, li vir aşkerebûneke zelal e ji kêşeya rêxistinê ve û neyîniyên ramana bîrdozî ê xwe bi slogan û tixtixkirina hestên cemawerên sade ve xwe dişon , ên ji dîrokî ve ew ji reftarên ayîndariyan ve dixwarin ji pîrozkirina deq û reftarên wêna û peyrewiya ji serwer û melleyên wana re tiştê ku ramana azad vê yekê xweş nabîne, û ew dibîne yek ji girîngtirîn kelemên ên li hember rêya rabûna zanyarî û ramana azad li hemî hebûna endezyar radiweste, ji ber ew timî çi tiştê bêcan nabe,ew hewil dide wêna darêjdank bike, mînaka vê yekê evîn û peywendiya xuristî di navbera mêr û jinê de, ev hemî ji bo serkeftina ramanên serokê rêzdar e, berhinde vîna takekesê zanyar li hember metirsî û wêraniyê radiweste ê ji rêxistina neyînî û netêgihîştina hinirên xortan yên hizrî encam dide, bi rêya xistina wan ve di zorengên hundirîn de, hinira wanî afrêner vala dikir û ji wana aramiya jiyana baştir distîne, herwiha lêkolînkirina serpêhatiyên civakan di rûbirûbûna wê de ji hêzên leylankirin û nankoriya qezencî ve ,ev rastiyekê dide nîşandan ku zorengekî giran heye di navbera hêzên zanîn de beranberî nirxên yên li ser nemana nirxan xwe jiyankirin didin.
Ew nirx dibin bîngeha hebûna hevgirtina civakan û bilindbûna wan berve pêşveçûn û şaristaniyê, ji ber ku derketina takekesan an koman ji hundirê partiyekê ve û damezrandina partiyeke din çalakiya bawerî û destketiyê têkbiribû, li gel wê bijardeyên pak hîştibû têkevin di tenahiya siyasî de, ê bi rewşên normal de rewşeke mîna dînbûn û bê aliyê diafirîne.
Derketina girtinheviya hundirîn bijardeya ciwan fetisandibû, û li cem bilindtirîn raberiyên wê neman kir, ji rêvebirina jiyanê ve , wisa nîşanên koçberiyê bi xortî ve diyar bûn û parçebûn di naverokên civakê de destpêkiribû, tof û bijardeyên wê yên ciwan hatibûn e têkbirin, berve qurzîkbûn, têkbirin û windabûnê, ligel koçberiya takekesî.
Ew parçebûn bi encamê kevinşopiya ramanê ve ye li rex zûhabûna giyana afrênerî û serdestbûna serwer û keysbazan û derbasbûna wan di çi rêxistinekî de, ev tişt wê hîştibû bi dawî ve bibe dîla hingeme û peyrwiyê, û xortan hîştibû bibin e ji qurbaniyên vê perçebûna berdewam ve, ji bilî milhûriyê û pêgirtina desthilatiyê an fermandariyê di vaca civaka bavanî de yê diyar dibû di naveroka partiya totelîter de û nediyarbûna rolên ciwanê zanyar ji guhertin û xebata ji bo wê,ev hemî civakê berve awanteyê biribû û girtina asoyên çareseriyê, ji sedema bêzariya ricîmên totelîter di pêşkêşkirina çareserî û berdêlên karker de, ji ber ku çalakiyên siyasî bibûn pirojeyên qezencî dikevin ji wêzimkariya tofa nepenî a serdest ve li ser naverok û biryarên partiyê, nediyarbûna demûkratîbûna naverokî tofên cemaweran hîştibûn bimeşin bê ku bizanibin li ku derê diçin û ne dizanin armanca xebata wan çiye, herwiha bi rastiya kesên yên wana bi rêve dibin ve nizanin, wisa jorîbûn û paşguhbûn diyar dibe,ezezî û nezanîkirina giştî berz dibe li rex paşguhkirina xwestekên xortan û xwîngermiya wana û ne hembêzkirina hinirên wan an berçavgirtina xwestin û ramanên wana yên nû ji guhertin û avakirinê ve li rex jihevketina hevalan, herwiha dîlbûn bi encamê belavbûna nezanî û xizaniyê ve, li rex veguhêztina di bin fişarê rewşên awerte de, ji kesekî ewlehî wî binçav dike ta kesên din penaberiyê jiyan dikin , ew hesta penaberîbûnê henasan dagirtibû bin siha tunebûna azadî û bijardinê, herwiha dûrketina takekes ji sirûştiya xwe ve û mandelekirina xwestekên xwe ew ligel hewildana rêxistinên totelîter ji bo valakirina naverok û hinirên takekesên wê ji çi vînekê ve diçe, taku ji bijardin an rexneya rastîn ve bê par bimîne, herwiha dûrketina rêxistinê ji armancên xwe yê ji bo wê dixebite dûrî di navbera nifşan de afirandibû, ew çalakbûna ramandina rexnî bûç kiribû, û afirandinan belawela kiribû, tiştê ku hîşt takekesan di rewşeke diljêçûn û ne lihevkirinê de bimînin, penaberî li hemî bijardeyên de belav dibû, xelk dibûn wisa mîna qaqilkên fişekan li ser erdê belavbûyî, ji ber vê yekê axaftin li ser kesayetê û dûrketin ji biname û nirxan di kêlîk kiryar de li ser sirûştiya wê hişmendiya nevêtî ji pêşwazîkirina ramanên baş aşkere dike, lê ew her zarzar dike ji bo pejirandina wan ramanan bi rengê gumanên pepûk û sexte ew hîşt civak dîlgirtî darjêdank an talîzokên tije mij û moran bijî.
2- Civak û gendeliya bîrdozî li Kurdistanê :
Berzkirina binkeftinê di parastina evînê ew diyarkirineke ji dorpêçkirina civakê re ye û qayîmkirina bendên nezanîkirinê li dor wê, ta ew dûrbûna malbatî zêde têkçûn û windabûna girêdanên xuristî di navbera tof û bijardeyan de çêbike, herwiha ew nîşaneke li ser têkçûna sazî û rêxistinên wêna bin di bin siha wêraniyê de û nediyarbûna pirojeya wê ya heyî di guhertinê de ta ji bo sûdwergirtina diravî bergiriyê li armancên xwe bike, ji ber ew têde hebûna xwe dibîne, her ew sûdê ji leylankirina deronî ji civakê re dibîne, herwiha dûrxistina zanyarên wê berdewam, bi rêya şer û paşguhkirina wana mîna ku rêxistina serkotker a fermandar wêna dike, ligel wê ew mîkrob girstir dibe bi berdewambûna kêmaniyan ve, ta bileyekê têde koçberî bi dîmenên wê ya takekesî û komî ve di nav civakê de belav dibe bi giştî ve, li gel wê girêdana windabûna hezkirinê bi windabûna mafên siyasî ve ew ji bo gîhandina hinek nameyan e :
• Diyarkirina ku rizgarbûna civakî bi gerentiya mafên siyasî ve girêdayî ye û berzkirina nasnameya netewî a di çarçiqên koçberî , peyrewî û destdayînê de binavbûyî.
• Berzkirina şêweyên desthilata serkotker a miqate li ser gurkirina diyardeyên diljêçûnê di hundirê civakê de bi rêya dehfandina wê di perwaza nezanî, efsanîbûn û xizaniyê de.
• Têkoşîndariya bijardeya zanyarî a ciwan û têkbirina wê bi rêya dehfandina wê ve ji lêketinên deronî re di navbera wê û malbatê de û qirkirina wan di warê giyanî û ramanî de û têkbirina wê bi rêya parastina reftarên heyî li ser bîngeha qezenc,ezezî û sitemkariyê.
• Berzkirina pepûkiya aliyê perwerdehî û tunebûna hebûna alavên çaksazî û nû derbasbûnên yên rastî zarokan tên sînordar dikin eger li dibistanê an derveyî wê.
• Gendeliya rêxistinên yên ji hilgir giyanê parçîtiyê ve di hişmendiyê xwe de, û bêzarbûna ji şopandina xwestinên gel ji rabûn û azadiyê ve, kiryarê wê bi desthilatiya a ku li dijî wê ve radiweste bi rêya dûrkirina wê ji xortan re ên ji bo guhertina naverokî hewil didin.
• Diyarkirina sirûştiya civaka nêrî û sîstema bavanî yên rêveberiyên partiyên Kurdistanî li Sûrî pala xwe dabûnê û encam û şopên wê li ser bijardeya xortan , bi palpiştbûn li ser sloganên sexte ve yên xwediyên tewriya pîlanê berdabûn ji bo veşartina binkeftina xwe yê ramanî û nezanîbûna wan ya aşkere.
Em serdestbûna peywendiyên qezencî li rex pêwîstiya komserhevbûyî û êşa kûr dibînin, li gel wê zehmetiya jiyanê û xizaniyê û gendeliya saziyan û biserveçûna milhûriyê di malbatê an dibistanê de, ji ber gendeliya saziya perwerdehî bi herdû şaxên wêna rahênan û fêrkirinê takekesan di rewşeke parçebûnê de hîştibûn û malbatê jihevxistibûn,li gel wê tirskirin, desthilatbûn û milhûrî di nav takekesan de belav dibe û tundî rêxistina malbatî têkdibe, wan ji hevdû ve dûrdixîne, tiştê ku van civakan dighîne pêkanîna cûreyekî ji tewanbariya xweser ve an li hember a din birêvebûyî, axaftin li ser xêza zordariyê û encamên wê li Rojhilata navîn me dibe ji vekolîneke kûr re ji vê diyardeyê ve yê ku ziyanên dijwar bi ser civakan ve anîbû, berhinde tundî jêre dibe nan û penage, bê guman ku ji tundî re şaxên dîrokî,civakî,deronî û desthilatî hene, dihêle civak û rêxistinan wana pêkbînin, li gel wê bihevketin û girtinhevî herdû rolekî mezin ji çirandina malbatê û jihevketina wê ve dilîze û desthilatiya serkotker ji bo berdewambûna serdestbûna wê binyad dike û fermanrewakirina mêjiyê, bi rêya çandina tirsê ve û perwerdekirina wê di nifşan de bi rêya dibistanê ve, li gel wê diyardeya tundiyê li hember zarokan tiştekî navdar e ,di her saziyeke perwerdeyî de, ta yaseyên qedexekirina tundiyê li hember zarokan ma wisa tokelî, kedxwariya wana bi heman rengî ve ranewestî, ji ber ku komên têkçûnên deronî rolekê di guhertina kiryarê de lîstibû ji bo roleke neyînî bilîze di hemî aliyên jiyanê de, mayîna saziya perwerdehî di binkeftiyeke dijwar de ew yek ji erkên ricîmên totelîter a milhûr ve ye , berhinde malbat mîna perwazekî biçûk nûnertiya asaîşeke ewlehî biçûk dike ji bo fermanrewakirina zarokan ji dema ku çêdibin ve.
Zêdekirina rêjeya nezanîkirin û ne xwendiniyê û şerpezekirina bijardeyên perîşan bi derdê tundî û desthilatiyê ve, civakê dixe di bin siha dîlgirtin û tenahiyeke xengoyî de, ji ber vê yekê êdî em tundirewiya olî û netewî bi riwê wê yên şofînî ve dibînin, ev yeka encamên bobelatî pêkanîbûn ji pêşesazîkirina hişmendiya zîndanbûyî ve, li gel wê xelkê hîştibûn sertî û stûxwarî bijîn , beranberî vê yekê em desthilatiyekê dibînin bi dijwarî ve şîn û işk dişewitîne ji bo di fermandariyê de bimîne, nîşana tundiya malbatî û binkeftina ji wê peyda dibe rengekî aşkere ye ji rengên rexnekirina desthilata serkotker ve, li gel wê tunebûna yeksanî û pîvanên perwerdehî cûreya çêbûna mirovan ji dema zaroktiyê ve piştrast dike, herwiha windabûna jinê di navbera herdû arçeyên penseya tenahiyê de û hestbûna berdewam bi pêwîstiyê ve, ji wê temara zorbazî ya dayikbûnê derdê wê dikşîne encam dide, di qonaxên perwerdekirina wê ji zarokan re, em li pêş kul û kêmaniyên dîrokî ne bi awayên nû ve, guhertinekê bi rengê kolebûna xwe de çêkiribû, bi cil û bergeke tenik ve rizgarbûneke biçimî diyar dikir,sihwana nêrîtiya qezencî derbas nake, berhinde em wê hevpeymana desthilatî a sitemkar di navbera bilindî kokelê û biniyê wê de bi rêya tewriyeke nîgaşî ve bi avakirina hevpeymaneke civakî ve li ser desthilatiyeke xweser ji gel dertê ew dîtin dikeve cihê gumaniyê ku çara biryar ji gel ve bê ne ji jor ve hatiye sepandin , berhinde hevpeyman toveke em dikarin alîkar bin ji bo vebûna wê dema em bi rengekî ramanî ve lê miqate bibin, ne bi rêya rewrewkirina cemawer ta bighe astê ku em bêjin ku ew raman ji serokê xêvzana ve bişkivî, lê ew bi rastî li ser bîngeha sirûştineke giştî tê avakirin, hemî tofên cemaweran têde beşdar dibin bi rêya qonax û rêbazên ramanî ên cûrbecûr, qayimbûna xwe ji hevgedandin ve di navbera reng û qatên civakê de werdigre, bi ser heman cudahiyên berketina xwe û cîgeha wê ya qatî ve, piştî jêbirina baskên nêrîtiya a ku di henasan de binyadkirî de mabû,ew bi zêdebûna kêşeyên desthilatî û civakî bi rengekî siwarbûyî ve diyar dibe.
3-Gotûbêja mirov û cih
Vekolîna li nirxa hatî wergirtin ji bermaya peywendiyê di navbera mirov û cih de suda wê ku çi hêz nîne dikaribe têkiliyên nehêne di navbera henas û kokê de qut bike,ji ber ew mîna dîtineke pendyar e ji jiyaneke bedewtir re, ji ber di pîvana huner û karê afrêner de dîtin ji dem û cih re bêhtirî rewşê bi giştî ve tête guhertin, ew rêyên zorengê di navbera mirovan de di çarçoveya qezenc û sûdan de di demeke nêzî hevdû de diyar dike, berhinde di hizrê takekes de dûbare dibe pêkanîna vîna xwe a dibe mîna serkeftinekê ji parçeyekî hindik ji dadmendiyê re, di dema ê beranber dibîne ku wekhevî ji ber peyketinê bi dû pêkanîna wê parçeyê ve nehate pêkanîn , çendîn kêşeya hebûn aloz e di warê têgihiştinê de li gorî suriştiya mirin û mayînê, berhinde takekes bi takekesiya xwe ve hest dike bi rêya ramandina xwe yê ponijîn ve a wî bêhtir ji firînê re dehf dide, ji ber ku wateyên cîgirbûyî di hizr de dibin desthilatekî xwe li ser heyînê sepa dike û li ser pêdivî dikin vê şerê ta dawiyê berdewam bike, dawî di vir de ew encama dûr e, ji serpêhatiyên yên di hizr de çêdibin têne wergirtin, ji bo dehfandina ramanan ta bêhtir bi ponijin û ev yeka huner e yê bi henas û hebûnê re vepeyvîn dike, bi rêya ên din û livên wan, dûr diçe ji bo ji her bend û baskî an yaseyî ve rizgar bibe, ew bend û bask li pêş azadbûna tevgera hişmendî li pêş hizrê bi zanînê ve gurvedayî dibe kelemekî, ji ber vê em dibînin ku hinira a ku zanyar ji girêdana xwe bi hebûnê re werdigre bi rêya qonaxên wî yên destpêkê ta qonaxa gîhabûna berdewam diyar dibe , ligel ev ramandin û rabûna wî pirsîn xuya dibe a ku husteyîya jiyankirina hunera jiyana veşartî dike, zanyarê afrêner timî dixwaze bi rêya alavên xwe yên taybet ve beserve wê bibe, em dikarin bibêjin ku ew yekem hewildanên mirov e ji rizgarbûnê re ji wan bendên gezencî ve ên bi encama hevpeymana a ku di navbera desthilat û civaka bavanî de durist dibin , li gel wê em matmayî dibin bi vê zelaliya dagirtî ve bi servebirina li ser zikmaka ponijînê ve û kanîbûna wê ku hizr derbas û dorpêç bike bi hemî hinirên lehiya ramandina berdewam ve a ne pabend ji hemî fermanên yên hatibûne girtin re, yê ew gurvedanê pûç dike.
Em li ber xweseriyekê ne , bi rastiya nemana zelal re dibe yek, ku gewdeh dihele û tiji kurm dibe, ji ber vê yekê hijmara mirovê çavekirî di hilbijartina wateyê de ye, ji bo wê dijî bi bedewbûneke hilbijartî û pêjineke hunerî ve, pîvanên ku li ser evînê û qayimbûna girêdanê di navbera mirov û cih de radibin bîraweriya zanyarî saz û xort dikin, û hemî kedên yên mirov li ser sehneya cih dide bi wê dawiya gewdehî ve li cem mirov diqede, ew ked ken û nehêne bi xwe re tîne, li gel wê berketina naveroka nemanê tiştekî aloz e li ser têgihiştinê , û mirov li deriyên girtî misoger bi rêve dibe ,herwisa di bin siha feleka kin de ê ku mirov para xwe têde dibîne, ji ber vê yekê hebûn ew hola bê sînor e a ku mirov têde nemaniya xwe ya taybet jiyan dike.
Kovaniya mirov bi sîstemê ve bi qasî kovaniya wî bi wêraniyê ve ye jî, wek ku avakirin û hilweşandin du pêvajoyên pêrgîbûyî û hemsûyî ne, hilweşîn nîne eger niyaz ji bo avakirinekê nekeve dewsa wê hilweşînê, berhinde mirov hemû alavên xwe pêktîne ji bo lingekî xwe bicî bike li rex hijmarê yê hewildide hevsarê kuntirol bike, cîhana rastî gelek guhertinan û gêrevêrên şaxdayî tê li pêş çavê bîrawer bûye metirsî û ramanên ku li hember hevdû şer dikin, berhinde em zanyar dibînin ku ew hêjayê serwerîbûna heyînê ye ji ber ku şerm nake ku jêre bibe karguzarekî bi rêya bikaranîna wijdan û mêjiyê bi rengekî bi rêk û pêk ve.
Xapandin mîna ragehekî takekesî û rêxistinî berz û belav bû taku bêhtirî karên nimûneyî binixûmîne, ji ber ku lîstin ranewestî bin siha bê agahiya xelkê û birçîkirina û dorpêçkirina wan bi awayekî ramanî ve û mijolkirina wan bi pêşkêşkirina seqayên guhdan û alîgirtinê ve ji kesên serkêş re , ji ber vê yekê sazkirina yaseyên sivîl mehderiyê nade wan civakên ên fêrî stûxwarî bûn e û hertimî guhdanê didin kesên xwedî hêz û tundî, cengên desthilatê bi dawî nabin, eger me rastiya girtinheviyan di navbera mirovan de şopand bin navên hênik, wana li karên ne hênik dehf didin , berhinde ti cîgîrbûn ji kiryarê totelîter re nîne di warê siyasî de tenê bi berdewambûna nandoziyê ve û çi azadî bin siha bendan nîne, timî pîlan heye tê pêkanîn ji derveyî kesên din ve yên li gor baweriyên xwe yên xuristî xebatê dikin , çi sîstemeke totelîter bi çalakbûn ve dilive bi sedema hebûna kesên bê agahî ji çi xap û lîstokên siyasetvanên yên cihê herî bilind girtine , ji ber ew li gor baweriyên xwe tevdigerin û ji bo hinek armancan dixebitin û dimrin,lê bi heman rewşê ve karguzariya tofeke serdest dikin, ji ber vê yekê dibin agirdûyên hemî cengan bi derbasbûna dîrokê ve, ew tofên bê agahî yên şer dikin ji bo hinek armanc bi rengekî hestiyar ve li pey tofekê ketine û di çarçoveya asoyeke teng de tevdigerin,ji ber vê yekê ceng bûn e ji reftarên yên behsa rizgariyê dikin, û ji mirin û hilgirtina darbestan re aheng û tilîliyan saz dikin, herwisa em dibînin ku rastiya girtinheviyê pêşengtiya cûreya jiyana tofên derdkêş dike , derdê rêbaz û rêya şaş û tunebûna vac û ked dikşînin, ew çeviya ji desthilatiya bê sînor re hîşt gendeliya desthilatî zikmakek be ji çi gendeliyeke civakî, rewiştî an rewşenbîrî re, ti rê ji derbaskirina wê re nîne ji bilî rêya mikûrhatinê bi wê ve, û xebatan ji bo jinavbirina wê, ji ber ku kiryara ezez serdestiyê li takekesan bi lez ve dike bi rêya desthilata yê bi aliyê gencîneyê ve diçe ji bo çespandina wê ji pariyê komê pepûk ve, bin siha nediyarbûna ramana rêxistinî û zanîna rewiştî, van keleman diyar dibin li pêş rêya rabûna zanyaran û xwestekên wan berve siberojê, tiştê ku dihêle pêşeroja nifşan di bin metirsiyekê de be, li gel wê gendelî ji kokê ve naye hilkişandin , lê çêdibe metirsiyên wê bête sînordarkirin.
Gendelî bûye alavekî ji kuştina xewin û xwestinên xort, û dibe ku gendelî xwedayê rêxistin û desthilatan be li rojhilata navîn û cîhana Erebî, ev tişt ji belavbûna milhûriyê re vedigere bi rengekî rêbazbûyî ve bi rêya xwarindayîna wê bi bihaneyên ol, netewî û ragehî ve, tiştê ku zehmet dibe rizgarkirina civakê ji vê awanteyê ve, heta tevgerên dijber ji wan desthilatan re bêzar in nikarin wan bixînin, ji ber opoziyonên wan dewletan girêdayî hêzên derveyî ne ew jî kar dikin ji bo berjewendiyên wana, ezmûna buhara Erebî mînaka herî diyar e li ser vê yekê , ew dibû mîna zengila agahiyê a renewestî û zengilê xwe lêketibû lê hin gellan guhê xwe li ber ker kiribûn û hinek desthilatdariyan guhan berçav kiribûn, û cemawer bi encamê vê yekê ve man li bayê daliqandî, hewildana ji bo serdestî û tekbûnê ew parçeyekî ye ji derdê ramandina mirovê rojhilatnavînî re û ev yeka dibe xerabkerê rastîn ji berzbûna çi rabûneke ronakbîr xwedî çalakî û bandor , serkotkirin û dûrxistin ew ji parê zanyaran e yên bes nakin ji aşkerekirina kêmaniyên desthilatê û rola wê ya neyînî li ser jiyan û pêşerojê .
Û dibe xapandina bîrdozî ya ku slogana sosiyalîzm û wekheviyê lixwekiribû bibû çengekî ji vê tewanbariya rêxistinbûyî di dermafê civak û tofê wê ya xort de, lê eger baweriyên xuristî bibin tenê gotin û ropartên çingînî wateya vê yekê ku mirov çare li pêş wî nema ji bilî tenahî û xemsariyê, ev yeka wî berve dîlbûna di xelekeke girtî de dibe û li dor wî kes hene sertî û tundiyê dikin ji bo qelşandin di navbera malbat, jin û mêr de bêhtir û bêhtir fereh bibe, li gel bê dilovanî, bê hezkirin, lêbelê tundiyeke berdewam û dûrbûneke mirovî. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
Azadiya ramana zanyarî
di rû nezanîkirina bi rêk û pêk ve de
Rêber Hebûn
1- Leylanbûna deronî:
Noqbûna di xewin de ne tenê metirsiyeke giştî ye ji nivîsandinê re ,sawêrbûn ji armanckirina rastiyê ve bi cil û bergekî hunerî ve dûrtir naçe, û divê dûrtir biçe berve tekeskirina ramanên hilgir ji serguhabûna yekbûna mêjî û wijdanê ve , ji bo diyarkirina nirxên mirovê zanyar, ji ber ku xuristiya ramana bêcan bi rengekî ji laşgiraniya hizrî ve diyar dibe û radestbûna ji desthilatiya a bi hêztir re , yê ku bi bandora olî û afsanî ve çakdarbûyî ye, li gel wê em encaman ji hevcêwîbûna roparta desthilatî û pêkenoka zorkariyê ve werdigrin, herdû civak bi rengekî sade û xuristî ve wana fêrbûye,herdû jî parek in ji ramanên felsefî û sûdê didin e me, girêdayî bi van derdên yên takekesên wê cîgehê ve ji çaxê zaroktiyê ve dibînin bi rengê rahijtina Sêzîf ji zinnarê re û li gor Eristo (Endîza karê hevgarî divê ne tenê hêsan be lê aloz be û divê nûnertiya bûyerên yên tirs û diltenikî geş dike bike.)
Ji ber vê yekê em hewildana jînî ji nivîsandinê re dibînin di pêkanîna şopê li ser henas de diyarbûyî dibînin, dibe ku ji berhema serpêhatiyên çendane be, bi vekirina ekranên dan û standina herî geş ve ne di xuyakirina henasa zirz de lê bi dîtina henasên têgerînbûyî ve, herwiha ketina di hundir de, ji ber ku sirûştiya guhertinên civakî a di ricîma dewleta serkotker de desteka wê ya dirêj heye di avakirina wê de, ew dibû li pêş rûbirûbûna bahatîna rewiştî kelemekî,tiştê ku hîşt civakan di talîzoka xizanî û nezaniyê de bijîn.
Li gel wê têkbirina çandan ji berjewendiya rabûna tek çandê ye û yek bijardeyekî fermandar ve ye, civaka binî hîşt bêhtir xuya bibe, berhinde nîşanên hevgirtin û şaristaniyê diçin ji berjewendiya belavbûna gendeliyê ve bi heman rengên xwe ve li her cihekî, li gel wê nirx li vir dibin dîlê lîstina bi wê ve, berhinde ên bergê partîtiyê li xwe dikin têgehên tev bihane çêdikin ji berjewendiya partiya totelîter re , li dor wê komek mirîdên sersam dicivin, ên ji ava rewrewkê ve vexwaribûn li rex mildan û rêzbûna peyrew li kêlek berjewendî û karbidestxistina hemî li hember hezkirin û meraqa guhertinê û bergiriyê li hember tundirewiya bîrdozî a dilreş , ew kes dibin aliyekî pir gendel, û dibin e mîna dewleta a di hundirê dewleta serkotker a giştî de, dewsa ku bi erkê xwe rabin ji rêxistinkirina cemawer û bijardeyên ciwan ve dibin kelemekî işk li pêş huş û sewdayên takekesan û kar û barên wana, bi navê sloganên boş ve yên dûrî rewşa jiyanbûyî, -Leylankirina deronî - bikartînin yê ew cûreyekî ji cûreyên lîstin û bandorkirinê bi xortên ....... [المزيد]